Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kongra Star ji bo şehîdên hatine îlankirin, peyama sersaxiyê da
Rojane

Kongra Star ji bo şehîdên hatine îlankirin, peyama sersaxiyê da

Kongra Star ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê peyama sersaxiyê da û got, “Bîranîna wan dê her tim rêya me ronî bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Tebax 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Kongra Star ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wekî Kongra Star, bi rêz, hêvî û girêdana xwe, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin; bi taybetî gerîlayên HPG û YJA Star ên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de, di serî de Amed, Wan û ji her aliyê Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. Em li hember malbatên hêja yên şehîdên xwe, hevalên wan ên rê û têkoşînê û hemû gelê xwe serê xwe ditewînin û serxweşiyê dixwazin.

Îro, dema ku em li ber bîranîna wan radiwestin, em dizanin ku ew ne tenê pêşengên serdemekê bûn; ew bûn pêşengên siberoja azad û demokratîk a gelên me. Wan jiyana xwe ji bo azadiya gelan, azadiya jinan û avakirina civakeke demokratîk feda kir. Her gavê ku wan avêt, her ked û xebata ku wan dan û her fedakariya ku wan kir, îro rêya azadiyê ya ku em li ser dimeşin ronî dike.

Piştgirî û hevkariya gelê Bakurê Kurdistanê ji bo Şoreşa Rojava jî yek ji hêz û awayên herî xurt ên vê têkoşîna hevpar bûye. Di demên herî dijwar ên Şoreşa Rojava de, bi taybetî di dema berxwedana Kobanê de, me qet ji bîr nekirine û em ê qet jî ji bîr nekin ku ciwanên me, jinên me û gelê me ji Bakur bi ruhê seferberiyeke mezin ber bi Rojava ve hatin. Parastina Kobanê tenê parastina bajarekî nebû; ew bû derbirîna dîrokî ya îradeya hevpar, berxwedana hevpar û daxwaza jiyana azad a gelên me.

Di navbera wan kesên ku li Kobanê û di parastina Şoreşa Rojava de şehîd bûn û şehîdên me yên ku li çiya û bajarên Bakurê Kurdistanê di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn de girêdaneke qetnebar heye. Têkoşîna wan parçeyên heman lêgerîna azadiyê, heman îradeya gelan û heman daxwaza jiyana demokratîk e.

Îro, piştî şehadeta gerîlayên HPG û YJA Star li bajarên cuda yên Kurdistanê, xwedîderketina gelê me li şehîdên xwe, zindîhiştina bîranînên wan û kombûyîna wan di merasîmên sersaxiyê de, careke din nîşan dide ku ev bîranîna hevpar çiqas hêz e.

Em wekî gelên Rojava û bi taybetî jinên Rojava, em ê vê hevkariya ku ji Bakur heta Rojava dirêj dibe, vê têkoşîna hevpar û mîrata ku şehîdên me ji me re hiştiye, tu carî ji bîr nekin.

Îro em di heman demê de ji nav pêvajoyeke dîrokî derbas dibin. Serkeftina pêvajoya Civaka Demokratîk ji bo dawîkirina êş û derdên ku gelên me bi dehan salan jiyane, ji bo ku ciwanên me careke din şehîd nebin û ji bo ku cihê xwîn û şer bi siyaseta demokratîk û îradeya jiyana hevpar ve bê girtin, girîngiyeke mezin heye.

Bi destpêka vê pêvajoyê re rawestandina şer şehîdnebûyina ciwanan ji bo gelên me serkeftineke mezin e. Em serkeftina vê pêvajoyê ne tenê wekî encama îro, lê wekî pêkhatina daxwaz û xeyalên hemû şehîdên me yên ku di salên borî de jiyana xwe ji dest dane dibînin.

Ji ber ku heke îro em dikarin behsa jiyana hevpar a gelan di nav wekhevî, azadî û demokrasiyê de bikin, li pişt vê yekê ked û xebata nifşên ku bedelên mezin dane heye. Di perspektîfa Civaka Demokratîk a ku îro pêş dikeve de, ked û xeyalên şehîdên me hene ku bi salan ji bo azadiyê têkoşîn kirine û jiyana xwe ji bo gelê xwe terxan kirine.

Ji ber vê yekê, em ê tenê bi bîranîna şehîdên xwe ne rawestin; em ê mîrata azadiyê û civaka demokratîk a ku wan ji me re hiştiye, zindî bihêlin. Em wekî jinên Rojava, dê li ser keda wan, li ser berxwedana wan û bîranîna wan bimînin. Ji bo avakirina jiyaneke ku tê de gel bi xwişk-biratiyê û azadiyê bi hev re bijîn, em ê berpirsiyariya xwe bi cih bînin.

Bi taybetî gerîlayên HPG û YJA Star ên ku di serî de li Amed û Wan û ji her aliyê Kurdistanê di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, em bi rêz û girêdanê bi bîr tînin. Em ê tekoşîna wan, fedakariya wan û hêviyên wan ên azadiyê li Rojava zindî bihêlin.

Em wekî Kongra Star, bi girêdana xwe bi perspektîfa Civaka Demokratîk û jiyana azad a ku Rêber Apo pêşkêş kiriye, careke din diyar dikin ku em ê bi berpirsiyariya layiqbûna bîranîna şehîdên xwe, li ser vê rêyê bidomin.

Pêkanîna xeyalên şehîdên xwe, avakirina siberoja azad û demokratîk a gelên me û mezinkirina jiyana azad bi pêşengiya jinan, ji bo me dê girêdana herî mezin be.

Bîranîna wan dê her tim rêya me ronî bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand
Nûçeya Pişt re Taziyeya li Cizîrê di roja 2’yan de ye: Bi hezaran diçin serdanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Binarê Qendîlê protestoya 15’ê Sibatê: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye

Li Binarê Qendîlê bi meşekî komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin. Rêvebera Meclîsa Jinan Serwîn Celal…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hate qetilkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de kolberek hate qetkirin, yek jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rewşa tenduristiyê ya girtiya 75 salî Hatîce Yildiz giran bû

Kurê Yildiz a girtî ya 75 salî, Alper Yildiz got ku dayika wî gelek caran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya Jinan a ji Bakurê Kurdistanê serdana YPJ’ê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star: Yekîtiya me dê hewldanên fitneyê têk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Polonyayê îdîaya hewldana sûîkastê ya li dijî Serokwezîr û Wezîrê Parastinê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?