Berdevka Meclîsa Jinan a dema beriya niya ya HDP’ê û hiqûqnas Ayşe Acar Başaran anî ziman ku demokrasî ne tenê sindoqa dengdanê ye û li ser rêveberiyên xwecihî, temsîliyeta wekhev û têkoşîna jinan ji ajansa me re axivî.
Ayşe Acar Başaran anî ziman ku ji bo qala demokrasiyeke giştî bê kirin, avaniyeke ku jin lê ne pasîf in şert e û got, “Eger rewşeke welê hebe ku jin di nava rêveberiyê û mekanîzmayên biryarê de bin, hingî mirov dikare li wê derê qala demokrasiyê bikin. Ev yek xala herî biçûk a demokrasiyê ye. Dema ku em tên ser demokrasiya yekser ku asta bilind a vê yekê ye, hingî gelekî girîng e ku jin beşdarî nava rêveberiyê û biryardanê bibin ku nîvê civakê ye û li her qada jiyanê hene. Lê belê rakirina astengiyên li pêşiya jinan li ser kaxizê têrê nake. Li gelek deverên cîhanê mafê hilbijartin û hilbijêriyê yên jinan hene, lê belê di pratîkê de bi milyonan jin hene ku nikarin mafê xwe yê hilbijartinê jî bi kar bînin. Di mînaka Tirkiyeyê de jî tê dîtin; Di destûra bingehîn de tê gotin ku her kes wekhev e, lê belê ji ber kêmniya mekanîzmayên teşwîqkirinê kêm e, temsîliyet jî gelekî kêm dimîne.
Weke Tevgera Siyasî ya Kurd me bi sîstema kotayê destpê kir û îro temsîliyeta wekhev û modela hevserokatiyê xist nava rêziknameya xwe. Demokrasî ne tenê sindoqa dengdanê ye; bi meclîs û komînên taxan re beşdariya gel a li nava rêveberiyê ye. Divê astengiyên li pêşiya jinan bêne rakirin û ev rewş bi qanûnî û destûra bingehînî bê misogerkirin.”
Ayşe Acar Başaran diyar kir ku di gelek mînakên cîhanê de gava maseyên aştî û çareseriyê têne danîn tê dîtin ku jin li derveyî pêvajoyê têne hiştin û encamên ji maseyê têne wergirtin avaniya serweriya mêr dewam dike û got, “Ji ber vê yekê hebûna jinan li dora vê maseyê ji bo azadiya tevahiya civakê gelekî girîng e. Tirkiyeyê mohra xwe daniye binê Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Xwecihî yên Ewropayê, lê belê şerh daniye ser xalên krîtîk ên têkildarî îdarî, malî û xweseriyê. Xalên ku şerh li ser nehatiye danîn jî ji ber polîtîkayên qeyûm bi cih nayên anîn. Bicihanîna şertê bêkêmasî tê wateya xurtkirina rêveberiyên xwecihî, çêkirina budçeyê ya ku jinan jî vedihewîne, mekanîzmayên weke hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev bi qanûnan bê misogerkirin. Xwecihîbûn û xweserî welêt parçe nake; berevajî vê yekê dike ku her herêm li gorî pêwîstiyên xwe bi rengekî demokratîk xwe bi rê ve bibe.”
Ayşe Acar Başaran diyar kir ku şensê wan ê herî mezin hebûna tevgera jinê ya xurt, paradîgmaya Rêber Apo ya ku azadiya jinê dike esas û mîrateya jinan a ku beriya wan berdêlên giran dan û got, “Pêşîvekirina li jin ên ciwan qenciyek nîne, encamek ji têkoşîna giran a bi salan e. Divê mirov bikevin nava siyasetê, pêşhukmên civakê û derdora xwe bişikînin. Kotayên jin û ciwanan ên di rêziknameyên me de kir, garantiyên weke sîstema fermûar ev derfet afirand. Lê belê divê ev yek li tevahiya siyasetê bê belavkirin. Divê siyaset nebe karê mirovên di temenekî de, yan jî çîneke aboriyê ya diyarker, yan jî yên xwedî asteke perwerdeyê. Divê kotayên mecbûrî û garantiyên qanûnî bêne afirandin ku di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de jin ên ciwan karibin yekser beşdarî mekanîzmayên biryardanê (Desteya Rêveberiya Navendî, Meclîsa Partiyê û hwd.) bibin.”

