Berpirsê qada aborî ya navçeya Raco ya Efrînê ku bi navê ‘Ebdulmunîm’ tê naskirin û ji devera Merat El Numan a Idlibê ye, ji xwediyên erdan dixwaze ku ji sedî 35’ê berhema erdên xwe wek xeraca pere bidin wan.
Çavkaniyan diyar kir ku xerac ji 4 malbatên li gundê Mamila jî tê xwestin û gef li wan tê xwarin.
Çavkaniyan da zanîn ku derfet nîn ew qas pere bidin, nemaze ku îro roja dawîn a muhletê ye. Her wiha gef li wan tê xwarin ku ên pere nedin dê sewqî navenda ewlehiyê werin kirin.
Şêniyekî ji Racoyê ji ajansa me re axivî û got 50 sal e ew xwedî erd in û heya niha tê de dixebitin û piştrast kir ku ji sedî 35 xerac li ser berhema her erdekî ji wan tê xwestin.

