Li navçeya Depê ya Xarpêtê di çarçoveya Festîvala Xweza û Çandê ya Depê ya 2026’an de ku ji aliyê Şaredariya Depê ve tê lidarxistin, konserek hat lidarxistin. Di konsera ku li Baxçeyê Mîllet de hat lidarxistin de ktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, ji Sekretaryaya Îmraliyê Veysî Aktaş, nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî û bi hezaran kes beşdar bûn.
Li vir Hevşaredara Depê Eda Durmuş axivî û destnîşan kir ku şaredariyên ku qezencên têkoşîna jinan e di avakirina demokrasiyê de rolek girîng dilîzin û got: “Ev bajar ê me hemûyan e, em ê geşedana bajarê xwe bi hev re pêk bînin. Festîval ne tenê ji bo şahiyê ne. Ew motîfên jiyana civakê, kodên çandî yên jiyana nû û ruhê kolektîf ê asoya me ya civakî digehînin dahatûyê.”
Hevşaredar Cafer Ogur jî got: “Rewşa me bihêz e. Tiştên ku me kirine em ê jê bêtir jî bikin. Em bi Şaredariya Uskudarê re bûn şaredariyên bira. Îro dê şaredara wir jî di nav me de biba. Lê bi rengekî nehiqûqî hat girtin. Ev sepandin zirarê didin aştiyê. Divê ev yek tavilê bi dawî be. Em ê li pey îradeya aştiyê ya ku rêzdar Ocalan derxistiye holê biçin.”
Piştî axaftinan Azad Bedran, Silbûs û Tarî û Erol Berxwedan derketin ser dikê. Di konsera ku coşeke mezin lê hebû de bi domdarî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Beşdarên konserê bi hev re strana “Ölmedi Mazlum Doğan” ku ji bo bîranîna Mazlûm Dogan ê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê yê ji Depê hatibû amadekirin, stirîn. Hunermendên ku derketin ser dikê jî bang kirin ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve divê têkoşîn bê xurtkirin.
Konser bi govenda ku hat gerandin, bi dirûşm, çepik û bi tilîliyan bi dawî bû.

