Şaredarê berê yê Êlihê Nejdet Atalay ku ji ber atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê li sirgûnê ye, li ser mijara girîngiya rêveberiyên xwecihî ji ANF’ê re axivî.
Nejdet Atalay bi bîr xist ku dema qala rêveberiyên xwecihî dihate kirin heta niha şaredarî dihate fêhmkirin û got, “Lê belê dema ku xwecihî, li cih û têkiliya navendî-xwecihî ji aliyê felsefîk ve bê nirxandin, yan jî bi rengekî pratîkî dema mirov dikevin nava meseleyê, hingî dibînin bê çiqasî girîng e.”
Nejdet Atalay bi bîr xist ku netewe dewletên weke Tirkiyeyê avaniyên navendî ne, li gorî karakterê netewe dewletê jî ew avanî ye ku her tişt ji aliyê navendê ve tê diyarkirin, kontrolkirin û got, “Ev rewş bi rengekî xwezayî pirsgirêkan bi xwe re tîne. Ji ber ku mirov dixwaze li ser meseleyên ku pêwendiya wan bi jiyana wan heye biryarê bi xwe bidin û bandorê lê bikin. Gengaz nîne ku ji dûr ve pêwîstiya qada xwecihî bê dîtin, rast bê tespîtkirin û biryarên rast bêne dayin.”
Şaredarê berê yê Êlihê diyar kir ku divê qada xwecihî xweser be, xwedî wan referans û mekanîzmayan be ku karibe paşeroja xwe bi xwe tayîn bike û got, “Lê mixabin rewş bi vî rengî nîne. Li gorî Qanûna Şaredariyan a di meriyetê de ye, biryarên şaredar û meclîsa şaredariyê bi destûr û erêkirina qeymeqamî û walîtiyê ve girêdayî ye. Şaredar dema derkeve derveyî bajêr jî neçar e ku agahiyê bide qeymeqamm an jî walîtiyê. Têkiliyeke bi vî rengî ya wesayetê heye.”
Nejdet Atalay ragihand ku wîlayet û qeymeqamtî tê wateya dewletê; şaredarî jî hîn bêhtir bi wateya qada xwecihî ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Yanî tê wateya Êlih, Amed, Colemêrg, Gever, Silopiya, Cizîr. Di nava rastiya Tirkiyeyê de herêma Kurdan, dema ku li gorî têkliiya Kurd-Tirk û têkiliya dewletê-Kurd bê nirxandin, ev rewş pirsgirêkeke mezin bi xwe re tîne. Ev avanî li şûna ku bibin organên hevdu temam dikin, bi karê jendermetiyê, astengkirinê radibin. Dewlet li şûna ku xizmetê ji şaredariyan û gelê herêmî re bike, yan jî çavkaniyên cemaweriyê bi rengekî rast bide herêmê, li ser kontrolkirina gelê herêmê, saziyan, şaredariyan, keyatiyan û bazirganiya wê tevdigere.
Di vir de eşkere dibe bê Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê yan jî nîqaşên li ser reforma rêveberiya xwecihî çiqasî pêwîst e. Armanca bingehîn xurtkirina demokrasiya xwecihî ye. Di nava sîstemên netewe dewletê de qada xwecihî li pêşberî navendê timî lawaz e, di bin wesayita navendê de ye. Ev yek ji aliyê civakî, siyasî, rêveberî û îdarî ve pirsgirêkan bi xwe re tîne. Şertê Xweseriyê ku di dawiya sedsala 20’î de kete rojeva Yekîtiya Ewropayê ji xwe re kir esas ku qada xwecihî li hemberî navendê xurt bike; ji aliyê rêvebirina xw ebi xwe ve xweseriya malî, îdarî û ji hin aliyan ve xweseriya siyasî da. Armanc ji vê yekê kêmkirina wesayitê ye, ne qutkirina qada xwecihî ji navendê ye.
Ev nêzîkatî wê ji bo tevahiya Tirkiyeyê (Bajarên weke Antalya, Stenbol, Kayserî, Bûrsa) derfetê pêşketina qadeke demokratîk biafirîne, di heman demê de bê wateyeke taybet ku pirsgirêka Kurd bi rengekî hîn demokratîk, aştiyane û nerm bê çareserkirin. Kurd daxwaza statuyê dikin û dixwazin xwe bi rê ve bibin. Ji xwe di hevpeyvînên li qadê de her kes dibêje ku wê dengê xwe bide partiyekê, lê belê Kurd dibêje ‘Ez ê dengê xwe bidim xwe’. Ev yek işaretê bi vê îradeyê dike. Kurd dixwazin biryarên li ser jiyana xwe, paşeroja xwe û pêwîstiyên xwe yên siyasî, çandî, civakî û şaredariyê bi xwe bidin û di vê pêvajoyê de xwe bi xwe bi rê ve bibin.
Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê derfetê vê yekê pêşkêş dike. Dewleta Tirk şerh danî ser van xalên krîtîk. Biryarên şaredariyan bi erêkirina qeymeqamî û wîlayetê ve hate girêdan; xweseriya aborî û malî nehate naskirin. Budçeya wê jî ji aliyê dewletê ve bi sînorkirî ye, derfetên xwe kêm e ku çavkaniyên xwe biafirîne.”
Nejdet Atalya ragihand ku li Tirkiyeyê şaredarî weke rêveberiyeke xwecihî bê binavkirin jî di rewşa heyî de weke saziyeke dewletê ya li qadê wezîfeyê dike û got, “Dema ku ber bi xwecihîbûnê ve gav tê avêtin hingî tayînkirina qeyûman an jî destwerdanên cuda yên îdarî û edlî rû didin. Ev rewş têgehên xweserî û xwecihiyê di pratîkê de ji holê radike. Şertê Xweeriya Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê jî ji ber ku garantiya hiqûqî û derfetê dide vê rewşê, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi şerhê hatiye bisînorkirin.”

