Şemî, 29 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lêpirsîna Gulistan Doku: 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di serê gavên ji niha û pê ve de divê azadiya Birêz Ocalan hebe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistan û Tirkiyê pêşwazîkirina cangoriyên azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Demokrasî ne lutifek ku ji jor ve tê dayîn, bi xwerêxistinkirinê xurt dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Nisêbînê taziye di roja 3’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamoste Şemal li Kifriyê bi merasîmeki girseyî hata bibîranîn, serdana gora wî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji kevirên esasî yên berxwedanê: Mehmet Hayrî Dûrmûş
Kurdistan

Ji kevirên esasî yên berxwedanê: Mehmet Hayrî Dûrmûş

Girtîgeha li Amedê yek ji berxwedanên herî mezin ên dîroka Kurd e. Kenan Evren li Deriyê Çiyê di mîtîngê de girtîgeh nîşan da û got, "Li vê derê yên welê hene ku tu serê wan jî jê bike dev ji îdeolojiya xwe bernadin." Ev gotin ispata berxwedanê bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku yek ji rûpelên herî bi heybet ê dîroka berxwedana bi rûmet a gelê Kurd e, weke ku ji derve ve xuya dike ne tenê çalakiyeke girtîgehê bû. Xaleke şikestinê ya dîrokê bû ku têkoşîna hebûnê, nasname û rûmeta gelekî jinûve pênase dikir Yek ji pêşengên vê berxwedanê, ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê û endamê Komîteya Navendî Mehmet Hayrî Dûrmûş piştî wê berxwedana bêhempa ya 61 rojî, di 12’ê Îlona 1982’an de şehîd bû. Çîroka jiyana wî, kesayetiya wî ya dilnizm û mîrateya ku ji gelê Kurd re hişt di gotinên wî û vegotinên xizmên wî de têne bîranîn.

ÇÎROKA JIYANÊ YA ŞERVANEKÎ AZADIYÊ

Mehmet Hayrî Dûrmûş sala 1955’an li gundê Qumikê yê navçeya Depê ya Xarpêtê, li nava malbateke Dersimî weke zarokê sêyemîn ji dayik bû. Malbata wî ji gundê Riçikê yê Mazgîrtê koç kiribû. Dûrmûş ku li nava atmosfereke kêfxweş, aram û mêvanperwer mezin bû, ji zarokatiya xwe ve nîşan dida ku zarokekî cuda ye.

Dibistana seretayî li gel kekê xwe li gundê cîran li Kizilpinarê xwend. Yekî welê jîr û jêhatî bû ku di demeke kurt de derbasî pola duyemîn bû, piştre jî yekser derbasî pola pêncemîn bû. Heta salên xwendina Lîseyê li Çewlîgê perwerdeya xwe dewam kir û li Lîseya Çewlîgê du caran weke xwendekarê mînak hate birûmetkirin. Hevalên wî ew weke yekî bêdeng, giran, têgihiştî, rêzdar û xêrxwaz bi bîr tînin.

Li gorî gotinên malbata wî pirtûk di jiyana wî de xwedî cihekî gelekî taybet bû. Timî dixwend, difikirî. Li qatê jorîn ê mala xwe, bi dilxwazî dersên matematîk û kîmyayê dida xwendekarên ji gundên li derdorê ji bo xwendinê hatibûn Çewlîgê. Bavê wî Îsa Dûrmûş mirovekî xêrxwaz bû ku weke kedkarê tenduristiyê dixebitî û ti carî neheqî qebûl nedikir. Zarokên Îsa ev taybetmendî ji bavê xwe girtibûn.

Hayrî Dûrmûş ku Lîse di rêza yekemîn de qedand, mafê xwendinê li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê qezenç kir. Nexweşiya dayika wî yek ji sedemên sereke bû ku wî xwendina tipê hilbijart. Ji dayika xwe re gotibû, “Dayê tu nemire, ez ê bibim doktorê te.” Ji bo Hayrî Dûrmûş tip ne pîşeyekî şexsî bû, ew amûreke ji bo xizmeta ji gelê xwe re bû.

