– Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
– Muzaffer Ayata di salvegera 44’an a şehadeta M. Xeyrî Durmuş de ew bi bîr anî û got, “Têkiliya heval Xeyrî ya bi hevalan re li ser esasê baweriyê bû. Hevalê Xeyrî dema bihata herêmekî, hevalên me weke pişta xwe bidin çiyayekî, hêz digirtin.”
– Siyasetmedar Alî Şîmşek diyar kir ku helîna nava pergalê ne entegrasyon e, asîmîlasyon e û anî ziman ku peymana Lozana çavkaniya pirsgirêka Kurd e û got: “Çavkaniya pirsgirêkan pergala Lozanê ye, çareseriya wê jî entegrasyona demokratîk e.”
– Antropolog Derya Aydin derbarê taziye û bîranînên li Kurdistan û Tirkiyeyê axivî û got, “Ciwanekî ku xwişka xwe winda kir ji min re got, ‘Me dizanî ku ew bi me re jiyan nake û me vê qebûl kir, lê zanîna ku ew êdî jiyan nake, tîştekî cudatir e.”
– Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan wê bên şopandin.
– Di civîna gel a ku 13’ê Îlonê wê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin de, wê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk were nirxandin. Veysî Aktaş wê weke axatvan beşdarî civînê bibe.

