Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga parastina aramiya herêmê kir.
Daxuyanî wiha ye:
“MSD geşedanên dawiyê yên li Hesekê dişopîne. Di xwepêşandanê de zimanê nefretê û nêzîkatiyên dibe ku di encama wê de pirsgirêk di navbera pêkhateyên herêmê de derkeve, çêbûn.
Em dizanin daxwaz û mafên rewa ên hemû gelê parêzgeha Hesekê hene, dûrî provokasyonan û bi rê û rêbazên aştiyane nêrîn, daxwaza ewlehiyê, xizmetguzariyê, hatina saziyên dewletê, mafên siyasî û îdarî hene lê ew mijar divê di çarçoveya qanûnî de û bi zimanê diyalog û siyasî werin nîqaşkirin.
Di heman demê de metirsiya me heye ku nakokiyên siyasî û ewlehiyê bibin sedema şer di navbera pêkhateyan de yan jî bikaranîna sembol, nasnameyên neteweyî û olî bibe sedema dijminahiyê di navbera xelkê herêmê de.
Hesekê li ser gelê Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî ne nû ye, bi hev re jiyan û bi demê re têkiliyên wan ên civakî gelekî xurt bûn. Piştî salên dirêj ên şer û koçberiyê divê bi hev re siberojê ava bikin, ne parçebûyîn çêbe û bibe sedema şer.
Li ser vê bingehê MSD hişyariyê dide ku her kes xwe ji zimanê nefretê û provokasyonan biparêze û civakê nekin berpirsyara nêzîkatiyên kesayetî.
Her wiha qebûl nake ku destdirêjî li sembolên hemû netewe û pêkhateyên Sûriyeyê were kirin. Nabe ku sembolên neteweyî û olî ji bo fitne û tolhildanê bidin bikaranîn. Divê her kes bi rêz nêzî sembolên hev bibe.
Em bang li civaka Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û hemû xelkê bajarê Hesekê dikin ku xwe ji zimanê nefretê û provokasyonan biparêzin û şer di nava civakê de dernekeve.
Her wiha divê rayedar û hêzên ewlekariyê hemwelatiyan biparêzin û destûr nedin ku li herêmê pirsgirêk derkevin û bi qanûnî hemû kesên destê wan di provokasyonan de heye, ceza bikin.
Em bang li partiyên siyasî, eşîr, rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan û çapemeniyê dikin ku berpirsyar nêz bibin û ewlekariya herêmê biparêz in, ne tenê dewlet berpirsa parastina aramî û ewlekariya herêmê ye divê her kes berpirsyar nêz bibe û herêmê biparêzin.
Em daxwaz ji her kesî dikin ku pirsgirêkên civakî bi rêya diyalogê û qanûnî werin çareserkirin.
Sûriyeya em dixwazin ava bikin divê li ser bingeha parastina hemû hemwelatiyan, misogerkirina mafên wan û naskirina nasnameya wan were avakirin.
Em ji bo xelkê Hesekê dibêjin bila destûrê nedin ku nakokiyên siyasî veguherin dijminahiyê, fitne bibe sedema şer û jiyana we ya hevbeş zirarê bibîne.”

