Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu têkildarî qonaxa “Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê” hatiyê û gavên ku tê payîn ji niha û pê ve bên avêtin, rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de, helwesta saziyên dewletê, serdema nû ya li pêşiya siyaseta Kurd ji ANF’ê re axivî.
‘DI SERDEMA NÛ DE WÊ BERÊ SIYASETA KURD DIYARKER BE’
Kurkçu li ser qonaxa pêş a “Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê” ev tişt anîn ziman: “Abdullah Ocalan û rêxistina wî tiştên ji destê wan hat, kirin. Dema ku Ocalan ev gav avêt, bi eşkereyî diyar kir û fikirî: îhtîmala şerê di navbera Kurd û Tirkan de rasterst bi girtina deriyê têkoşîna çekdarî ji holê rakir û ji bo gelan perspektîfek danî holê.. Niha dema pêkanîna vê perspektîfê ye. Mirov her tiştî ji Ocalan hêvî bike û daxwaza formulekirinê bike ev neheqiyek e. Divê her kes di vî alî de tevlî nîqaşên vekirî bibin û bi ya min divê bibe.
Divê tiştekî din lê zêde bikin. Ev ne tenê meseleyeke muzakere, nîqaşê ye; mijarek e ku bi helwestên li hemberî meseleyên jiyanî ve jî girêdayî ye. Yanî têkoşîna li Rojava berdewam dike, asêbûnên mezin ên ku pêvajoya entegrasyonê ya li wir derxistiye holê… Helwestên ku Kurdan li hemberî van li wir nîşan dane, têkoşînên li başûr û encamên ji vir derdikevin, pêvajoyên ku li Îran û Rojava diqewimin, wê bandor û rê nîşanî çareseriya pirsgirêka Kurd a li beşa di nav sînorên Tirkiyeyê bikin û fikir wê bidin.
Lê her tişt ji cihê xwe, ji cihê ku lê ye, ji zemîna xwe dest pê dike. Ji ber vê yekê ya ku wê rê nîşanî têkoşîna bide, pratîka siyasîbûnê ya ji niha û pê ve ya li vir e.”
‘TÊKILDARÎ PÊVAJOYÊ NÊZÎKATIYÊN CUDA HENE’
Kurkçu nêzîkatiya dewletê ya li ser pêvajoyê, statuya Kurdan a li Sûriyeyê û geşedanên li ser xeta Enqere-Şamê nirxand û diyar kir ku peyamên Hakan Fîdan û helwesta Devlet Bahçelî ya têkildarî Rêber Apo aliyên cuda nîşan didin. Kurkçu anî ziman ku Fîdan nerehetiya li hemberî kolektîf a Kurdên li Sûriyeyê nîşan dide û destnîşan kir ku Bahçelî jî ji bo parastina pozîsyona Rêber Apo ya di pêvajoyê de helwesteke xwedîderkenê nîşan dide.
Kurkçu wiha berdewam kir: “Fîdan li aliyekî jî dema dibêje ‘Divê Kurd ji ber ku Kurd in rastî cihêkariyê neyên’, wekî ku li Tirkiyeyê ev yek nabe, bi temamî li dijî heqîqetê vê tîne ziman. Ez ji serî ve dizanim ku Hakan Fîdan yek ji wan kesan e ku herî zêde israr dike ku Sûriye bibe dewleteke neteweyî ya Ereb û ji bilî Erebîtiyê cih nede nasnameyeke din. Em vê yekê dişopînin.
Ez manewraya Bahçelî jî bi kurtasî wisa dixwînim: Di esasî de gavên ku ji niha û pêve bên avêtin wê têkiliyên ku bi Ocalan re hatine danîn diyar bike. Ji ber vê yekê divê statuyek bê qezenckirin. Lê helwesteke wisa nîşan dide ku divê AKP barê/kulfeta qezenckirina statuyê bigire ser xwe. Berjewendiya AKP’ê ya ji vî alî ve, ne ew e ku vî barî bi tenê bigire ser milê xwe. Divê wekî Tifaqa Cumhur, yanî bi hemû hêmanên din ên tifaqê re tevbigere. Naxwazin bi tena serê xwe vê berpirsyariyê bigirin ser xwe.
