Çekdarên nenas li gundewarên Qamişloyê êrişî şervanên Tûgaya Qamişloyê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, êrişî li devera di navbera benda kontrolê ya başûrê Qamişloyê û gundên herêma Til Birakê de pêk hat.
Heya vê kêliyê der barê nasnameya êrişkaran û encamên êrişê de daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.

