Ji welatên cuda yên cîhanê 38 rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl, li dijî pêkanînên rêveberiya Serokê DYE’yê Donald Trump ên li ser UCM’yê helwesteke hevpar nîşan dan.
Ev rêxistin di doza ku li DYE’yê li dijî biryarên cezayê hatibû vekirin de, bi navê “dostê dadgehê” nêrîna xwe ya hevpar pêşkêş kirin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), rêxistinan diyar kir ku ev pêkanîn karê civaka sivîl ê ji bo edaleta navneteweyî dixe zehmetiyê. Her wiha bal kişandin ku ev biryar rê li ber mexdûrên sûcên giran digirin ku bigehêjin edaletê.
Rêveberiya Trump ji bo dozgerên UCM’yê, serokê dadgehê û neh dadweran ceza danî. Her wiha Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo axa Filistînê û sê rêxistinên mafên mirovan ên Filistînî jî xistin nav lîsteyê.
Pêkanînên DYE’yê piştî ku UCM’yê di lêpirsîna Filistînê de ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant biryara girtinê da, zêdetir bûn.
Ev doz di 11’ê Tebaxê de ji aliyê gelek rêxistinan ve hatibû vekirin. Dozdar daxwaz dikin ku ev ceza werin rawestandin.

