Piştî ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyê li Meclîsê hate qebûlkirin, endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê bikin.
Hate ragihandin ku hevdîtin wê îro saet di 16:00 de li Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê pêk were.

