Pêncşem, 16 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê polîsan êrîşê çalakiya mamosteyan kir: Herî kêm 40 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê serdana Devlet Bahçelî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîl dixwaze dagirkeriya xwe ya li Lubnan, Sûriye û Xezeyê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Haluk Levent û 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanoger Levent Uzumcu hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîplomatê Îtalî Danieli: Azadiya Abdullah Ocalan wê aştiyeke mayinde pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Encamnameya ‘Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qutkirina ji kok û çêkirina zemînê bêparastinê – I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nêzî Konsolosxaneya DYE’ê li Hewlêrê sê dronên xwekuj hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ a li Şengalê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso: Divê îradeya Êzidiyan bi destûrê were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Îranê li Rojhilat kolberekî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tundiya ku li Başûr ji aliyê pergala serwer ve tê kûrkirin, jinan qetil dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mîna Qazî heya Şîrîn Elemhûlî jinên ji Rojhilat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gel bi QSD û Rêveberiya Xweser re ye
Rojava

Gel bi QSD û Rêveberiya Xweser re ye

Endamê Meclîsa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Abdulrehman El Dixêvîj ragihand ku baweriya gel a bi Rêveberiya Xweser û QSD'ê qels nebûye, ti êriş nikare yekîtiya gel xera bike û destnîşan kir ku yekîtiya gel wê êrişan têk bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Herêma Dêrazorê piştî ku ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin di çarçoveya sîstema Rêveberiya Xweser de sîstema xwe ya rêveberiyê li ser meclîs û komunan ava kir. Lê belê êrişên li ser vê herêmê û sîstema wê ya rêveberiyê dema dawî zêde bûne. Endamê Meclîsa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Abdulrehman El Dixêvîj li ser êrişên li dijî kantona Dêrazorê, dilsoziya gel a bi Rêveberiya Xweser re û taybetmendiya giştî ya Dêrazorê ji ANF’ê re axivî.

El Dixêvîj anî ziman ku piştî avabûna Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyên li herêmê li dora vê sîstemê bûn yek, dest bi birêxistinkirina jiyana xwe kirin û diyar kir, Dêrazor ji aliyê cografîk ve herêmeke berfireh û ji çandiniyê re berhemdar e, ji aliyê çandiniya genim û pembo ve dewlemend e. El Dixêvîj ragihand ku piştî Dêrazor hate rizgarkirin, gel û olên herêmê mozaîkeke bi hev re ava kirin, ev sîstem bi baweriyeke mezin ava bû. El Dixêvîj destnîşan kir ku li hemberî êriş û hewldanên siyasî yên li ser Dêrazorê gel hîn bêhtir xurt û yek bûye û got, êrişên dema dawî bandoreke cidî li gel nekirine, baweriya gel a bi Rêveberiya Xweser hemû hewldan têk biriye.

‘PROPAGANDAYÊN LI HERÊMÊ JI BO TEVLÎHEVKIRINA HERÊMÊ YE’

El Dixêvîj diyar kir ku antî propagandayên ji derve li ser Dêrazorê têne kirin dûrî ji rastiyê ne, ji bo tevlîhevkirina herêmê ye, lewma ji aliyê hin saziyên çapemeniyê ve têne belavkirin û got, “Piştî ku Dêrazor ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin meclîsên qanûndanîn, edalet û rêvebirinê hatin avakirin; ev meclîs karekî hevpar dimeşînin. Saziyên li herêmê hemû li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser hatine birêxistinkirin û ji bo xizmetê ji gel re bikin dixebitin.”

‘BAWERÎ Û BIRYARDARIYA GEL A JI BO QSD’Ê WÊ DEWAM BIKE’

El Dixêvîj anî ziman ku dewleta Tirk, hikumeta Şamê û hin hêzên li herêmê hewl didin li Dêrazorê tevlîheviyê biafirînin û diyar kir, ev hêz li dijî sîstema Rêveberiya Xweser polîtîkayeke şerê taybet dimeşînin, lê belê li Dêrazorê zêdeyî 500 hezar mirov li dora sîstema Rêveberiya Xweser civiyane, baweriya gel a bi vê sîstemê re zêdetir bûye.

El Dixêvîj herî dawî got, “Baweriya gel a bi rêveberiya xweser û QSD’ê bi ti awayî neşikest. Van êrişan baweriya me ya bi yekîtî, hêza me ya parastinê û rêveberiya me hîn zêde kir. Yên ku sîstema gel xera dikin, ewlekariyê dixin metirsiyê di asta sereke de dijminê gel in. Yên ku hewl didin jiyana xwe li ser yên din ava bikin, wê ti carî bi ser nekevin. Di dema êrişên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî de jî karên me yên meclîsê nesekinîn, berevajî ji bo xizmeta ji gel re hîn bêhtir xebitîn. Gel bi QSD’ê re tevgeriya û ev êriş bi saya yekîtiya gel a bi QSD’ê re hatin têkbirin. Gel wê bi QSD’ê û rêveberiya xwe re be; ti êriş wê nikaribe vê yekîtiyê xerab ike. Em ê li hemberî her cûre êrişan li ber xwe bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÊRAZOR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YJA Star: Hevrê Berwar sûlava hezkirinê bû
Nûçeya Pişt re ‘Em in xwediyê vê axê û em ê ji bo vê axê jî li ber xwe bidin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku li ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd: Wê bi jina azad re civaka azad were avakirin

Di 3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd a li Amedê de îşaret bi rola jinên Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Di navbera Kurdan de şer rû bide, wê derba destpêkê li Başûr bikeve’

Siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînîyî diyar kir ku wê êrîşa PDK'ê ya li gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

YPJ’ê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ezîz Hezex: Şehîd û gazî nirxên herî pîroz in

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Desteya Jinan a Cizîrê entegreyî Desteya Malbat û Nifûsê hat entegrekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Akademîsyenên Emerîkî serdana Kobanê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?