Malbatên dîlgirtiyan li bajarê Til Temirê daxwaza berdana zarokên xwe kirin û ji rêxistinên navneteweyî û mirovî xwestin ku bi lez pirsgirêka dîlgirtiyan çareser bikin û êşa malbatên wan bi dawî bikin.
Îro malbatên dîlgirtiyan li Til Temirê xwepêşandanek li dar xistin û rêya navneteweyî ya M4 li ber trafîkê girtin. Malbatan daxwaza berdana zarokên xwe yên ku ji hêla hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve htine girtin kirin.
Beşdaran wêneyên dîlgirtiyan û pankartên ku daxwaza berdana wan dikirin bilind kirin, di heman demê de dirûşmeyên ku daxwaza bidawîkirina êşa dîlgirtiyan û malbatên wan û lezandina hewldanên çareserkirina vê pirsgirêka mirovî dikirin qîr kirin.
Her wiha malbatan bang li Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û rêxistinên mafên mirovan û mirovî kirin ku hewlên xwe zêde bikin, rewşa dîlgirtiyan bişopînin û ji bo misogerkirina berdana wan bixebitin.
Xwepêşanderan diyar kirin û ew ên çalakiyên aştiyane berdewam bikin heta ku hemû dîlgirtî werin berdan û dan zanîn ku ku çareserkirina vê pirsgirêkê gaveke bingehîn e ji bo sivikkirina êşa malbatan, zêdekirina baweriyê û xurtikirina aramiyê li herêmê.

