KCDK-E û TJK-E’yê, di daxuyaniya xwe de gotin ku ew di serî de şehîdên ku li Amed, Wan, Colemêrg, Mûş, Botan û Mêrdînê hatine ragihandin hemû şehîdên ku di rêya têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî û minnetê bi bîr tînin û soza xwe ya avakirina civaka demokratîk li ser bingeha armanc û xeyalên wan nû dikin.
Di daxuyaniyê de, hat gotin ku têkoşîna ji bo siberojek azad û Rêbertiyek azad dê bi biryardarî bidome. Ji hemû Kurdan ên li Ewropa û dîasporayê hat xwestin ku li ser bingeha perspektîfa civaka demokratîk û aştiyê xwe rêxistin bikin û têkoşînê mezintir bikin.
Di daxuyaniyê de, hat teqez kirin ku li dijî qirkirina çandî, parastina zimanê Kurdî, çand, dîrok û nirxên civakî û veguhestina wan bo nifşên siberojê yek ji peywirên bingehîn e. Hat gotin ku parastina çandê divê bi jiyana azad û nirxên civaka demokratîk re were girêdan.
KCDK-E û TJK-E’yê, ragihandin ku 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad re ber Bi Civaka Demokratîk ve” dê were lidarxistin û ev festîval ji bo bîranîna şehîdên azadiyê hatiye diyarkirin.
Hat ragihandin ku festîval dê 5’ê Îlonê li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê bê lidarxistin. Her wiha bang li Kurdan ên li Ewropayê, dostên wan û saziyên demokratîk hat kirin ku beşdarî festîvalê bibin, çanda Kurdî bi hev re bijîn û têkoşîna azadiyê xurtir bikin.

