Çalakiya ku bi mebesta salvegera 12’an a Fermana 3’yê Tebaxê, li Sûka Kevin a Şengalê ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê û Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzdîxanê ve hatibû destpêkirin, bi tevlîbûn û girîngiyeke mezin berdewam dike. Îro jî li cihê çalakiyê gelek welatî ji tevahiya devera Şengalê hatin serdana sûkê û şehîdên fermanê bi rêzdarî bibîr anîn. Li Sûka Kevin a Şengalê, ku wekî cihê berxwedana herî mezin a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê tê nasîn, gelek wêneyên şehîdan û windahiyên fermanê hatine daliqandin; welatî rojane li ber van wêneyan mûman dipexînin û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re nû dikin.
Di çarçoveya bernameya îro de, bi pêşengiya Weşanxaneya Şengalê ya Çandî ve nêzî 20 wênesaz hatin Sûka Kevin û wêneyên ku li ser êş, tirs, ked û berxwedana civaka Êzidî hatibûn xêzkirin, hatin nîşandan. Van berhemên hunerî bala xelkê gelekî kişand û eleqeyeke mezin dît. Di heman demê de ji aliyê rêveber û endamên Şaredariyên Komînên Gel ên Şengalê ve jî li heman cihî daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate dan.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya Şaredariyan Silêman Kito ve hat xwendin. Kito di destpêka axaftina xwe de şehîdên fermanê bi rêzdarî bibîr anîn û destnîşan kir ku heger ew îro dikarin li ser vê xaka pîroz bi azadî li hev civiyan û qurbaniyên xwe bibîr bînin, ev hemû bi xêra fedakarî, xwîn û keda van şehîdane.
Silêman Kiito da zanîn ku divê hemû cîhan û her kes baş bizanibe ku Şengal bi xwedîderketin û bedelên van şehîdan hatiye rizgarkirin û diparêze û got; “Tevî ku ev nêzî salvegera 12’an a vê karesata mezin dibin jî, mixabin ev fermana ku wekî fermana sedsalê tê naskirin heya niha ji aliyê gelek dewletên cîhanê ve û di nav de ji aliyê dewleta navendî ya Iraqê ve jî hiqûqî û fermî wekî qirkirin û jenosîd nehatiye qebûlkirin. Silêman Kito bang li hikûmeta Iraqê kir ku êdî dev ji vê bêdengiyê berde, Lewra dem hatiye ku dewleta Iraqê heq û mafên rewa û qanûnî yên civaka Êzidî nas bike û êşa vê civakê bi fermî bipêje.
Her wiha komek ku ji çalakvan û reweşenbîrên Eereb pêkdihat, ji Bexdayê seredana çalakiyê kirin û piştgriya xwe bi civaka Êzidî re dan diyarkirin.
Piştî daxuyaniyê û nîşandana wêneyan, çalakiya bîranînê bi tevlîbûna xelkê herêmê heya derengiya şevê berdewam kir.

