Li parêzgeha Hesekê ji bo nirxandina rewşa heyî û kar û xebatên mehane gazî civiyan.
Di civîna bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir de, gazî Laleş Êzidî bi kurtasî rewşa herêmê ya siyasî nirxand.
Piştî nirxandinê gaziyan mafê axaftinê wergirtin û nêrînên xwe yên têkildarî pêvajoyê û xebatan parve kirin.
Gaziyên tevlî civînê bûn derbarê perwerdeya zimanê dayikê de jî axivîn.
Gaziyan bal kişandin ser wate û girîngiya zimanê dayikê û gotin, “Ziman yek ji amûra sereke ya pêşxistina pêwendiyên di nav mirovan de ye. Her wiha ziman bingehê civakbûnê ye. Her gel û civak xwe bi zimanê xwe îfade dikin. Li Rojava bi salan e Kurd û pêkhateyên din bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin. Zarok dema bi zimanê dayika xwe dixwînin, baştir dersên xwe fêm dikin.”
Gaziyan anîn ziman ku ti heqê kesekî nîne zarokên Kurd û yên ji neteweyên din ji zimanê wan dûr bigirin û wiha domandin, “Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê diyar kiriye ku wê Kurdî li dibistanan hefteyê tenê 3-4 saetan be. Ev nabe. Zimanê dayikê rûmeta mirov e. Her gel divê bi zimanê xwe perwerde bibîne. Pêwîste Kurdî ji dibistana seretayî heya zanîngehê hebe. Ya herî rast û durist jî ev e. Lewma hewce ye kesên pispor bi vê mijarê re eleqedar bibin. Astengiyên li hember perwerdeya bi zimanê dayikê bi awayekî êdî nebe mijara zarok, ciwan û civakan divê were sererastkirin.”

