Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng ji bo serdana fermî ya ji du rojan li Misrê ye. Şî roja Çarşemê li Qahîreyê bi avêtina 21 topan ji aliyê Serokkomar Abdulfettah es-Sîsî ve hate pêşwazîkirin. Serdana Şî yekemîn serdana lîderê Çînê ye ku piştî 10 salan li Misrê dike.
Serdan di demeke welê de tê kirin ku şerê navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê tifaqên li Rojhilata Navîn jinûve ava dike. Washington li ser welatên ku têkiliyên aboriyê bi Îranê re dewam dike pêkanînan zêde dike. Çîn jî ku ji muşteriyên herî girîng ên petrolê yê Îranê ye di hedefa yekser a zexta DYE’yê de ye.
QAHÎRE ‘SERXWEBÛNA XWE YA STRATEJÎK’ DIDE PÊŞ
Rêveberiya DYE’yê gefê li wan welatan dixwe yên ku têkiliya xwe bi Îranê re heye ku li derveyî sîstema fînansê ya Rojava bihêle. Misrê jî para xwe ji zexta Washingtonê wergirt. Hefteya derbasbûyî Wezarta Xezîneyê ya DYE’yê bi hinceta ku tevlî karên fînansî yên Îranê bûye pêkanîn li ser şaxê Îmarat a Banque Misrê ferz kir ku duyemîn bankeya herî mezin a Misrê ye.
Pekîn yek ji hevkarên aboriyê yên sereke yê Tehranê ye. Beriya hevdîtina Şî-Trûmp ku nêzîk bûye, Pekîn hewl dide têkiliyên xwe yên bi hevalbendên Washingtonê yên li Rojhilata Navîn xurt bike. Misir yek ji wan welatan e ku alîkariya leşkerî ji DYE’yê digire û li Rojhilata Navîn navbeynkarekî kevneşop e.
Sîsî beriya serdanê nivîsek weşand û işaret bi “polîtîkaya serbixwe” kir.
Tê payin ku di dema serdana Şî Cînpîng de di serî de hişê çêkirî, ragihandin û enerjiyê li qadê cuda peymanên aboriyê bêne mohrkirin. Çîn di dema Sîsî de veguherî aktorekî girîng ê razemeniyên li Misrê.