LÊGERÎNÊN ŞOREŞGERÎ Û TEVLÎBÛNA LI TEVGERA AZADIYÊ YA KURDISTANÊ

Salên Enqereyê di jiyana wî de bû xaleke werçerxê. Dema ku li pola çaremîn a zanîngehê bû piştî ku hevalekî wî (Ji Rihayê) li Enqereyê hate kuştin, dema ku cenazeyê wî bir, hate binçavkirin. Mehekê li Girtîgeha li Rihayê hate ragirtin. Ev tecrûbe bû sedem ku hişmendiya wî ya siyasî kûr bibe. Piştî demeke kurt bi nameyeke ji dibistanê hat, hîn bû ku yek ji 118 kesên ji dibistanê ye û di nava wan de di rêza destpêkê de ye.

Hayrî Dûrmûş sala 1973’an tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Di dawiya sala 1975’an de koma Apoyî nas kir. Dûrmûş ku lêkolînên kûr li ser Marksîzm û Lenînîzmê kir, di sala 1977’an de dest ji zanîngehê berda û biryar da ku jiyana xwe bi rengê şoreşgerekî profesyonel dewam bike. Dema ku ji malbata xwe re eşkere kir ku tevlî rêxistinê bûye, ev got: “Ne tenê dayika min nexweş e, her kes nexweş e. Li Qoserê 33 mirov ji ber doza xwînê hatin kuştin. Em çûn, me ew mesele hal kir û min wê demê li wir dît ku pêwîstiya hemû Kurdan bi min heye. Dema ku bibûma doktor min ê tenê nexweşên xwe muayene bikira, lê belê ez dixwazim ji her kesî re bibim derman, eger karibim bibim.”

DAMEZRANDINA PKK’Ê Û KARÊN RÊXISTINÎ

Hayrî Dûrmûş li Çewlîg, Amed, Mêrdîn û Rihayê bi rengekî çalak beşdarî karên rêxistinkirina gel bû. Di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê fîsê beşdarî Kongreya Damezrandinê ya PKK’ê bû. Di Kongreyê de Rêber Apo bû Sekreterê Giştî, ew jî ji bo endametiya Komîteya Navendî hate hilbijartin. Di amadekirina rêziknameya partiyê de bi roleke girîng rabû.

Piştî civîna li taxa Dîkmen a Enqereyê ya Cotmeha 1975’an ku Rêber Apo, Alî Haydar Kaytan, Cemîl Bayik, Hakî Karer, Bakî Karer û Hayrî Dûrmûş tevlî bûn, li gel Rêber Apo broşura ji 68 rûpelî ya bi navê “Rêya Şoreşa Kurdistanê” nivîsî ku hîmên îdeolojîk ên rêxistinê bû.

Di civîna Komîteya Navendî ya 5’ê Çileya 1979’an de Rêber Apo Mehmet Hayrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan û Bakî Karer weke endamên Komîteya Navendî diyar kir. Li gel Cemîl Bayik ku berê hatibû diyarkirin, Komîteya Navendî ya ji 7 kesan Komkujiya Mereşê nirxand û nexşerêya rêxistinê destnîşan kir.

GIRTIN Û ZINDANA LI AMEDÊ

Hayrî Dûrmûş di 30’ê Mijdara 1979’an de bi operasyonekê li Qoserê hate girtin. Li Dadgeha Rewşa Awarte ya li Amedê bi navê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê parastina siyasî kir.

