Li gorî lêkolîna World Weather Attribution (WWA) a roja Pêncşemê hate weşandin, şert û mercên hewayî yên germ û ziwa ên meha Tîrmehê bi taybetî li Ontario û Xakên Bakurrojava bûne sedem ku şewat bi lez belav bibin.
Lêkolîneran dan zanîn ku di şert û mercên avûhewayê yên rojame ya îroyîn de sezoneke şewatê ya di asta sala 2026’an de êdî ne kêm e. Li gorî vê yekê tê payîn ku li herêmên berbehs şewat zêdetir çêbibin. Ger guherîna avûhewayê nebûna ev şewat wê kêm çêbûna.
Li Kanadayê ji destpêka salê heya niha zêdetirî 3,8 milyon hektar erd şewitiye. Ji ber şewatan bi hezaran kes ji cih û warên xwe hatine dûrxistin û bi milyonan kes j ji ber şewatan bi rîskên tenduristiyê re rû bi rû mane.
Analîza berbehs nîşan da ku guherîna avûhewayê ya ji ber însanan rîska derketina şewatan du qatan zêde kiriye.
Sernivîskarê lêkolînê û lêkolînerê Imperial College Londonê Theodore Keeping diyar kir şewatên li Kanadayê li gorî serdemên beriya niha bi awayekî diyar zêde bûne û got ku êdî bes poltîkayên guncaniyê li hemberî rewşa navborî nabe çareserî.
Lêkolîneran destnîşan kirin ku ji ber germahiyn zêde dibin, ziwabûnên demdirêj û hêmkişandina atmosferê ya zêdetir florayê bi lez ziwa dike û ev yek jî rê li ber belavbûna şewatan vedike.

