Girtiyê nexweş Mehmet Şîrîn Çelîk di 3’yê Tîrmehê de li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Xarpêtê xwînrijiya mejiyê wî, piştî du rojan li beşa lezgîn hat hiştin birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Xarpêtê.
Çelîk di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re diyar kir ku bêyî daxwaziya wî ew birin Girtîgeha Tîpa R û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê berdewam dikin.
‘MIN NEXWEST BÊM VIR’
Çelîk piştî xwînrijiya mejî wî gelek caran bi tayê ketiye û got, “Min xistin girtîgeheke tîpa R. Min nexwest bêm vir. Ez di odeya takekesî de dimînim. Di mayîna li vir de zehmetiyğ dikişînim. Ji sibehê ve ez avê dixwazim, lê hîn ji kantînê av nehatiye.”
MALBAT DAXWAZA TALOQKIRINA CEZAYÊ KIR
Kurê wi Amed Çelik diyar kir ku rewşa tenduristiya bavê wî malbatê xemgîn dike û bi şev nikarin razên.
Amed Çelik bang li Wezareta Dadê kir û got, “Em ji Wezareta Dadê daxwaz dikin ku demildest cezayê bavê min taloq bike. Berî ku encamên nebaş çêbibin, bila cezayê bavê min bê taloqkirin û ji bo bikaribe tedawiyê li cem malbata bidomîne divê bê berdan. Mafê jiyanê yê mirov ji şert û mercên girtîgehê ne kêmtir e. Ji kerema xwe bersivê bidin banga me.”

