Di rojên borî de nasnameyên gerîlayên şehîd ên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, hatin eşkerekirin. Di serî de bajarên Kurdistanê li gelek cihan ji bo gerîlayên şehîd, taziye hatin danîn. Gerîla Aryen Sozdar (Mizgîn Akbaş) a ku 27’ê Tîrmeha 2019’an li Heftanînê şehîd bû, li Mêrdînê di taziyeyê de hate bîranîn. Ji xeynî malbatên şehîdan, bi sedan welatî beşdarî taziyeyê bûn.
Dayika şehîd Aryen Sozdar, Mencî Akbaş anî ziman ku ew bi keça xwe serbilind e û wiha got, “Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li pey şehîdên xwe bimeşin, em li pey wan nagirîn, me soz daye wan. Min gotibû 2 şertên min hene, yan xiyanet, yan şehadet. Ez xiyanetê ti carî qebûl nakim, ez bi şehadeta wê serbilind im. Ez li pey şehîdê xwe nagirîm, şehîdên me nemir in. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li pey şehîdên xwe biçin. Heta pitika di landikê de em hemû wê li pey şehîdên xwe biçin. Eger cîhanê jî bidin me, em şeref û namusa xwe nafiroşin.
Ez qurbanê hemû şehîdên me bim, hemû jî ronahiya çavê min in. Em bi wan hemûyan serbilind in. Heta nefesa dawî em ê li pey şopa wan biçin. Bila ti kes nekeve hewldanê ku me bikêşe xefikê, bila roportajên me berevajî nekin, bila dest ji xiyanetê berdin, êdî bes e. Dewleta Tirk, hêzên biyanî êdî nikarin me bixapînin, bînin lîstokan. Em 4 parçeyên Kurdistanê bûne yek. Ez bang li malbatên şehîdan dikim; ti feydeyê girî û şîn girtinê, nîne, bila serbilind bin û destek bidin hevdû.”

