Daxuyaniya TEV-ÇAND’ê bi vî rengî ye:
“Di salvegera 22’yan a şehadeta hunermend û şoreşgerê Kurd rêheval ‘Hêvî Şanoger’ de carek din wî bi bîr tînin û di şexsê wî de bejna xwe li hember hemû şehîdên rêya azadiyê û hunera azad ditewînin.
A. Xafûr Doxan (Hêvî Şanoger) di 27’ê Tebaxa sala 2004’an de ji bo beşdarbûna festîvala şanoya Kurd a ku li Kerkûkê pêk dihat, ji Mexmûrê ber bi Kerkûkê ve rê dikeve û di rê de, di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwanê şehîdên dibe.
heval ‘Hêvî şanoger’ di pêşxistina çand û hunera gerîla de bûye hîmê şoreşeke mezin a hunera şano ya li çiyayên azad. Ji bo bidestxistina nasnameya şanoya Kurdî û şoreşgerî bûye rêzanê xetê û xwedî rol û misyoneke herî mezin a avakirina tevgera çand û hunera şoreşê. Di şanoya şoreşgerî de rolekî xwe yê bingehîn û baleberz dilîze û şopeke watedar li pey xwe dihêle.
Rêheval Hêvî li navçeya Qoser a Mêrdînê hatiye dinê û li wir mezin bûye. Rêheval Hêvî ji bo debara jiyana xwe û malbatê demek dirêj li Îzmîrê dixebite.
Di sala 1993’yan de li Îzmîrê kar dike, li wir fikra şoreşa azadiya Kurdistanê û ramana Rêber Apo nas dike û tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Li cihekî zehmet wekî metrepolên Tirkiyê xebatên xwe yên welatparêziyê dimeşîne, di xebatên NÇM’ê yên çand û hunerê de cih digire, xebatên xwe yê şanogeriyê dike û dibe xwedî rolekî mezin. Bi pêşxistina şanoya Kurdî, hemû êş zehmetiyên ku civaka me têde jiyan dikir, ji kûr ve hîs dikir û jiyan dikir. Lewra hemû hêvî, xeyal û xewnên civakê û rastiyên wê li ser dika şanoyê temsîl dikir, bingeha tekoşînê zindî dikir.
Di sala 1998’an de, Heval Hêvî bi tevî komeke hevalên xwe, tevlî şoreşê dibin û têkoşîna xwe li çiyayên azad ên Kurdistanê dimeşîne.
Ger em bixwazin kesayeta heval Hêvî Şanoger binirxînin, em nikarin kesayeta wî û ya rêheval Yekta Herekol ji hev cuda bigrin dest, ji ber ku herdu heval xwedî ezmûneke mezin bûn û xwedî heman rol û misyonê bûn. Di pêşveçûna şanoya şoreşê de rola pêşengiyê lîstine, di dema herî hesas û dîrokî de bûne xwedî rolên herî mezin. Lewra ew herdu heval ji bo me bûne xeta huner û şanogeriya azad; bûne nimûneya rêhevaltiyê.
Di pêşengiya şehîd Hêvî û Yekta de xebatên tevgera çand û hunerê mezin bû û pêş ket, di çiyayan de ev xebat gihişt asta kûrbûn û sazîbûnê, bi van hevalan jiyana gerîla û têkoşîna wan li ser dikê hate zindîkirin, weke şêwekarekî her du aliyên jiyanê carna bi ken carna bi girî li ser dikeya jiyanê dineqişandin. Ew hest, ew berxwedanî, ew asîbûn, ew xweşikbûn, bedewiya ruhê gerîla li ser dika jiyanê û rastiya şoreşê dihûnandin.
Bi felsefeya Rêber Apo ji bo mirovahiyeke azad, ji bo gihiştina ruhê civakeke azad, vegera li cewhera xwe ya resen, li heqîqeta xwe, li nirx û manewiyata xwe xwedî derketin, her du hevalan li ser dikê tevna jiyaneke nû û azad li her dem û her derê hûnand.
Lewra em her du şanogeran weke cêwiyê şano dibînin, ew temsîliyeta yekbûn û cêwîtiya bi şanoyê re ne.
Bi berhemên xwe şagirt û şopdar ava kirin, bi dehan lîstikên şano lîstin û dan leyîstandin, seneryo nivîsandin, nirx afirandin û zindî kirin, her bihostek ji axa çiyê bi destên xwe kirin dika jiyan û şanoya heqîqetê. Bûn nûnerên şanoya gel û gerîla.
Heval Hêvî di lîstikên xwe yên weke ‘Gurî’, ‘Qirdik’, ‘Qeşmer’, ‘evîna gul û masî’ û hwd de li ser rastiya civaka Kurd, her demê li hemberî neheqiyan têkoşiya û li ber xwe da.
Heval Hêvî ji bo pêşxistina şanoya Kurdî hêviyeke zindî bû. Gelperwerî û civakîbûn bingeha şanogeriya wî bû.
Belê li pey xeta Yekta, Hêvî, Rêzan, Jînda Hewlêr û Sarya Baran û gelek rêhevalên şanoger derketin. Ev mîrasa heyî mezin kirin xwedî lê derketin û parastin. Dika jiyanê her tim zindî hiştin. Ji Zerdeştan bigre hetanî Daxistanan û Fedekaran bûn şopdarên vê rastiyê. Ew ji bo me bûn xeta hunera azad, bûn roniya huner û şanogertiya rast a temsîla heqîqetê. Ji lewra ev xebat, ev şanogeh, zindî ye, ev têkoşîn zindî ye.
Em weke TEV-ÇAND û Şanoya Çiya careke din di kesayeta rêhevalê me yê şoreşger Hêvî Şanoger de, hemû rêhevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin û soza dewamkirina xet û riya wan didin.
Encex bi ruhê we em ê dikeya şanoyê zindî bihêlin û giyanê we zindî bikin. Lewra em bang li wijdanê her kesê ku dibêje ‘ez hunermend im, ez şanogerê gelê xwe me’ dikin ku di van pêvajoyên wiha nazik û hesas de xwedî li erkên xwe yên wijdanî derkevin, bibin zimanê rastî û êşên civakê, bibin zimanê heqîqetê û civaka aştî demokrasiyê. Em têkoşîna xwe xurt bikin û dengê azadiya birûmet bilind bikin.
Şehîd namirin!”
Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê û Stêra Zêrîn jî bi daxuyaniyeke hevpar Hêvî Şanoger bi bîr anî.

