Sibe, di 1’Cotmeha 2026’an de, wê cenazeyên 25 şehîdên qurbaniyên komkujiya Êzidiyan piştî temamkirina xebatên naskirinê û lihevanîna DNA’yê ji Bexdayê wê ji bo Şengalê bên veguhestin.
Bi vê komê re, hejmara giştî ya cenazeyên ku ji sala 2021ê ve ji malbatên wan re hatine radestkirin, digihîje 321 şehîdan.
Di vê çarçoveyê de, bal tê kişandin ser girîngiya berdewamkirina hewldanên fermî ji bo vekirina gorên komî, lezkirina pêvajoyên testkirin û naskirina cenazeyan, her wiha eşkerekirina çarenûsa hemû kesên winda û revandî.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ev 25 cenaze ji van gund û komelgehane, 16 ji gundê koço, 4 ji Herdan, 2 Tilbenat, û 3 li Solax,werdiyê û komlegha Borik in.

