Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji Kongra Star daxuyaniya têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê
Rojava

Ji Kongra Star daxuyaniya têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a  li dijî Rêber Apo hatibû destpêkirin daxuyanî da û ragihand ku komployê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jinan hedef girt.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera destpêkirina Komploya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî da.

Kongra Star diyar kir komplo ne tenê êrişeke li ser Rêber Abdullah Ocalan bû, li ser îradeya azadiya gelê Kurd, têkoşîna azadiya jinên Kurd û lêgerîna gelên Rojhilata Navîn ji bo avakirina paşerojeke demokratîk bû.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em siyasetan ku îradeya azadiya gelan dikin hedef, şer kûrtir dikin û rê li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd digirin, qebûl nakin û bi awayê herî tund şermezar dikin.

Di ser komployê re 28 sal derbas bûne. Lê di vê demê de îradeya azadiya gelê Kurd nehat şikandin; berevajî, ew hê zêdetir bihêz bû. Em hemû berxwedêrên ku di çarçoveya çalakiyên “Hûn nikarin Rojahiya me tarî bikin” de agir bi bedena xwe xistinî û berxwedana fedayî nîşan dane, bi rêz, minnet  û girêdana dilovanî bi bîr tînin. Ruhê wan ê fedayî yek ji derbirînên herî bihêz ên têkoşîna azadiya gelê Kurd û girêdana bi Rêber Apo re bû. Di heman demê de, em silav û hezkirina xwe ji Rêber Apo re dişînin, ku bi berxwedana xwe ya bêhempa komploya 9’ê Cotmehê vala derxist û ji bo gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê bû çavkaniya hêvî û têkoşînê.

Yek ji armancên bingehîn ên komployê ew bû ku bi navê Rêber Apo îradeya azadiya gelê Kurd û bi taybetî ya jinên Kurd ji holê rake. Ev siyaseta ku hêzên navneteweyî û aktorên herêmî pêş xistine, li şûna pêşxistina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bûye sedema kûrtirbûna şert û mercên şer û pevçûnê li Rojhilata Navîn. Ji ber ku hêzên ku ji domandina şeran li Rojhilata Navîn sûd werdigirin, jiyana gelan di şert û mercên aştiyane û wekhev de ji bo berjewendiyên xwe wek tehdîd dibînin.

28 salên derbasbûyî encamên vê yekê bi eşkereyî derxistine holê. Li çar parçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn şer, pevçûn, dagirkerî û wêrankirinên mezin rû dane; bi mîlyonan kes ji cihên xwe hatine koçberkirin û hejmareke bêhejmar ji mirovan jiyana xwe ji dest dane. Gel hatine ber êş û janên mezin. Îro jî digel şeran, wêrankirina ekolojîk, birçîbûn, koçberî, feqîrî û şîdeta li dijî jinan li ser asta cîhanî her ku diçe mezin dibe.

Rêber Apo li hemberî vê krîza dîrokî û civakî paradigmayeke demokratîk, ekolojîk û jin-azadîparêz pêş xistiye. Li hemberî Rojhilata Navînek ku gel li dijî hev tên dijmin kirin, perspektîfeke jiyanê pêşkêş kiriye ku gel dikarin li ser bingehê wekhevî, azadî û demokrasiyê bi hev re bijîn. Ev perspektîf, ku azadiya jinê wek bingehê azadiya civakê digire û jiyaneke li gel xwezayê li hevahengî diparêze, li hemberî siyaseta şer û serdestiyê alternatîfeke demokratîk pêşkêş dike.

Hewldana li Rojava ji bo avakirina jiyaneke hevpar, wekhev û demokratîk a gel û baweriyên cuda jî yek ji aliyên ku vê perspektîfê bi awayekî şênber dide der. Em li hemberî her hewldana ku gel li dijî hev têk bide, dijminatiya Kurd û Ereb biafirîne û herêmê careke din bike qada şer, îradeya gelan a jiyana hevpar diparêzinin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku îro pêş dikeve, ji vê aliyê ve girîngiyeke dîrokî heye. Serkeftina vê pêvajoyê ji bo dawîanîna şer û pevçûnan, rawestandina rijandina xwînê, avakirina jiyaneke wekhev û azad a gelan, misoger kirina azadiya jinan û vegerandina xwezayê bi jiyanê re derfetek mezin e. Di serkeftina vê pêvajoyê de rola Rêber Apo û perspektîfa wî ya çareseriya demokratîk girîngiyeke diyarker heye. Lê îro jî em dibînin ku zihniyeta ku komploya 9’ê Cotmehê derxist holê, bi awayên cuda tê domandin. Em li hemberî her cure siyaseta ku gel li dijî hev dijmin dike, şer gur dike, rêyên çareseriya demokratîk asteng dike û îradeya gelan a jiyana hevpar dike hedef, disekinin.

Em wek Kongra Star, Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û zihniyeta ku vê komployê gengaz kiriye, careke din bi awayê herî bihêz şermezar dikin. Tu hêzek ku Rêbertiya me, îradeya azadiya gelê Kurd, têkoşîna azadiya jinan û paşeroja demokratîk a gelan dike hedef, nikare bigihîje armanca xwe.

Em wek jinên Rojava û gelên Rojava, diyar dikin ku pêwîste di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de rola Rêbertiya me diyarker be û hemû şert û mercên azadiya Rêbertiya me pêwîste pêk were. Ji bo ku perspektîfa Rêber Apo ya aştiyê û civaka demokratîk serkeftî bibe, em amade ne ku bi hemû hêz, îrade û biryara xwe re têkoşînê bidomînin.

Bi vê wesîleyê em hemû alîgirên aştiyê, kesên li dijî şer radiwestin, parêzvanên wekheviya civakî û kesên ku dixwazin gel bi biratiyê û azadiyê bijîn, bang dikin ku ji bo ku Rêbertiya me rola xwe a pêwîst bilîze û pêvajoya aşitî û civaka demokratîk serbikeve bila helwesta xwe danîn xwedî li Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk derkevin û îradeya çareseriya demokratîk bihêz bikin.

Roja ku 28 sal berê bi komployan dixwestin tarî bikin, îro jî di têkoşîna gelan a azadî û aştiyê de berdewam dike rê nîşanî me dide.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin
Nûçeya Pişt re MSD: Divê xelkê Hesekê xwe ji provokasyonan biparêze
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Civaka navneteweyî di parastina xizmetên tenduristiyê de bi ser neket’

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Xaça Sor û Bijîşkên Sînornenas neparastina xizmetên tenduristiyê yên li herêmên…

Ji aliyê Stêrk TV

Înkara 100 salî ya bi Lozanê destpê kir: Kurd û gelên din

Toros Korkmaz anî ziman ku gotina ‘Me bi Kurdan şerekî stratejîk kir’ a Îsmet Înonu…

Ji aliyê Stêrk TV

268 rojan di greva birçîbûnê de bû, girtî Turkoglû jiyana xwe ji dest

Girtî Gurkan Turkoglû jiyana xwe ji dest da, ku ji bo girtina girtîgehên bi "Tîpa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

50 malbatên li Serêkaniyê vegeriyan malên xwe yên li Hesekê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê xelkê Hesekê xwe ji provokasyonan biparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?