Bi “Qanûna Çarçoveyê” ya ku herî dawî li Meclîsê hate qebûlkirin re, tê payîn ku qanûn bikeve meriyetê. Tevgera Jinên Azad (TJA) bang kir ku divê jin jî di pêvajoyê de cih bigirin û got, divê komîsyonên şopandinê yên jinan bên avakirin. Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata têkildarî daxwazên jinan û banga hatî kirin, axivî û got, “Ev ji bo me destpêkek nû ye.”
Saliha Ayata bal kişand ser girîngiya pêvajoya heyî û got, “Em di nava pêvajoyeke pir girîng de ne. Gelê Kurd nêzî 50 sal in tevî her cure berdêlên giran û êşan li ber xwe da, hat van rojan. Weke jinên Kurd em jî dikarin bêjin ku bi pêşengiya jinan beriya bi salan têkoşîneke mezin destpê kir. Pêşengiya jiyan û fikreke nû kirin. Bi pêşengiya Birêz Ocalan û bi desteka gelan pêvajoyeke pir girîng tê meşandin. Têkoşîna gelê Kurd û rengê wê pir cuda ye. Çima? Ji ber ku pêşengê vê têkoşînê jin in. Îro ji her gelan jin xwe di nava vê têkoşînê de dibînin.”
Saliha Ayata anî ziman ku azadiya jinê yek ji hedefên esas ên têkoşînê ye û got, “Îro bi paradîgmaya azadiya jinê çarçoveya qanûnê zelal dibe. Weke jin em pir bi hêvî ne, hem di aliyê aştî hem jî di aliyê demokrasiyê de em bi hêvî ne. Ev pêvajo ji bo me ne dawî ye, ji bo me destpêkek nû ye.”
Saliha Ayata diyar kir ku daxwazên esas ên jinan azadiya gelan û jinan û hemwelatiya wekhev e û got, “Piştî vê gavê, bi gavên din ên bên avêtin re hem jin hem jî gelê Kurd di nava demokrasiyê de bijî. Lewma divê jin jî di pêvajoyê de cih bigirin. Jin hêza pêşeng a vê pêvajoyê ne.”
Saliha Ayata destnîşan kir ku daxwazên jinan divê di her qada jiyanê de bersivê bibîne.

