Yekşem, 19 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd ji bo rakirina tecrîdê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê Şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 4 gerîlayên YRK’ê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Herêma Marmarayê ya DEM Partiyê: Em di pêvajoya nûbûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîdem Yilmaz: Ji ber ku dewlet gavê neavêje civak jê bawer nake

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyên 9 pêşmergeyên Komele ên ku li Silêmaniyê hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: 19’ê Tîrmehê dê her tim riya gelên azadîxwaz ronî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê: Rojava encama yekîtiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Şoreşa Rojava mînaka jiyana bi hev re û aştiyane ya gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermana spî û bazirganiya siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Jinên Êzidî, di salvegera Fermana Şengalê de kampanyaya navneteweyî dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobeta Edaletê: Heta encam bigire em ê bidomînin
Rojane

Nobeta Edaletê: Heta encam bigire em ê bidomînin

Li gelek navendan Nobetên Edaletê berdewam dike. Di çalakiyan de peyama, “Ev çalakî rêwîtiyeke serkeftinê ye û heta encam bigire em ê bidomînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareserî li gelek bajaran hatiye destpêkirin didome. 

STENBOL 

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 46’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilaWîstin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi Kurdî û Tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, endama Meclîsa DBP’ê Îdîl Ûgûrlû, endam û rêveberên DEM Partiya Buyukçekmeceyê, TÎP, OHD û Koma Hevra serdana nobetê kirin.

‘EV RÊWÎTIYEKE SERKEFTINÊ YE’ 

Cengîz Çîçek ê di çalakiya nobetê de axivî, beşek ji parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê nivîsandine xwend û dest bi axaftina xwe kir. Çîçek anî ziman ku divê fikrên Abdullah Ocalan li her qada jiyanê belav bibin û wiha got: “Dema gotûbehs Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan be gelek tiştên ku divê bên gotin hene. Divê em hinek tiştan bînin bîra vê feraseta dewletparêz û qirker. Ev çalakî rêwîtiya serkeftinê ye û heta ku encam bigire em ê bidomînin. Divê em çalakiyên wiha bi bîrdoziya xwe, çanda xwe û serokatiya xwe re bikin yek. Em careke din ji dost û dijmin re bêjin ku Serokê vî gelî heye û nîşan bidin ku gel li dora Serok bûye yek.”

Welatiyên tev li nobetê bûn jî destnîşan kirin ku heta ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê dê têkoşîna xwe bidomînin.

WAN

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 55’yan de berdewam dike. Rêveberên DEM Partiyê yên Rêya Armûşê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kesan serdana nobetê kirin.

Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar ê di çalakiyê de axivî, xwest ku ne tenê sazî û dezgeh, hemû gel bi serdana çalakiyê xwedî lê derkeve û wiha got: “Dayikên me bi rojan e di nobetê de ne. Divê em jî bi piştevaniyeke mezin xwedî lê derkevin. Heke em xwedîderketineke mezin nîşan bidin, wê demê desthilat jî dê neçar bimîne ku bi paş ve gavê biavêje. Ûyar, bal kişand ku çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ketiye roja 63’yan û got: “Em naxwazin agahiyên nebaş ji girtîgehan bigirin. Ji ber vê yekê bêyî ku bibe dereng ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û rakirina tecrîdê divê em xwedî li van çalakiyan derkevin.”

 Çalakiya nobetê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û tevahiya rojê bi serdanan berdewam kir. 

 MÊRSÎN 

Nobeta Edaletê ya ku li Mêrsînê bi Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) li avahiya komeleyê di roja 56’an de berdewam kir. Ji bilî endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê gel tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Raziye Sumer a di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê rabe û Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiya xwe bidomînin. Sumer a bang li Wezareta Dadê kir, xwest ku daxwazên wan bên bicihanîn û bersivekê bidin wan. 

Piştî axaftinan çalakî bi gotina stranan a hunermend Ramazan Eren berdewam kir. 

MÊRDÎN 

Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin di roja 22’yemîn de berdewam kir. Endamên Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê û pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mêrdînê serdana nobetê kirin. Kesên serdana nobetê kirin, piştgiriya xwe destnîşan kirin û anîn ziman ku ji bo domandina têkoşînê bi biryar in. 

Hunermendên Ribabê yên serdana nobetê kirin, bi beşdarvanan re stranên berxwedanê gotin. Di vê kêliyê de dîmenên rengîn derketin holê. 

AMED

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 55’emîn de berdewam kir. Rêveberên DEM Partiyê yên Peyasê û rêveberên navçeyê yên Licê û gelek welatî beşdar bûn.

Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û tevahiya rojê bi serdanan berdewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’emîn de ye: Şert e ku tecrîd bê rakirin
Nûçeya Pişt re Meşa Mezin a Azadiyê: Serketin wê ya Kurdistaniyên berxwedêr be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Turkay: Kovara Jiyana Ekolojîk ku weke hinceta girtina min hat nîşandan, derbasî girtîgehê bû!

Hevserokê berê yê HDP’ê ya navçeya Kadikoyê Koray Turkan, ku bi hinceta belavkirina kovara Jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Li bakurê Japonyayê erdheja bi 7,2 pileyî

Li peravên Iwateyê yê li bakurê Japonyayê bi mezinahiya 7,2 pileyî erd hejiya û li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bikaranîna narkotîkê bi zanebûn li Kurdistanê tê belavkirin’

Sabahat Erdogan Saritaş anî ziman ku torên narkotîk, fûhûş û qumarê yên li Kurdistanê zêde…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyên 9 pêşmergeyên Komele ên ku li Silêmaniyê hatin qetilkirin, hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclisa Gel a Şengalê: 19’ê Tîrmehê dê her tim riya gelên azadîxwaz ronî bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd ji bo rakirina tecrîdê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?