Li daîreya apartmaneke li bajarê Koln ê Almanyayê, li ser nivînê xwe, bi tîşortê ji wêneyên Rêber Apo û Mazlûm Dogan, bi destên xwe yên zirav raghiştibû qumaşê ji rengê kesk, sor û zer.
Salên dawî yên jiyana xwe li erdê li nava nivînan derbas kiribû. Li gel ku hişê xwe ji aliyê biyolojîk çûbû jî vî dîmenî radixist pêş çavan ku ewqas bûyerên qewimîn, sirgûnî, zilm, êş, berxwedan, bawerî di hişê wê de hîn jî zindî bûn.
JIYANA BI BIRYARDARÎ
Ya ku di wî tîşortî de dihate dîtin ku heta nefesa xwe ya dawî li xwe dikir, ya ku di wî qumaşê ji sê rengan dihate dîtin, bi gotina kurê wî Riza Altûn ew hiş û berxwedan bû ku Dayika Hatîce dikir ew bi xwe. Çawa ku di jiyana xwe de ti carî serî li ber zilmê netewand, li hemberî mirinê jî demeke dirêj li ber xwe da. Salên xwe yên dawî li nava nivînan derbas kir, weke ku bi girêdana bi soza li roja destpêkê ya têkoşînê bi biryardarî jiya. Di 13’ê Tîrmeha 2014’an de li bajarê Kolnê koça dawî kir.
Kê zanî bû ku Dayika Hatîce ya ku ji Dersimê koçî Sariz a Kayseriyê kir, ji wir jî sirgûnî Enqereyê bû wê li Tûzlûçayirê bigihaşta koka xwe? Kê zanî bû ku Dayika Hatîce ya ku bi komek ji ciwanan bi rê ket wê di nava dîrokê de bi xwe dîrok binivîsanda… Ya ku Dayika Hatîce kir Dayika Hatîce herî baş û şênber bi van gotinên kurê wê yê şehîd bûyî Riza Altûn dikare bê vegotin:
“Têkiliya dayika min a bi me re gelekî cuda bû, ji dil bû… Ti carî qut nebû, timî di nava têkiliyê de bû. Apoyî û rêbaza îfadeyê ya Aoyî ya li ser bingeha Kurdîtiyê bandor li her kesî kir. Dibe ku li nava malbatên hevalên din dudiliyek bi xwe re anî, lê belê dayika min dudil nebû… Têkiliya bi navê Apoyî bêguman wê berdêleke xwe hebûya. Ev berdêla ku hate dayin kir ku Dayika Hatîce bibe Dayika Hatîce.”
DERIYÊ KU LI MÎLYONAN HATE VEKIRIN
Di rojên destpêkê yên tevgera Apoyî de deriyê wê malê ku li Rêber Apo, Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Dogan Kiliçkaya, Hayrî Dûrmûş, Alî Haydar Kaytan, Sakîne Cansiz vebû, ti carî nehat girtin. Mala wê weke dilê wê malovanî ji gelek lehengan re kir. Ti ji wan kêmî zarokên xwe nedît. Dayikeke wellê bû ku di salên 1990’î de wêneyê fermandarê efsanewî yê ARGK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) li salona mala xwe ve kir, dema ku polîsan xwestin wî wêneyî biçirîne got, “Mala min bişewitîne. Lê belê wî wêneyî ji wir danexîne. Ew kurê min e. Ez kurê xwe nadim. Bikeve hundir, tu çi dixwaze rahêje û bibe, lê tu yê kurê min nebe.”
HEVRÊYEK KU TU YÊ PIŞTA XWE BISPÊRÊ
Ji wan re ne tenê bû dayik, ji wan re bû hevrê. Dema ku kurê wê Riza Altûn tevlî nava tevgera Apoyî bû, çeka xwe diyarî wî kir. Dema ku ket zindanê li gel ku bi xwendin û nivîsandinê nizanî bû ji Amedê heta bi Sînopê, ji Eskîşehîrê heta bi Dîlokê li ser rê bû. Her rêwîtiya wê, her sekneke wê ya li pêşiya girtîgehê nîşaneya êşkence û zilma li Kurdan bû. Hate girtin lê serî netewand, bêdeng nebû. Ji bo kurê xwe rizgar bike heta bi dagirkirina Meclîsa Tirk bi biryar bû, bi qasî ku xwe bigihîne deriyên serokkomariyê, wêrek bû.
TÊRÊ NEKE EZ Ê JINÛVE JI DAYIK BIKIM!