Dûrmûş di 25’ê Mijdara 1980’î de di nameya ji bo malbata xwe wiha digot:

“Weke li her devera cîhanê, weke kesekî ku bi wezîfe û berpirsyariya xwe zane ez jî ji bo rizgariya gelê xwe, ji bo serxwebûna welatê xwe beşdarî nava têkoşînê bûm. Ji sala 1973’an heta 1979’an bi rengekî çalak xebitîm. 7 salan min bi çalak têkoşîn meşand. Dibe ku ev dem ji bo we dirêj be lê belê ji bo mirovekî siyasetê ku her tiştê xwe daye têkoşîna welatparêziya şoreşger, gel û mirovahiyê parçeyekî gelekî biçûk ê demê ye.”

Dûrmûş ku li Girtîgeha Leşkerî ya li Amedê li gel sedan hevrêyên xw hate ragirtin, li hemberî kiryar û êşkenceyên li girtîgehê bû yek ji pêşengên berxwedanê. Di îfadeya xwe de ku li girtekên dadgehê hate nivîsandin wiha digot:

“Ez endamê rêxistina Partiya Karkerên Kurdistanê me ku ji demokrasî û serxwebûna li Kurdistanê re pêşengiyê dike. Ez ji destpêkê ve tevlî karên vê tevgerê bûm, hîn di asta komê de beşdarî kar bûm û di pêvajoya partîbûnê de bi rengekî çalak tevlî bûm. Di civîna damezrandinê de amade bûm. Piştre jî ji Komîteya Navendî ya Partiyê re hatim hilbijartin.”

BERXWEDANA ROJIYA MIRINÊ YA MEZIN A 14’Ê TÎRMEHÊ

Piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’î, di atmosferekê de ku Girtîgeha li Amedê veguherîbû navendeke êşkenceyê, mafê parastinê nedihate naskirin û êşkence gihîştibû asta herî bilind, bi pêşengiya Mehmet Hayrî Dûrmûş di 14’ê Tîrmeha 1982’an de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin hate destpêkirin.

Hayrî Dûrmûş li daddgehê eşkere kir ku dest bi çalakiyê dike û wasiyet kir ku gotina ‘Bi deyndarê mir’ li kêla wî bê nivîsandin. Ev gotin weke nîşaneya herî şênber a hestê wî yê deyndariya ji bo gelê xwe û dilnizmiya wî tê qebûlkirin. Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jî bi wî re beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî berxwedana ji 61 rojî di 7’ê Îlona 1982’an de Kemal Pîr, di 12’ê îlona 1982’an de Mehmet Hayrî Dûrmûş, di 15’ê Îlona 1982’an de Akîf Yilmaz û di 17’ê Îlona 1982’an de Alî Çîçek şehîd bûn.

ŞEHADETA WÎ Û CENAZE

Polîsan di rê de agahiya şehadeta wî dan bavê wî Îsa Dûrmûş. Bavê wî, xwişka wî û xizmekî wî ku çû cenaze werbigirin cenaze ji Amedê anîn û gihandin Çewlîgê. Stuyê Hayrî Dûrmûş şikestî bû, bedena wî jî tenê çerm û hestî mabû. Bavê wî çend taksî kirê kir, hemû xizmên xwe li wesayitan siwar kir û cenaze li temamiya Çewlîgê gerand. Dema ji ber Lîseya Çewlîgê derbas bû got, “Min te anî! Tu bi serbilindî ji vir çû û bi serbilindî hat.”

Ji ber şert û mercên rewşa awarte merasîma cenaze sade bû û li gorî mercên demê tevlîbûneke zêde çêbû. Hayrî Dûrmûş li Goristana Duzagaç a li Çewlîgê hate veşartin. Kekê wî Huseyîn Dûrmûş ku 1’ê Çileya 1981’ê de şehîd bû li heman goristanê hatibû veşartin. Hayrî, Huseyîn û xwişka wan Yildiz, sê xwişk û bira li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd şehîd bûn.

‘LI VÊ DERÊ YÊN WELÊ HENE KU TU SERÊ WAN JÊ BIKE JÎ NIKARE WAN JI ÎDEOLOJIYA WAN VEGERÎNE’

Mehmet Hayrî Dûrmûş weke yek ji sembolên 14’ê Tîrmehê tê dîtin ku ji aliyê PKK’ê ve weke ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ hate ragihandin. Piştî 41 salan, di sala 2023’an de Weşanên Serxwebûnê name, nivîs û girtekên li dadgehê yên wî kir pirtûk.

