Li gorî agahiyên ku li ser malperên medyaya dîjîtal tên parvekirin, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo daxwaza çareserkirina dosyaya pêvajoya perwerdeyê, zelalkirina çarenûsa xwendekarên ku berê materyalên Kurdî yên Rêveberiya Xweser dixwendin tevgerek xwendekar û ciwanan heye.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi rêya “X” ev yek weşand: “Perwerdeya bi zimanê dayikê, mafekî bingehîn ê her gelekî ye. Ziman xuluqkarên Xwedayê dilovan in. Nabe ku bên qedexekirin an jî ji pîroziya wan bê kêmkirin. Em bawer dikin ku Sûriye bi qebûlkirina van mafên bingehîn re, dikare bibe nimûneya edalet û aramî û aştiyê li herêmê.”
Hejmarek ji xwendekar û ciwanan dest bi hemleyeke ji bo belavkirina bruşûran li qadan kirine, di wan de nivîsên têkildarî misogerkirina mafê xwendekaran ê perwerdeya bi zimanê Kurdî û tesbîtkirina makanîzmeyeke zelal ji bo pêkanîna ezmûnan hatine nivîsîn.
Daxwazên ku hatine kirin der barê naskirina rewşa mamosteyên saziyên perwerdeyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser in, bang hat kirin ku mûçeyên wan ên dereng mane bên dayîn û rewşa wan a pîşeyî were çareserkirin.
Duh (23 Tebax) li bajarê Helebê jî şandeyeke mamosteyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji bo rewşên xwe yên îdarî û darayî serdana Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê kir. Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin şande bi Gerînendeyê Perwerde û Fêrkirinê yê Helebê re hevdîtin nekir, tenê hin kesên peywendîdar yên li gerînendeyê dîtin, lê şandeyê ti bersivên zelal bi dest nexist.
Mamosteyan diyar kirin ku gerînendetî careke din danesîna li ser xebat û kesayeta wan xwestin, mamosteyan beriya 4 mehan heman tişt ji wan re şandiye.

