Şemî, 29 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Di serê gavên ji niha û pê ve de divê azadiya Birêz Ocalan hebe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistan û Tirkiyê pêşwazîkirina cangoriyên azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Demokrasî ne lutifek ku ji jor ve tê dayîn, bi xwerêxistinkirinê xurt dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mamoste Şemal li Kifriyê bi merasîmeki girseyî hata bibîranîn, serdana gora wî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hat bibîranîn
Rojane

Salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hat bibîranîn

Di bîranînên ku bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin de, wiha hat gotin, “Em ê têkoşîna wan a azadiyê her tim bidomînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li Stenbol, Wan, Êlih, Cizîr, Dîlok, Îzmîr, Mêrdîn, Erzirom, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

STENBOL

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANKA-DER) Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ji bo 44emîn salvegera Berxwedana 14ê Tîrmehê li 3 navçeyên Sûltanbeylî, Esenler û Baxcilar ên Stenbolê bernameya bîraninê li dar xistin.

Di bernameya navçeya Esenlerê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKKê Ali Haydar Kaytan, Mehmet Hayrî Dûrmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hate vekirin û find hatin pêxistin. Bername bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir, piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyên siyasî û endamên saziyên civakî û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn.

Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin, axêverên bernameyê qala têkoşîna Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û tevahî şehidên Kurdistanê kirin.

Piştî axaftinan sînevîzyona ku behsa berxwedana 14ê Tîrmehê dikir, hat temaşekirin û bernameya bîranînê bi dirûşmeyan bidawî bû.

WAN

Bi pêşengiya MEMYA-DER û Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê li avahiya DEM Partiyê ya Wanê, pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz hatin bîranîn. Di bernameya bîranînê de pankarta bi nivîsa “Ronahiya çaran bersiv da berxwedana Mazluman” hat daliqandin. Di bernameyê de sînevîzyona ku behsa barxwedana 14ê Tîrmehê dike hate temaşekirin. Endam û serokên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek welatî tev li bernameyê bûn. Bernameyê ji bo hemû cangoriyên demokrasiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Selim Teken li ser navê MEBYA-DERê der barê wate û girîngiya rojê de axivî û got: “Di şeva Çaran de, ji bo ronîkirina tarîtiyê û êşkenceyên li zindana Amedê, wan bedena xwe da ber agir û li ser şopa Mazlum Dogan meşiyan. Di nav wê tarîtiyê de mîna topa agir bedena xwe şewitandin û rê nedan ku kes vî agirî vemirîne. Ev agir bû agirê azadiyê. Di komploya 12’ê Îlonê de, bersiva herî mezin a li dijî kesên ku dixwestin Kurdan tune bikin, bi çalakiya Mazlum Doğan hat dayîn. Wan rêya pîroz li pêşiya me vekir. Li ser vê esasê, di berxwedana 14’ê Tîrmehê de daxwaza têkoşîn û azadiyê hîn zêdetir bû û tarîtiya zindana Amedê hat mehkûmkirin. Dijmin dixwest Kurdan tune bike, lê belê kesên ku bedena xwe dan ber agir li dijî vê derketin û jiyana azad ava kirin. Helwesteke layîqî Kurdistanê nîşan dan.”

Bername piştî axaftinan, bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

ÊLIH

Bi boneya salvegera Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Êlihê li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) bernemaya bîranînê hat lidarxistin. Di bernameyê de nûnerên partiye siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl û kes tevlibûn. Girseya ku li wir amadebû ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgitinê dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Her wiha li ser maseyê wêneyên cangoriyên 14ê Tîrmehê, Alî Haydar Kaytan û yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn danîn. Bi heman awayî li maseyê bi gulên sor û agirê findan jî hatibû xemilandin.

​Endamê MEBYA-DERa Êlihê Şafî Aratemûr di bîranînê de axivî û  kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Em wek gelê Kurd dê her tim deyndarê wan bin. Em ê li ser riya ku wan nîşanî me daye bimeşin û bîranînên wan heta hetayê zindî bihêlin.”

​Bernameya bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

CIZİR

Li Eywana Orhan Dogan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê di pêşengiya Mebya-Derê ya Şirnexê de berxwedêrên 14î Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz yên Berxwedana Zindana Amedê bi tevilbûna Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek welatiyan hatin bîranîn. Wêneyên berxwedêrên 14ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan li eywana civînê hatin daliqandin.

Bernameya bîranînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona derbarê 14ê Tîrmehê û jiyana Alî Haydar Kaytan de hatiye amadekirin hat nîşandan.

Piştî nîşandana sînevîzyonê Hevserokê Mebya-Derê yê Şirnex Ramazan Togûrlû got ku Tevgera Azadiyê bi 6 kesan destpê kiriye û îro gehiştiye mîlyonan. Ramazan Togûrlû di berdewama axaftina xwe de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Piştî Ramazan Togûrlû Parlementer Mehmet Zekî Îrmez cangoriyên rêya azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha axivî: “Heya serkeftinê em ê şopdarên rêya wan bin. Di Zindana Amedê de li ber xwe dan û li hember zihniyeta faşîst serî netewamdin. Tevgera Apoyî nîşan da ku ji bilî berxwedanê rêyek din ji bo Kurdan tuneye. Asta îro em gihiştînê bi saya Rêber Apo û têkoşîna berxwedêrên 14ê Tîrmehê ye.”