Berxwedana li Girtîgeha Amedê weke yek ji berxwedanên herî bi heybet ên hişê gelê Kurd derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Serokkomarê wê demê Kenan Evren li Deriyê Çiyê yê Amedê di mîtîngekê de girtîgeh nîşan da û got, “Li vê derê yên welê hene ku tu serê wan jî jê bike nikare wan ji îdeolojiya wan vegerîne.” Ev gotinên wî ispata bandora berxwedanê bû.

HIN NIRXANDINÊN TÊKILDARÎ WÎ

Rêber Apo: Ev çalakiya ku hevrê Kemal, Hayrî û Akîf pêşengî jê re kirin, rêze bandora destpêkirina çalakiyeke bi vî rengî ku di kêliya herî krîtîk a li dijî pêla teslîmiyetê ya serberjêriyê hate destpêkirin, di roja me ya îro de hîn baştir dikare bê fêhmkirin û encam jê bê wergirtin.

Nêzîkatiya şaş a li şehîd, xemsarî û lîstina bi nirxên wan dibe ku ew rastî bi xwe ye ku wî kesî diqedîne û ji fîşeka dijmin bêhtir xetere ye. Yên ku li hemberî nirxên berxwedana mezin feraset, hurmet û dilsoziya xwe bi hevgirtî nekarîn biparêzin, nekarî mafê wê bidin; nikarin ji lanetbûyînê, lewma ji tinebûna li pêşberî dijmin xwe rizgar bike.

Sakîne Cansiz: Di Kongreya Damezrandinê de Rêbertî anî ziman ku civîn ji aliyê hevalekî din ve dikare bê birêvebirin û pêşniyar kiribû ku “Hevalê Hayrî vê bike.” Piştî ku ev pêşniya hate qebûlkirin kongreyê bi rêveberiya Hayrî Dûrmûş destpê kiribû.

Alî Haydar Kaytan: Yê ku di Kongreya Damezrandinê de civîn bi rê ve bir Hayrî Dûrmûş bû. Weke dîwana ji yek kesî wî civîn bi rê ve dibir. Rêbertî di kongreyê de li ser rastiya kadro sekinî. Anî ziman ku heta kadroyên şoreşger ên profesyonel neyê avakirin mirovê nikaribe qala rêxistineke şoreşger bike. Nirxandinên Rêbertî yên li kongreyê ji sê kategoriyan pêk dihat. Beşa destpêkê bi vî rengî pênase dikir: Hevalên ku hewl didin li gorî tempo û rêbaza Rêber Apo tevbigerin. Hevalên Mazlûm û Hayrî di nava vê beşê de bûn. Yên di nava beşa destpêkê de weke xakeke berhemdar bû. Dema ku tov li vê xakê dihate çandin ji bo yekê sed, ji bo yekê hezar berhem dida.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sînan Ok: Divê em aboriya aştiyê jî ava bikin
Nûçeya Pişt re Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşa dewleta Tirk bi girseyî meşiyan

Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku îro di demjimêrên sibehê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Careke din birînên me yên qemûşgirtî vedibin û xwîn ji wan dipijiqe

Mirov dixwaze devê xwe bilebitîne, tevahî kerba xwe bi ser wan tundrewan, hovan û efendiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Haberturk û Show TV hatin desteserkirin

Di operasyona Serdozgeriya Kuçukçekmeceyê de Can Holding jî di nav de 121 şîrket hatin desteserkirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Nisêbînê taziye di roja 3’yan de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêpirsîna Gulistan Doku: 10 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE’yê bi Venezuelayê re peymana petrolê îmze kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Di serê gavên ji niha û pê ve de divê azadiya Birêz Ocalan hebe’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?