Pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir, bi gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd re gihîşt qonaxeke nû. Ji bo rêveçûna pêvajoyê û veguherîna ji pêvajoyeke çareseriyê re qala pêwîstiya avakirina zemîneke hiqûqî tê kirin. Bal niha li ser qanûna çarçoveyê ye ku tê payin li meclîsê bê amadekirin. Siyasetmedar, hiqûqnas û rêxistinên girseyî yên demokratîk dibêjin ku divê qanûna çarçoveyê ne metneke teng a li ser pêvajoya rawestandina şer be, lê divê bibe nexşerêyeke berfireh ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji xwe re dike esas. Sernavên bingehîn ên pêvajoyê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, afirandina mercên ragihandin û karkirinê yên azad ji bo wî, bicihanîna sererastkirinên qanûnî û destûrî yên ji bo mayindebûna aştiyê ne.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ji ANF’ê re li ser mijarê axivî.
‘ZEMÎNA QANÛNÎ DİVÊ LI MUTABAQATA ÎMRALIYÊ BÊ’
Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser girîngiya stratejî a aliyê hiqûqî yê pêvajoyê û li ser wesf û giraniya qanûna ku tê nîqaşkirin ev nirxandin kir: “Ssedema pênasekirina vê sererastkirinê bi gotina ‘qanûna kokê’ ew e ku Birêz Ocalan bi xwe pênase kir û divê xwedî wê zemînê be ku ji bo reformên qanûnî û destûra bingehînî yên piştî wê bêne kirin diyarker be. Bêguman mirov nikare li bendê bin ku pirsgirêka Kurd a ji sed salî bi hemû aliyên xwe li ser metneke qanûnê bê çareserkirin. Lê belê qanûna bê derxistin mecbûr e ku li hevdîtin û mutabaqata li Îmraliyê bê. Hewldanên yekalî yên desthilatdariyê yên li derveyî mutabaqatê wê di pratîkê de bersiva xwe nebîne û rîska bêkêrbûna pêvajoyê bi xwe re bîne. Bendewariya me û îradeya civakê ew e ku qanûneke çarçoveyê ya ku baweriyê ava dike, pêşî li entegrasyona siyasî-civakî vedike bêyî derengketinê li parlamentê bê amadekirin û derxistin.”
‘BIRÊZ OCALAN MUZAKEREVANÊ AŞTIYÊ YE; DIVÊ KARIBE BI RENGEKÎ AZAD BIXEBITE’
Tulay Hatîmogûllari ragihand ku rêveber û mîmarê sereke yê pêvajoyê Rêber Apo ye û bang li aqlê dewletê û desthilatdariya siyasî kir ku gavên bi wêrekî û hevgirtî biavêje: “Weke ku aqlê dewletê û aktorên siyasî hemûyan qbûl kirine Birêz Ocalan aktorê damezrîner ê sereke û muzakerevanê sereke ye. Helwesta Tevgera Azadiyê û rêxistiniyên li derveyî welat zelal e: Di rewşeke welê de ku Birêz Ocalan yekser tevlî nebûye û bi rê ve nabe, nepêkan e ku gavên pratîkî bêne avêtin. Lewma ji bo pêvajo bigihêje armanca xwe divê Birêz Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, mercên ragihandin û karkirinê ji bo wî bêne misogerkirin û bi qanûnê bê ewlekirin. Helwesta dudilî ya desthilatdariyê ya li pêşberî vê rastiyê, pêvajoyê dixe nava rîskê. Jinûve avakirina hêviya aştiyê ya ku ziyan lê bûye, bi gavên şênber dibe.”
‘MAFÊ WELATÎBÛNA WEKHEV Û PERSPEKTÎFA DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK’
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di çarçoveya têgeha welatîbûna wekhev de bi naskirina hemû nasname, ziman û baweriyan dibe û got, “Hemû civakên bawerî û gelên li cografya Tirkiyeyê hêmanên esasî yên vî welatî ne. Lewma esasê çareseriyê jî avakirina hiqûqa welatîbûna wekhev e. Piştî qanûna kokê divê mewzûata antî-demokratîk ên weke TCK û TMK bi lez bê neqandin û dawiya dawî Destûreke Bingehîn a Demokratîk a ku hemû beşên civakê hembêz dike bikeve meriyetê. Sererastkirinên ku xizmetê ji hesabên siyasî yên teng an jî ji lêgerînên desthilatdariyê yên hin derdoran re xizmetê bike, wê bersivê nede pêwîstiyên civakî; ya esasî avakirina zemîna destûra bingehîn a Komara Demokratîk e.”
‘BÊDENGBÛNA ÇEKAN TÊRÊ NAKE, AŞTÎ BI TÊKOŞÎNÊ DIVÊ CIVAKÎ BIBE’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê destnîşan kir ku sererastkirinên qanûnî di bi berpirsyariya dewletê de ye, lê belê aştî bi têkoşîna civakî ava dibe û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Aştî ne bendemayineke pasîf an jî ragihandineke burokratîk e; aştî pêvajoyeke têkoşîna demokratîk e ku civaka rêxistinbûyî bimeşîne. Bêdengbûna çekan qonaxa derbasbûnê ye; ya esasî avakirina aştiya civakî ye. Sîstemeke ku demokrasî, edalet û azadî lê nebe mirov nikare qala aştiyeke mayinde bike. Têkoşîna aştiyê tê wê wateyê ku gelê Kurd karibe mafên xwe yên çandî û perwerdeya bi zimanê dayikê bi temamî bi kar bîne, li pêşberî krîza aboriyê ya giran bidestxistina mafê kedkaran e. Aştî li dijî tallan ekolojîk û wêrankirina xwezayê tê wateya têkoşînê. Li hemberî tundî û komkujiyên jinan ku di şexsê Gulistan Dokû de şênber bû tê wateya mezinkirina xwerêxistiniyê ya tevgera jinan. Kombûna hemû dînamîkan li ser xeteke hevpar wê avakirina Komara Demokratîk diyar bike.”

