Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwest ku di pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ya bi navê “Qanûna li ser Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” de guhertin bên kirin.
ÎHD di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir de diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin wekî gaveke girîng dibînin.
ÎHD’ pêşniyar kir ku pêşnûme ne li gorî ruhê pêvajoyê ye û serketina pêvajoyê tenê bi bernameyek demokratîkbûnê pêkan e.
Pêşniyarên ÎHD’ wiha ne:
“*Di xala 1’emîn a pêşnûmeya qanûnê de, piştî tespîta Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bêyî ku ji demê re bihêle didemeke maqûl e (herî zêde mehek) hatiye destnîşankirin wê bihêle ku pêvajo bi lez bimeşe.
*Em dixwazin destnîşan bikin ku xalên 3 û 6’emên ên pêşnûmeya qanûnêku di navbera milîtanên rêxisitinê cudakariya celebê sûc û dîroka sûc dikin ne li gorî bendewariyên pêvajoyê û qanûnê ne. Divê ev qanûn bi tevahî hemû darizandin an cezakirinên ku ji ber pirsgirêka Kurd çêbûne ji holê bên rakirin, ev yek wê pêvajoya bêçekkirin û aştiya civakî bileztir bike.
*Li gorî çarçoveya xala 2’yemîn ‘Berpirsyarên qetilkirina bi qestî’ ji ber cudahiya kategorîk ku hatiye çêkirin, di heman demê de ji ber sepandina di dozên dadwerî de jî pirsgirêk e.Di sepanê de bêyî ku çek bi kar bîne ceza dixwin û di rewşên hewldana qetilkirinê de jî li gorî xala 302’an a TCK’ê ceza tên ayîn. Ger ev cûdakariya li gorî celebê sûc di qanûnê de cih bigire, ji bo herî kêm di sepanê de rê li ber krîzekê veneke, divê nezelaliya vê qanûnê ya pênasekirina hewldana qetilkirinê were verastkirin.
*Serdemên xalên 3, 6 û 7’an ên biryarên taloqkirina dema darizandin û cezakirinê û bêpariya mafan (qedexeya siyasî ya 2 û 3 salan) ku hatine destnîşankirin, li pêşiya beşdariya siyasî astengiyan derdixin. Dibe ku beşdariya siyaseta li şûna çekê bê sînordarkirin û ev helwest nayê qebûlkirin. Hewldana ku kesên ji qanûnê sûdê wergirin li derveyî siyasetê bê girtin wê xetereyên in bi xwe re bîne. Astengkirina çalakiyên siyasî yên kesekî ku jixwe di bin çavdêriyê de ye nehewce ye û ne di cih de ye.
*Em di wê baweriyê e ne ku ‘Komîsyona Çavdêriyê’ ya ku li gorî xala 7’an a pêşnûmeya qanûnê li meclisê were avakirin, ji beşdarbûna siyasî re vekirî be û di heman demê beşdarkirina nûnerên civaka sivîl û pisporên çareserkirina pevçûnan wê baweriya gel a bi pêvajoya aştiyê re zêde bike.
*Her çiqasî şertên serlêdanê ji bo milîtanên çekdar ên ku ji qanûnê sûdê wergirin verastkirineke maqûl be jî ji bo kesên li derveyî welat û bi taybetî yên ku di girtîgehê de ne ti hinceteke maqûl tineye. Ji ber vê yekê em pêşniyar dikin ku ji bo kesên li derveyî welat û yên di girtîgehê de ne bêyî ku li li benda serlêdanê bin prosedurên dadwerî û îdarî divê bên bicihanîn.
*Akademisyenên Aştiyê yên ku ji ber ramanên xwe ji kar hatine dûrxistin û karmendên giştî yên ku ji ber têkilî û girêdanên wan ji xizmeta giştî hatine dûrxistin ku li derveyî qanûnê hatine hiştin, hesta edaletê bi kûrahî hejandiye. Divê Akademisyenên Aştiyê û karmendên giştî yên ku ji xizmeta giştî hatine dûrxistin di nava qanûnê de cih bigirin.”

