Pêncşem, 17 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Mazlûm Rizgar Diyar: Em ê xwedî li têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê PJAK’ê ji ber tevlîbûna greva giştî spasiya gel kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamosteyên Kurd û Îranî: Wê Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê gav paşde neavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di 6 mehên destpêkê de li Kurdistanê 1804 caran mafên mirovan hatin binpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li quntara çiyayê Qendîlê gundek li nava dîrok û xwezayê: Sînemok

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berwarî: Kurd li şûna hesabên hêzên herêmî divê îrade û stratejiyeke hevpar biafirînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî bi peyamekê spasiya gelê Kurd û gelên Îranê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê serkeftina greva giştî ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erdîşê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê: Aştî bi wekheviyê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi hêza xweparastinê wê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Koker: Ji bo Komara Demokratîk hewceyî bi yekîtiyeke muxalîf a xurt heye
Rojane

Koker: Ji bo Komara Demokratîk hewceyî bi yekîtiyeke muxalîf a xurt heye

Akademîsyen Levent Koker diyar kir ku desthilatdariya siyasî armanc nake ku perspektîfa ‘’Tirkiyeya bêteror’’ demokratîk bike û got, ji bo ku gel berê xwe bidin komara demokratîk hewceyî bi yekîtiyeke muxalîf a xurt heye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Piştî hevdîtinên ku ev du sal in tên lidarxistin di çarçoveya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de ‘’Qanûna Çarçoveyê’’ di 10’ê Tebaxê de li gel dengê 467 parlamenteran hate qebûlkirin.

Akademîsyen Profesor Doktor Levent Koker têkildarî rexneyên li ser Qanûna Çarçoveyê û divê ji niha û pê ve pêvajo  çawa were birêvebirin ji ANF’ê re axivî.

‘TÊKILDARÎ QANÛNA ÇARÇOVEYÊ EM HÊ DI QONAXA DESTPÊKÊ DE NE’

Akademîsyen Prof. Dr. Levent Koker di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qanûna çarçoveyê û xalên qanûnê û ev yek anîn ziman: ‘’Qnûna Çarçoveyê di esas xwe de têkildarî sererastkirina rewşa hiqûqî ya endamên PKK’ê ye.  Ji ber vê yekê qanûn, sererastkirineke têkildarî qonaxa yekemîn e ku di rapora Komîsyona Meclîsê de cih girtibû. Dema ku em ji vî aliyî ve lê dinêrin em dikarin bibêjin ku dinavbera ‘’qanûna çarçoveyê’’ û rapora berbehs de hevsengiyek heye. Di gel ku ev pêvajo berdewam dike, divê lijneyeke erkdar xwe rayedar a ku li gorî qanûnê sepanê bişopîne were avakirin. Ger bêyî ku em bikevin nava detayan û rewşê  bi giştî diyar bikin nêzîkatiya ‘’Tirkiyeya Bêteror’’a  desthilatdarî yan jî dewletê li gel vê qanûnê gihîştiye îfadeyeke hiqûqî. Li rex vê yekê tevahiya kontrola pêvajoyê di destê dewletê de ye. Ev yek jî dibe sedema endîşe û fikarên têkildarî kiryaran.’’

‘EŞKERE YE KU KESÊN QANÛNÊ WEKE ÎXANETÊ DIBÎNINLI DIJÎ AŞITIYÊ NE’

Levent Koker piştre destnîşan kir ku derdorên li dijî qanûnê derdikevin ji destpêkirina pêvajoyê ve li dijî pêkhatina aşitiyê ne û ev yek anîn ziman: ‘’ Pir eşkere ye ku ev derdor li dijî çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi awayekî demokratîk û aşitiyane ne. Divê were zanîn ku nêzîkî ji sedî 80’ê  nûnerên li parlamentoyê ya ji 600 parlamenteran 467’an ev yasa qebûl kirine. Ji ber piraniyê ne li dijî Qanûna Bingehîn e jî. Li gorî min qanûn, kontrola pêvajoyê ji desthilatdariya heyî re hiştiye.  Demokratîkbûyîn û girêdayî vê yekêpêngavên ku divê werin avêtin ku di rapora Komîsyona Meclîsê de weke armancên duyemîn cih digirin, ne di nava vê qanûnê de ne. Ji ber vê yekê ez rexneya ku ev qanûn di çarçoveya daxwazên desthilatdariya siyasî de hatiye amadekirin, watedar dibînim.  Rast e ku ev pêngava yekem a qanûnê ye.’’

