Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bîranîna şehîdên Tevgera Azadiyê ya ku bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê tê lidarxistin di roja 2’yemîn de bi tevlîbûna hezaran welatiyan dest pê kir.
Malbatên cangoriyên azadiyê di bîranînê de welatiyên ku sersaxiyê didin wan bi gotinên, “Ne şehîdên me ne, şehîdên tevahiya gelê Kurd in” û “Bila serê Serok Apo sax be” pêşwazî dikin.
Bi hezaran welatiyên ku tên serdana bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” tên qadê û gulan datînin ber wêneyên şehîdan.
Bîranîna li Cizîrê dê heya sibê saet 18:00’an berdewam bike.