Bîranîn bi berzkirina dirûşme û çepikan bi dawî bû.

DILOK

Platforma Saziyên Demokratîk a Dîlokê, bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bîranîn li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê pêk hat û gelek rêveber û welatî tev li bûn. Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevizyona ku behsa wate û girîngiya Hefteya Lehengiyê dike, hat nîşandan.

Bîranîn, piştî axaftinên li ser wate û girîngiya rojê bi dawî bû.

 ÎZMÎR

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYADER-EGE), di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de li avahiya Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti) a Îzmîrê bernameyeke bîranînê li dar xist. Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê yên Îzmîrê û gelek welatî tevlİ bîranînê bûn.

Bîranîn bi merasîma rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Di bîranînê de Hevserokê MEBYADER-EGE’yê Mîkaîl Atan axivî û bal kişand ser hovîtî û zilmê ku li Girtîgeha Amedê li dijî mirovahiyê hate kirin. Atan diyar kir ku pêşengên PKK’ê li dijî zilmê serî netewandin û canê xwe feda kirin û wiha got: “Wan got, ‘Di nav van çar dîwaran de tenê bedenek û canekî me heye, em ê wî bidin lê em ê serî netewînin.’ Hevrêyên me yên mîna Kemal, Alî û Akîf li wir ketin rojiya mirinê û şehîd bûn. Ne tenê ew, gelek lehengên gelê Kurd ên mîna Mazlûm û hevalên wî jî li wir li dijî vê zilmê serî netewandin. Di encamê de, ew Esat Oktay Yildiranê faşîst ê ku digot ‘Ez ê we hemûyan teslîm bigirim’, li pêşberî vê berxwedana mezin bêçare ma û neçar ma ku daxwazên girtiyan qebûl bike.”

MÊRDÎN

Li ser banga MEBYA-DER, TUHAY-DER û Înîsiyatîfa 78’an, li avahiya DEM Partiyê ya Mêrdînê bernameyeke bîranînê hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gelek welatî tevli bîranînê bûn. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û di axaftinan de minetdariya ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane hate nîşandan. Di axaftinan de hate gotin: “Zindana Amedê cihê herî giran ê îşkenceyê bû. Lê tevî vê yekê jî tu hevalên me ji têkoşîna xwe venegeriyan û bi fedakirina canê xwe nîşan dan ku gelê Kurd heye. Em ê her dem minetdarê wan bin. Di heman demê de em soz didin wan ku em ê tu carî wan ji bîr nekin û têkoşîna azadiya Kurd a ku wan canê xwe di oxira wê de da, her dem bidomînin.”

Yek ji şahidên berxwedanê Mehdî Aslan, tiştên ku qewimîn vegotin. Bîranîn bi nîşandana sînevizyonê bi dawî bû.

ERZIROM

Platforma Saziyên Demokratîk a Erziromê, bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, li avahiya Rêxistina Navçeya Tatosê ya DBP’ê bernameyeke bîranînê li dar xist. Di bîranînê de, piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, sînevizyonek li ser berxwedanê hate nîşandan.

BEDLÎS

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER), li rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Tetwanê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bername piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi nîşandana sînevizyonê berdewam kir.

MÛŞ

Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê jî li avahiya DBP’ê ya Mûşê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bername, piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi nîşandana sînevizyonê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Platfomra Saziyên Demokratîk a Colemêrgê bi boneya 14’ê Tîrmehê berxwendana pêşengên Tevgera Azadiyê ya di Zindana Amedê de dan meşandin, bernameya bîranînê li dar xist û sînevîzyonek da nîşandan. Bername li avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Bername ji bo hemû cangoriyên demokrasiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Nûnerê MEBYA-DER’ê Hamdî Taşkin piştî rêzgirtinê axivî û diyar kir ku bi saya wan cangoriyên di Zindana Amedê de jiyana xwe ji dest dane, ev tevger heya vê rojê hatiye û wiha got: “Niha di encama berxwedana wan de hemû cîhan Kurdan nas dike û hebûna Kurdan dizane. Wan miletek ji neyînî aniye heyîniyê û vê gavê dewleta Tirk jî li gel Kurdan pêvajoyek daye destpêkirin. Ev hemû bi saya wan şehîdan e. Divê em jî li gorî mîrateya wan tevbigerin û lê bibin xwedî.”

Piştî axaftinê sînevîzyona ku behsa berxwedana 14’ê Tîrmehê dikir, hat temaşekirin û bernameya bîranînê bi dirûşmeyan bidawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dîlek Oz: Veguhestina mîrateya berxwedanê ji bo pêşerojê erka me ye
Nûçeya Pişt re Şêniyên Qamişloyê: Em guhertina navên bajaran qebûl nakin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xwendekar bi coşeke mezin qeyda xwe li Zanîngeha Kobanê dikin

Li Kobanê xwendekar bi coşeke mezin, berê xwe didin zanîngehê û qeyda xwe dikin. Xwendekar…

Ji aliyê Stêrk TV

FGBRS: Peyama Rêber Apo ji bo hemû mirovatiyê ye

Gaziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyama Rêber Apo ya bi wesîleya yekemîn salvegera Banga…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Di serê gavên ji niha û pê ve de divê azadiya Birêz Ocalan hebe’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Kurdistan û Tirkiyê pêşwazîkirina cangoriyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Demokrasî ne lutifek ku ji jor ve tê dayîn, bi xwerêxistinkirinê xurt dibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?