Akademîsyen Levent Koker di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku pêvajoya heyî ji bo demokratîkbûyînê weke pêngaveke yekemîn e û got: ‘’Lê belê dema ku em li bêhiqûqî û bêedaletiya li Tirkiyeyê dinêrin, em dikarin bibêjin ku perspektîfa demokratîkbûyînê gelekî dûrî rewşa heyî ye. Her wiha dewleteke ku bi awayekî qanûnî xwe weke ‘’dewleteke ku rêzê li mafên mirovan digire, demokratîk, laîk û hiqûqa civakî’’ îlan dike, bixwaze û nexwaze jî wê nikaribe xwe ji perspektîfa demokratîkbûyînê dûr bigire. Em dikarin vê yekê bi kurtasî weke ‘’neçariya demokrasiyê ya Komarê’’ jî binav bikin. Komara Demokratîk li vê naveroka xwe û bi qasî ku piştgiriyê bistîne armanceke watedar e.  Tevgera Kurd di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de ji bo mezinkirina vê piştevaniyê gihîştibû xaleke gelekî girîng lê belê hêzên ‘’muxalefeta sereke’’ yên wê demê girîngiya vê xalê ya têkildarî demokratîkbûyînê fêm nekirin. Ji bo Komara Demokratîk hewceyî bi muxalefeteke berfireh heye. Nepêkan nîne lê belê dijwar xuya dike.’’

‘KOMÎSYONA LÊKOLÎNKIRINA HEQÎQETÊ BI AWAYEKÎ QANÛNÎ PÊKAN E’

Akademîsyen Prof. Dr. Levent Koker di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser avakirina Komîsyonên Lêkolînkirina Heqîqetan û got: ‘’Ev yek helbet bi awayekî qanûnê pêkan e. Ji bo pêkhatina vê yekê jî divê bernameya siyasî ya ku avakirina Komara Demokratîk cidî digire ji aliyê girseyan ve were pejirandin. Tevgera Kurd bi salan e pêşengtiya vê mijarê dike û bi min zêdetir têkoşîn hewce ye. Tirkiye bi israr gotina ‘’Tirkiyeya bêteror’’ bi kar tîne, Tevgera Kurd jî weke ‘Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk’’ binav dike û qala demokratîkbûyînê dike. Eşkere ye ku armanc û perpektîfeke demokratîkbûyînê ya desthilatdariya siyasî ya ku pirsgirêkê weke ‘’Tirkiyeya bêteror’’ binav dike, tune ye. Ji bo ku berê pêvajoyê bidin aşitiyeke mayînde û avakirina Komara Demokratîk hewceyî bi yekîtiyeke muxalefetê ya xurt heye û zimanê vê yekê yê hevpar jî wê ji aliyê derdorên muxalîf ve were avakirin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Berwarî: Kurd li şûna hesabên hêzên herêmî divê îrade û stratejiyeke hevpar biafirînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo gerîlaya YJA Starê Zîlan Tek piştî 7 salan konê sersaxiyê hat danîn

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Zîlan Tek ku di sala 2019’an de li Dersimê şehîd bû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li navenda Kelarê êrîşa bi SÎHA

Li navçeya Kelarê ya Îdareya Germiyanê ya herêma Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê, bi balafireke bêmirov…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogullari: Armanca me jiyana hevpar e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Newroza Edeneyê de axivî û got, “Rêya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Malbata Mazlûm Rizgar Diyar: Em ê xwedî li têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe derkevin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berwarî: Kurd li şûna hesabên hêzên herêmî divê îrade û stratejiyeke hevpar biafirînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?