Platforma Şiyar Be li dijî çetebûyîn û bikaranîna madeyên narkotîkê ku li bajarên Kurdistanê zêde bûye, çend roj berê bi daxuyaniyeke berfireh bernameyeke têkoşînê da destpêkirin. Gelek sazî tevlî vî karê bi navê “Rabin” bûn. Di vê çarçoveyê de wê li bajaran çalakiyên nobedê, daxuyaniyên çapemeniyê û civînên gel bêne lidarxistin.
Jin û ciwan pêşengiyê ji kar re dikin. Li Amedê li navçeyên ku girêdaniya bi madeyan lê zêde ye, karên rêxistinbûnê destpê kirin.
Hevserokê Şaxê Hejmara 2’emîn a Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Serhat Kiliç anî ziman ku wê li qadên civakî û perwerdeyê yên pêngavê kar bikin û diyar kir ku karê hişyarkirinê gelekî girîng e, lewma divê civak bi temamî piştgiriyê bide vê têkoşînê.
‘PIRSGIRÊKEKE CIVAKÎ YE NE ŞEXSÎ YE’
Kiliç ragihand ku ji bo têkoşîn derbasî ser zemîneke civakî ya hîn berfireh bibe pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û anî ziman ku bi taybetî di nava ciwanan de narkotî, qumar û çetebûyî gihîştiye asteke gelekî cidî.
Kiliç bi bîr xist ku beriya du salan ji bo têkoşîna li dijî narkotîkê Platforma Şiyar Be hate avakirin û got, “Ji bo mirov bêne agahdarkirin û zanekirin gelek kar hate kirin. Lê belê ev kar negihîşt asta ku tê xwestin. Ji bo di nava civakê de hîn bi bandor bibe û bersiveke xurtir ji girêdaniya bi madeyê re bê dayin bi navê ‘Rabin’ pêngaveke nû hate destpêkirin. Armanca vê pêngavê ew e ku ne tenê bi çend saziyan, lê belê bi tevahiya civakê û hemû saziyan re rêxistinbûn bê afirandin. Divê her welatî xwe weke parçeyekî vê pêngavê bibîne û bi berpirsyarî rabe. Ji ber ku girêdaniya bi madeyê pirsgirêka tevahiya civakê ye, ne tenê ya malbatekê yan jî şexsekî ye.”
‘BERPIRSIYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ MAMOSTEYAN’
Kiliç ragihand ku Egîtîm-Sen û KESK di nava pêkhateyên platformê de ye û destnîşan kir ku di vê pêvajoya nû de wê li qadê bi rengekî çalak bixebitin. Kiliç bi bîr xist ku girêdana bi madeyê bi taybetî li ser ciwan û zarokan belav dibe û anî ziman ku di vir de berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê mamosteyan. Kiliç got, “Ji ber pîşeyê xwe em yekser bi civakê re di nava danûstandinan de ne. Weke mamoste em dixwazin hişmendî û têgihiştinekê bidin xwendekar û malbatên wan. Em dixwazin li dibisanan û li derveyî dibistanê, di nava civakê de vî karî bimeşînin. Li Amedê nêzî 28 hezar mamoste wezîfeyê dikin û her roj bi bi hezaran xwendekaran re di nava danûstandinê de ne.
Zanebûna herî mezin divê destpêkê li nava mamosteyan destpê bike. Divê girêdana bi madeyê yek ji rojevên me yên bingehîn be. Eger her mamoste li dibistana lê wezîfeyê dike û li derdora xwe bi berpirsyariyê rabe dikare guherîneke cidî pêk bîne. Em parçeyekî çareseriyê ne, lê belê çareseriya esasî civak bi xwe ye.”
‘DIVÊ HER KES WEKE SAZIYEKÊ TEVBIGERE’
Kiliç diyar kir ku têkoşîna li dijî girêdaniya bi madeyê tenê bi karên perwerdeyê nabe û ragihand ku saziyên cemaweriyê, rêveberiyên herêmî û hemû beşên civakê divê bi hev re tevbigerin. Kiliç got, “Saziyên fermî, şaredarî û hemû sazî divê bi berpirsyariyê rabin. Divê her kes weke saziyekê tevbigere. Dema ku li kolanan şahidî ji bazirganiya narkotîkê yan jî bikaranîna wê kirin, divê karibin bi berpirsyariyê rabin. Ne tenê zarok û taxa xwe, divê em karibin hemû ciwanên bi xeteriyê re rû bi rû ne biparêzin. Eger zarokên din ne ewle bin, ne pêkan e ku zarokên me jî ewle bin.”

