Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê ji Çapemenî û Propagandayê berpirsyar Tayîp Temel di bernameyeke taybet a Sterk Tv de ragihand ku heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêktên wê roja duşemê ji bo bi Rêber Apo re hevdîtinê bike dê biçin Girava Îmraliyê.
Heyet herî dawî di 2yê Tebaxê de çûbûn Girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kiribûn.

