Mehmet Saît Yildirim ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Jimar 1 a Kiriklar a Îzmîrê dihat ragirtin, di 24ê Tebaxê de derket pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK). Tevî ku dema cezayê wî qediyabû an jî şertên wî pêk dihatin ku bê berdan lê Lijaneyê berdana wî careke din ji bo 3 mehan taloq kir û ev dibe 21 meh ku berdana wî tê taloq kirin.
Piştî biryara taloqkirinê Mehmet Saît Yildirim di odeya xwe de krîza dil derbas kir. Ew rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê û li wir emeliyata anjiyoyê bû û hat diyarkirin ku damarên wî girtî ne û du stent lê dane.
Tevî ku emeliyat bûbû û pêdiviya wî bi tedawiyê û çavdêriyê hebû jî îro ji nexweşxaneyê hate derxistin û piştî emeliyatê cardin birin girtîgehê.

