Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), welatiya Behayî ya li Tehranê dijî Seba Sefîdî duh hat girtin. Her wiha sê sal û pênc meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û ew ji bo Girtîgeha Qerçaxê ya li Varamînê hat veguhastin.
Li gorî raporên hatine weşandin, hêzên ewlehiyê Seba Sefîdî li ber mala wê ya li Tehranê girtin. Ew pêşî birin Dozgeriya Cenatabadê û piştre ji bo ku cezayê xwe bikşîne, ew veguhastin Girtîgeha Qerçaxê ya li Varamînê.
Ev rapor nîşan didin ku girtina Sefîdiyê di nava dema du mehên ku berê ji wê re hatibû dayîn de pêk hatiye, da ku bi xwe re serî li girtigehê bide û cezayê xwe bikşîne.
Seba Sefîdî di Kanûna 2023’yan de ji aliyê Şaxa 36’emîn a Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Tehranê ve bi tohmeta “endamtiya di komên li dijî rejîmê de” sê sal û pênc meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Di pêvajoya îstînafê de, ew ji tohmeta “çalakiyên propagandaya li dijî rejîmê” hatibû beraetkirin.
Ev welatiya Behayî berê di Mijdara 2023’yan de ji aliyê Şaxa 29’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, ku dadweriya wê ji aliyê Elî Mezlûm ve dihat birêvebirin, cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Seba Sefîdî di Çileya 2022’yan de jî piştî ku rakiribûn şaxa duyemîn a lêpirsînê ya Dozgeriya Evînê, piştî mehek û nîvekê bi kefaleta 1.5 milyar tûmenî hatibû berdan.
Li aliyê din, girtiya siyasî û xwendekara beşa Erdnîgariyê Perîsa Kemalî Merdikanî ku tûşî nexweşiyeke giran a rûvî bûye, cezayê zêdetirî 11 sal girtîgehê û du sal sirgûnkirinê lê hatiye birîn. Tê gotin bêyî agahdarkirin û agahdarkirina pêşwext, ji girtîgeha Yezdê bo girtîgeha Bender Ebasê hatiye veguhestin.
Herwiha endama berê ya Encûmena Zanîngeha Tehranê Mutehere Gonabadi ku bi tohmeta “propagandaya li dijî pergalê (nîzamê)” cezayê 21 meh girtîgehê lê hatibû birîn, ji girtîgeha Qerçekê bo girtîgeha Evînê hatiye veguhestin.

