Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi pêşengiya MEBYA-DERê bîranîna endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û deverên cuda de jiyana xwe ji dest dane, di roja 3yemîn berdewam dike. Îro jî bi hezaran welatî girseyî û meşê hatin qada bîranînê. Di qada bîranînê de merşa “Çerxa Şoreşê” hat berzkirin û ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyeke rêz hat girtin.
Di bîranînê de ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê bi tevlibûna hezaran welatiyan mewlûda Kurdî hate xwedin. Piştî xwendina mewlûdê tiberikên mewlûdê hatin belavkirin.
Bîranîna cangoriyên Tevgera Azadiyê îro êvarê piştî bernameya nîşandana sînevîziyonê û axaftinan dê bi dawî bibe.