Dema ku kujer Esat Oktay Yildiran jê re got, “Kurê te Riza mir”, wê jî ev bersiv da wî: “Bila! Şeş zarok û neviyên min hene; ew ê wan jî ji bo vê têkoşînê mezin bikim. Ew têrê nekin ez ê jinûve ji dayik bikim!” Ev gotinên wê weke sîleyekê li rûyê celad ketibû.
Ew dayik bû ku dema kurên wê, neviyên wê şehîd bûn digot, “Dost heye, dijmin heye. Bi girî nabe ku ez kêfa dijmin bînim.” Li hemberî durûtiya yên ku jê re digotin, “Tu jineke çawa ye, zarokên te, neviyên te di êşkenceyê de dimirin, dilopeke bi tenê ya rondikê ji çavên te nabare” ev bersiv dabû, “Bi hezaran zarokên Kurd hene, ma yên min ji wan cudatir e?” Jineke bi vî rengî xwedî pîvan bû.
Dema ku kurê wê Haydar Altûn di sala 1991’ê de li Heftanînê bi birîndarî hate dîlgirtin û li Amedê di êşkenceyê de hate qetilkirin, bi vê gotinê sekna xwe ya bi pîvan nîşan dabû: “Înşaleh gotineke bi tenê negotiye û bi vî rengî şehîd bûye.”
Eger ew Dayika Hatîce dîtibe, ji aliyê fîzîkî ve jî ev sekna wê ya serbilindî bala we kişandiye. Bedena wê bû zimanê bawerî, dilsozî, îrade û biryardariya wê. Li gel ewqas girtin û êşkenceyê jî carekê bi tenê jî nêzîkatiyeke lawaziyê nîşan neda. Dema ku nema karîbû li Tirkiyeyê bistirê û neçar ma sirgûnî Ewropayê bû, li sirgûnê jî her tim di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de ma, bû pêşeng. Hest, fikir û ruhê xwe ti carî teslîm nekir. Timî guh da hestên xwe.
Dema ku Salîh Dogan Yildirim (Cûmalî) 28’ê Tebaxa 2005’an li navçeya Elbak a Wanê di şerê bi artêşa Tirk re, Sînan Altûn (Dogan) jî 21’ê Nîsana 2006’an li Xinêrê di topbarana dewleta Îranê de şehîd bû, li nava nivînê xwe yê nexweşiyê de gotibû, “Tiştekî nebaş hatiye serê neviyên min, hûn ji min re nabêjin.” Dayika Hatîce bi vî rengî hîsa wan kiribû.
YEKANE TIŞTA KU EW ÊŞAND
Û Dayika Hatîce di nava ewqas êş, zehmetî û zilmê de rojeke bi tenê jî negot ax. Ji bo pirsa; tişta ku wê diêşîne, wê bi xwe bersiv dabû: “Me gelekî êş kişand. Lê belê me ji dil kişand. Me bi qehrê nekişand. Hîn jî em dikin. Dema ku hevalek bê mala me, weke ku mala me bûye bihuşt. Dema ku heval nayên ez li ber dikevim, xemgîn dibim.
GOTINÊN WEKE WASIYETÊ
Bi gotina şehîd Riza Altûn, hemû taybetmendiyên ku Dayika Hatîce wê dike Dayika Hatîce, hîn jî rê nîşanî me dide; bi van gotinên ku weke wasiyetê li pey xwe hişt:
“Ji bo azadiya Serok wê gel bibe yek. Çareya xwe çi be, wê peyda bike. Azadî ew e. Apoyiyan bersiv dan daxwazên di dilê me de. Karê xwe bi bedewî, bi rastî kirin. Ew têra min dike…”
KEDA WAN A LI SER ME DÎROKÎ YE
Rêber Apo li ser koça dawî ya Dayika Hatîce wiha gotibû:
“Keda Dayika Hatîce û gelek dayikên me ya li ser me; kur û keçên xwe dîrokî ye. Dayikbûna wan bi avabûna gelekî nûpînû ya bi rûmet bi wate bû. Min her tim bawer kir û hîn jî bawer dikim ku têkoşîna Kurdistanê wê bi keda we dayikan, bi lehengî û fedakariya zarokên leheng ên Kurdistanê yên ji aliyê we ve hatin mezinkirin wê bi ser bikeve.”
Dayika Hatîce, Dayika Gulîzar (Dayika yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan) li Kurdistanê bûn sembol. Weke şopdarên kurên wan, bi hezaran dan ser şopa herdu dayikan û dimeşin. Li pêşberî dayikên ku canê xwe di oxira welatekî azad de feda kirine bejna xwe bi rêzdarî ditewînim.

