Bi wesîleya salvegera çaremîn a Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” gerîlayên HPJ’ê şehîdên şoreşê bi bîr anîn.
Li pêşiya posterê Jîna Emînî 22 find hatin vêxistin ku ji aliyê Dewriyeya Îrşad ‘polîsên exlaqê’ ve di 22 saliya xwe de hate kuştin.
Piştre gerîlayan bi meşaleyan dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” nivîsandin û bi hev re ev dirûşm qîriyan.
ROJÎN FESÎH: DIVÊ JIN BI RÊXISTINBÛNÊ DESTKETIYÊN XWE BIPARÊZIN
Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh li bîranînê axivî, di şexsê Jîna Emînî de şehîdên azadiyê hemû bi minetdarî bi bîr anî û got, “Di vê şoreşê de gelek ciwan şehîd bûn. Di şexsê Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî de em silavên xwe ji girtiyan re dişînin ku li zindanên Îranê pêşengiyê ji şoreşê re dikin. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ne tiştekî ji rêzê ye ku salê rojekê bê bîranîn. Jin, Jiyan, Azadî ne tenê dirûşmek e, lê felsefeyek e. Jinan ji bo azadiyê berdêlên gelekî giran dan. Ev şoreşa ku li Rojhilat destpê kir ji cîhanê re bû mînak. Şoreş bi beşekê nema. Jinên Fars, Belûc, Ereb û Kurd tevlî şoreşê bûn. Divê nirxên vê şoreşê bêne parastin. Jin li her devera ku lê ne divê xwe bi rêxistin bikin û van destketiyan biparêzin. Bi vê wesîleyê ez careke din şoreşa jinê silav dikin. Bijî Serok Apo.”

