Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li navçeyên Zeytînbûrnû, Kagithane, Sancaktepe û Esenler ên Stenbolê ji bo kesên di dem û cihên cuda de ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd şehîd bûne, bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.
Ji xeynî malbatên şehîdan nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseya demokratîk û gelek welatî beşdarî bîranînan bûn.
ZEYTÎNBÛRNÛ
Bernameya bîranînê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya li Zeytînbûrnû bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bernameyê de derbarê jiyana şehîdan sînevîzyon hate temaşekirin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Ji bo bîranîna şehîdan dua hatin kirin.
Ji MEBYA-DER’ê Hevserok Îlhamî Kurt axivî û diyar kir ku ew ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.
Ji xizmên şehîdan Mehmet Şefîk Demîrbag jî diyar kir ku zarokên wan ji bo demokrasiyê têkoşîn meşand û banga xwedî derketina li bîranîna şehîdan kir.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sabahat Tuncel jî axivî û destnîşan kir ku şehîdan ji bo sîstemeke ku jin û zarok lê neyên qetilkirin, têkoşîn meşand.
KAGITHANE
Malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî bîranîna li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kagithane bûn.
Li salonê pankartên “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” û “Şehîdên me rûmeta me ne” hatin daliqandin. Li ser maseyan wêneyên şehîdan û Rêber Apo hatin bicihkirin.
SANCAKTEPE
Malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî bîranîna li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sancaktepe bûn.
Li cihê bîranînê pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd namirin” û “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” hatin daliqandin.
Piştî rêzgirtinê sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
ESENLER
Tevî malbatên şehîdan, ji Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û bi hezaran welatî tevlî bernameyên bîranînê ya li DEM Partiya Esenlerê bûn. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên şehîdan, Rêber Apo û qurnefîl hatin danîn û pankartên “Em şehîden rûmetê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” û “Şehîd Namirin” hatin daliqandin.
Bernameya ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê malbatên şehîdan axivîn.
Malbatên şehîdan diyar kirin ku şehîd şehîdê tevahî Kurdan in û gotin: “Bila serê gelê Kurd sax be, serê Rêber Apo sax be. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Şehîd namirin. Bi saya şehîdan û Rêbertî pêvajoyekî hatiye destpêkirin. Divê em xwedî pêvajoyê derkevin û li dora Serokatî bibin yek.”
Piştre Mûrat Arslan ku piştî 31 salan ji girtîgehê derketiye diyar kir ku şehîd kirasên evînê li xwe kirine û got: “Serokatî gotibû ‘heqîqet evîn e, evîn jî jiyana azad e.’ Şehîdên me jî heqîqetê temsîl dikin. Îro Serokatî pirsa ez çawa bijîm û nejîm dipirse. Şehîd jî bersiva van pirsa dan û gotin; em ê azad bijîn.”
Ji bo bîranîna girseyî ya ku wê sibe li Okmeydani ya Stenbolê were lidarxistin, banga tevlîbûna girseyî hate kirin.
Piştî axaftinan li sînevîzyona ku qala têkoşîna cangoriyan dikir, hate temaşekirin û bername bi xwendina mewludê berdewam kir.

