Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) li girtîgehan hezar û 400 girtiyên nexweş hene. Ji wan rewşa 335 girtiyan giran e. Hin ji nexweşên ku xwedî nexweşiyên kronîk û giran e piştî ku sewqî Saziya Tipa Edlî têne kirin, raporên bi rengê “Dikare li Girtîgehê bimîne” yan jî “Bi tena serê xwe dikare bijî” ji wan re tê dayin. Yek ji van girtiyan jî nexweşê kanserê yê asta 4’emîn Botan Karsû ye ku 11 sal in girtî ye.
Karsû ku dema li Girtîgeha Girtî ya Amedê ragirtî bû hîn bû ku bi kanserê ye, di dema dewamkirina tedawiyê de ji Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê re hate sirgûnkirin. Karsû li vê derê gelek caran ji bo veguhestina li nexweşxaneyê daxwazname pêşkêş kir lê belê bê bersiv hate hiştin. Li gorî agahiyan, Karsû bi hefteyan e ji bo nexweşxaneyê nayê veguhestin. Karsû piştî ku hate girtin, di dosya dihate darizandin de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn. Karsû ku li Girtîgeha Girtî ya Amedê hîn bû ku di asta 4’emîn de bi nexweşiya kanserê ye, ji ber nexweşiya xwe dest bi kemoterapiyê kir. Lê belê li gel ku tedawiya wî dewam dikir ji bo Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê hate sirgûnkirin.
BERSIV JI DAXWAZA WÎ YA VEGUHESTINÊ RE NAYÊ DAYIN!
Karsû ku dema ew şandin Wanê destpêkê bi tena serê xwe hate hiştin, piştre derbasî koxûşekê hate kirin. Ji bo sewqî nexweşxaneyê bê kirin gelek caran daxwazname pêşkêş kir, lê belê bê bersiv hate hiştin. Karsû ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê du caran sewqî Saziya Tipa Edlî hate kirin, lê belê rapor “Dikare li girtîgehê bimîne” jê re hate dayin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê rewşa Karsû roj bi roj xerab dibe. Li gorî agahiyan, nayê dermankirin.
‘GELEKÎ KÊM KIRIBÛ, MIN EW NAS NEKIR’
Vehîbe Karsû ku ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk 5 meh in nekarî biçûya gel kurê xwe, beriya bi çend rojan çû hevdîtinê. Vehîbe Karsû diyar kir ku dema kurê xwe dît, pê hesiya ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê di asteke gelekî cidî de ye û banga piştevaniya lezgîn kir. Karsû ragihand ku pirsgirêkên tenduristiyê yên kurê wê gihîştiye wê astê ku gefê li jiyana wî bixwe û got, “Ji bo çûyîna hevdîtinê bi şev ji malê derdikevim, piştî rojekê bi zorê digihêjim malê. Ez extiyar im, tiştek namîne ku nayê serê me. Ji ber ku cihekî em lê bimînin nîne em bi şev diçin. Dema ku min ew dît min ew nas nekir. Gelekî li xwe kêm kiribû. Çerm û hestî mabû. Bedena wî ji ber nebûna xwînê bê reng bû. Di her axaftina bi telefonê de qala zor û zehmetiyan dikir, lê belê ji ber ku 5 meh bû min ew nedîtibû, haya min ji rewşa lezgîn tine bû. Ew rewşa kurê min ji ber çavên min naçe. Ya ku bi serê me tînin ji bilî zilmê ne tiştekî dine .”
‘NAYÊ DERMANKIRIN’
Vehîbe Karsû bi vî rengî qala rewşa kurê xwe kir:
“Bi zorê hilmê distîne. Got, dema ji ber van nexweşiyan diçe nexweşxaneyê doktor pê re eleqedar nabe, lê henekê xwe bi wî dike. Li wir nayê dermankirin. Bibin wir jî doktor qet pê re eleqedar nabe. Dermanên wî jî nadin. Ji ber ku bêhn lê diçe nikare biaxive, nikare baş bimeşe. Ya bila wî derman bikin yan jî sewqî Amedê bikin. Qet nebe li vê derê derman didan wî. Li wir tiştekî nakin. Ez ji her kesî hêvî dikim ku di vê demê de piştevaniyê bikin. Bila ev zilm êdî biqede. Em êdî matmayî man bê çi bikin, çi bibêjin. Em îdare nakin ku zarokên xwe di vî halî de bibîne. Ew rewşa wî ti carî ji bîra min naçe.”

