În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ezîz Hezex: Şehîd û gazî nirxên herî pîroz in
Rojava

Ezîz Hezex: Şehîd û gazî nirxên herî pîroz in

Ezîz Hezex destnîşan kir ku Rêber Apo rola pêşengtiyê daye gaziyan û got, “Di nav Tevgera me de şehîd û gazî nirxên herî pîroz in. Bi vê zanebûnê dema mirov li mijarê dinêre tê dîtin ku rola gaziyan ji dema ne gazîbûn zêdetir e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ji gaziyên Rojavayê Kurdistanê Ezîz Hezex ê demeke dirêj di rêveberiya gaziyan de cih girt, têkildarî wate û berpirtsiyartiya gaziyan a di nav têkoşînê de nêrînên xwe anîn ziman.  

Ezîz Hezex diyar kir ku Rêber Apo gaziyan weke şehîdên nemir pênase kiriye û ev anî ziman, “Li ser vî esasî berpirsiyartiya gaziyan girantir dibe. Şoreşgerek dema tevlî nav têkoşînê  dibe yan di aliyê keda bedenî yan jî keda fikrî de têkoşîn dike. Lê dema mirov dibe gazî hewce dike mirov di gelek aliyan de xwe pêş bixe. Ji ber Rêbertî û Tevgera Azadiyê rola pêşengtiyê daye gaziyan. Di nav Tevgera me de şehîd û gazî nirxên herî pîroz in. Bi vê zanebûnê dema mirov li mijarê dinêre tê dîtin ku rola gaziyan ji dema ne gazîbûn zêdetir e.”

Gazî Ezîz Hezex bi bîr xist ku di dewletan yan jî tevgerên cuda de dema kesek di şer de birîndar dibe piştî tedawiyê wî datînin cihekî, mîna êdî bi kêrî tiştekî nayê û hewcedar e tê nirxandin û got, “Lê di Tevgera Azadiyê de berpirsiyartiya ya herî girîng û rola pêşengtiyê ji bo gaziyan tê dayîn. Vaye Tevgera Apoyî bi van nêzîkatiyên xwe û pratîka xwe ji yên din cudatir e. Ev tiştekî wer jixweber nîne. Eger ferd wateya armanca tişta ji bo wê berdêl daye fêm bike, helbet wê ji her kesî bêhtir xwedî li doza xwe derkeve. Ji ber ji bo vê armancê xwîn daye, ji bedena xwe parçe daye. Vaye tişta  gaziyên Apoyî weke wezîfe ji xwe re esas digirin ev e.”

Ezîz Hezex anî ziman ku berê me behsa şoreşên Kuba, Vîetnam û şoreşgerên weke Che Guevera û hwd. dihat kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe “Me jî ew mînak digirtin. Lê îro em dibînin ku şoreşa me ji hemû gelan re bûye hêviya azadiyê. Bi sedan hevrêyên me yên leheng hene ku hevalên enternasyonal ên beşdarî nav Tevgera me bûne navê wan li xwe dikin. Heval Mazlûm bi gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ çalakiya herî mezin li hember cûntaya faşîst pêş xist. Heval Xeyrî yê di çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin de her roj bi awayê bedena wî diheliya çû şehadetê digot, ‘Li ser kêla gora min binivîsin deyndarê gelê xwe ye.’ Hevrê Zîlan bi gotina, ‘Xwezî tiştek ji canê min zêdetir hebûya ku min daba’ ew çalakiya dîrokî pêk anî. Bi sedan hevalên me yên wiha wate û girîngiya têkoşîna me ya Apoyî îfade dikin. Gaziyên Apoyî yên şopdarên van lehengan e. Ji her demê zêdetir ji bo parastina nirxên xwe di nav têkoşînê de ne. Parçeyên ji bedena xwe dane bi xurtkirina aliyên xwe yên din temam dikin û pêşengtî çawa tê kirin nîşan didin. Ev ji bo me hemûyan cihê serbilindiyê ye.”   

Ezîz Hezex destnîşan kir ku mirov çiqasî di aliyê rastiyê de lêhûrbûnên bîrdozî bike pêşiya mirov ewqasî vedibe û got, “Ti carî ji bo hevrêyên gazî bêmoralî, xemgînî nabe. Divê hevalên gazî tiştek wer layiqî xwe jî nebînin. Têkoşîna me hê berdewam dike. Perspektîfên pir bi nirx ên Rêbertî ji bo hevalên gazî hene. Ev ji bo me hemû hevalên gazî perspektîfên herî bi qîmet ên wê tekez me bigihînin serketinê ne.”

Gazî Ezîz Hezex axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Di salên 1990’an de hevalê Çekdar li Botanê xebat dimeşand. Cara destpêkê 1992, cara duyem 1994’an birîndar bibû. Lingekî xwe winda kiribû û tiliyên destekî wî qut bibûn. Heval Çekdar du lingên protez ji xwe re çêkiribû. Yek kiribû lingê xwe, yê din jî di çenteyê xwe de bi xwe re digerand. Digot ku dema lingê wî yê protez ê bi kar tîne bişike wê yê yedek bixe şûna wî. Hevrê Çekdar bi vî halê xwe li çiyayên azad gerîlatî dikir. Timî bi coş û moral bû. 1997’an li Gabarê di şerekî de şehîd bû. Dema eskerên Tirk heval Çekdar dîtin şok bibûn. Weke gaziyên şer em hevalên hevrê Çekdar, Cemîl Amed, Tekîn Goyî, Karker Êrîş, Aram Îbrahîm, Deştî Amanos, Sorxwîn Rojhilat, Hogir û Serkêş in. Wan hevalan tevî ji bedena xwe parçe jî dabûn, di asta herî jor de rêveberî û pêşengtî ji hevalan re kirin û dema li ser erka xwe bûn, çûn şehadetê. Weke hevrêyên gazî em ê timî di rêya van hevrêyan de bimeşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê NY: Di du karesatên keştiyan de dibe ku zêdetirî 500 penaberên Rohingya miribin
Nûçeya Pişt re Heyeta Îmraliyê serdana Devlet Bahçelî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa Îsraîlê de fermandarên Hîzbûllahê hatin kuştin

Piştî êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê ku weke bersivdanê pêk anî, Îsraîlê careke din…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin baweriyê bi qereqol û edliyeyan nayînin: Tundî bi zêdebûnê berdewam dike

Ji Baroya Amedê Dîcle Gencay got, "Qereqol ku cihê destpêkê yê serlêdana jinan e, jinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwan wê ji Amedê bimeşin Amarayê

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi dirûşma 'Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

10 roj in agahî ji hunermend Jîna Ehmedî nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?