Min qet nedîtiye ku Tayyîp Erdogan li ser statuya Ocalan şîrove kiriye. Ji vî alî ve cudahiyeke wisa heye.”
‘JI BO PÊŞVEÇÛNA PÊVAJOYÊ LI BENDA GAVÊN ŞÊNBER IN’
Kurkçu daxuyaniya dawî ya Rêber Apo û qonaxa ku pêvajo tê de ye jî nirxand û diyar kir ku di mijara pêkanîna qanûnê û destpêkirina xebatên saziyan de hêj gavên şênber nehatine avêtin û anî ziman ku pêşveçûna pêvajo wê bi gavên ku Enqere biavêje zelal bibe.
Kurkçu wiha pê de çû: “Hêj qanûna ku pratîka berdana çekan birêve dibe dest bi xebatê nekiriye. Niha qanûn di destê MGK’yê de ya, ya rasttir di destê Serokkomariyê de ye. Ya ku wê vê pêvajoyê tayîn bike pêngavên Tayyîp Erdogan, yên Qesrê ne. Divê em van bibînin. Di vê pêvajoyê de wê çi cûre tertîbên nû hebin, em van nizanin.
Ji ber ku Meclis qanûnekê derdixe. Lê şertê ketina meriyetê ya qanûnê ji rêveberiyê re dihêle. Yanî MGK kengî bibêje şert û mercên pêwîst ji bo ketina meriyetê ya vê qanûnê çêbûne, wê hingî bikeve meriyetê. Di vê mijarê de diyalogên bi PKK’ê re çawa bi pêş ve diçin? Ji ber ku yê çekê berde ne Ocalan e. Ocalan di girtîgehê de ye. Di nava Tirkiyeyê de hêza çekdar jî nîne. Me heta niha bi eşkereyî nebihîstiye ku wêhêzên çekdar ên li derveyî Tirkiyeyê wê çekên xwe li ku, bi çi awayî berdin û wê MGK van çawa dewr bigire.
Lewma ji ber ku hêj ev qonax nehatiye derbaskirin, ez fêm dikim ku Ocalan bi vê îfadeya xwe dibêje, ‘Me meseleya berdana çekan di prensîbê de çareser kir. Hûn ê êdî vê di pratîkê de bimeşînin. Ji niha û pê ve ev mijareke ku me girê dide’ Lê li meseleya hiqûqî wêdetir wekî ku me di destpêkê de axivî, dîzayna siyasî ya ji nû ve ya Tevgera Kurd û derketina wê ya nû ya li ser dikê, tarza siyasetê ya ku wê bipejirîne wê pêşeroja pêvajoyê diyar bike. Ji vî alî ve helbet wê gotinên nû yên ku Ocalan bibêje hebin. Lê çarçoveya niha ez bi vî rengî dixwînim.
Di vê qonaxê de hîn mehek bi ser derketina qanûnê re derbas nebûye lê di encamê de em qala pêvajoyeke ku du sal in tê axaftin dikin. Ev mijar zêdetirî şeş meh e di rojevê de ye. Zêde dirêj kir û ez difikirim ku qet nebe dema ku Meclis ji nû ve vebe divê gavek hatibe avêtin. Ger nehatibe avêtin jixwe wê bê rojeva Meclisê.. Ji ber bvê yekê meha pêşiya me krîtîk e.
Em wekî enternasyonalîstên ku Tevgera Azadiya Kurd wekî mutefîqê xwe yê stratejîk dibînin, difikirin ku ev gav, ev nêzîkatiya stratejîk jiyanî ye û berdewamkirina vê tevgera ku mohra xwe li 30 salên dawî xistiye, li hemberî statukoya heyî tekane bersiva watedar e.”

