Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim piştî ku di dema hevdîtina bi lijneyê re rastî ferzkirina poşmaniyê hat, krîza dil derbas kir. Du stent li dilê wî dan, li nexweşxaneyê xwestin bi kelepçeyê bê ragirtin. Parêzer Av. Aryen Tûran û Av. Alî Îhsan Guven li Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê bi girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim re hevdîtineke pênc deqîqeyî pêk anîn.
Li gorî gotinên parêzeran, Mehmet Sait Yıldırım duh di derdora saet 10.00 şeveqê derketiye pêşiya lijneyê. Lijne, wekî hemû hevdîtinên din, bi pirsgirêk derbas bûye û dîsa poşmanî li Mehmet Saît Yildirim hatiye ferz kirin. Ji ber vê yekê di navbera wî û lijneyê de nîqaş derketiye.
Mehmet Saît Yildirim, piştî nîqaşê dema vegeriyaye odeya xwe, krîza dil derbas kiriye. Bi agahdarkirina hevalê wî yê odeyê Rohat Carûş re, ew ewil birine nexweşxaneya li Bucayê, lê ji ber ku li wir qawîşa girtiyan nîne, ew rakirine Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê. Îro saet 11.00an Mehmet Saît Yildirim hatiye anjiyo kirin û diyar bûye ku yek ji damarên sereke yên ku diçin dil girtiye; di encamê de 2 stent li dilê wî dane. Parêzerên wî ragihandin ku Yildirim xetereyeke mezin a mirinê derbas kiriye, rewşa wî ya niha baş e û îhtimal heye sibê dîsa bibin girtîgehê.
Li gorî parêzeran Mehmet Saît Yildirim têkildarî zextên lijneyê ev tişt ji lijneyê re gotine: “DGMê cezayê îdamê dabû min. Ji îdamê vegeriyan û cezayê girtîgehê yê muebbetê dan min. Hûn wekî lijne dixwazin cezayê îdamê yê ku DGMê daye înfaz bikin. Hûn eger bixwazin sibê li vir sêdarekê çêbikin û min îdam bikin. Lê ez ji ya xwe nayêm xwar.”
Her wiha parêzerên wî gotin ku dema Mehmet Saît Yildirim li nexweşxaneyê hatiye razandin, fermandarê cendirmeyan xwestiye bi hinceta “ewlehiyê” wî bi kelepçeyê girê bide. Li ser vê yekê nîqaş derketiye û Yildirim bertek nîşanî vê rewşê daye û niha ew bêkelepçe tê ragirtin.
Mehmet Saît Yildirim di sala 1995an de ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê ve cezayê hepsa heta hetayê lê hatibû birîn, zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye. Yildirim ê ku nexweşiyên dil, KOAH, tansiyona bilind û nexweşiyên din ên kronîk bipê re hene, berê ji berdana wî ji hêla Lijneya Îdarî û Çavdêriyê hatibû paşxistin.

