Li Tirkiyeyê têkildarî çareseriya meseleya Kurd nîqaşên serdemeke nû dewam dikin. Li Tirkiyeyê yek ji fîlmên destpêkê ku çareseriya meseleya Kurd ji xwe re ki mijar fîlmê bi navê Işıklar Sönmesin (Bila Ronahî Venemire) bû. Derhênerê fîlm Reis Çelik rewşa heyî ya sînemaya li Tirkiyeyê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF’ê re nirxand.
Çelik got, qaleke welê ye ku ya nayê gotin dibêje, her qada jiyanê bi rêbazên cuda bi belge dike û got, “Muzîk bi vî rengî ye, wêne bi vî rengî ye, peyker bi vî rengî ye, wêne bi vî rengî ye. Sînema ji hemûyan bêhtir vê wêrekiyê nîşan dide.
Ez vedibêjim. Israr nakim ku ‘ez ê sînemaya polîtîk bikim’, şahidiyê ji demê re dikim. Di rewşeke welê de ku ewqas neheqî, nelrêtî heye, wekî din li çi bifikirim? Bêguman pêwîstiyên cuda yên civakê jî hene. Yek dide kenandin, yek dide ber girî, yek jî qala pirsgirêkên civakî dike. Weke sosyalîstekî herhal yê ku herî zêde meyla xwe li ser wê yekê heye ku qala rewşa civakê bike, ez im.”
Reis Çelik ragihand ku dema fîlmê Işıklar Sönmesin hate kişandin dewlet bi feraseta tinehesibandinê nêzî meseleya Kurd dibû û qada hunerê jî di bin zextê de bû. Çelik anî ziman ku bi rêya vî fîlmî wî hewl da bi rengekî herî ji rêzê ji mirovekî herî ji rêzê re qalê bike ku li vî welatî pirsgirêka Kurd heye, lê belê ji ber astengiyan neçar man ku beşek ji fîlm bi dizî bikişînin.
Reis Çelik ragihand ku fîlm li tevahiya Tirkiyeyê tenê bi çar kopyayan kete sînemayê û got, “Du sînema li Stenbolê, yek li Enqereyê, yek jî li Îzmîrê bû. Di dema nîşandanê de tiştek qewimî ku kes ne li bendê bû, di asta rekorê de mirov çûn lê temaşe bikin. Li pêşiya deriyên sînemayê rêzên dirêj çêbûn. Piştî demekê li ber deriyê sînemayê polîsan dest bi kontrola nasnameyê kirin û bi vî rengî temaşevan karîbûn bikevin sînemayê. Yên ku nediecibandin nedihiştin ku bikevin hundirê sînemayê. Dema ku tilîlî dihate kirin fîlm disekinandin û temaşevan derdixistin derve. Fîlm dema ku çû bajarên Rojhilat û Başûrrojhilat tansiyon hîn bilind bû.
Girtin, meşên protestoyî û hwd. qewimîn. Weşandina fîlm di çapemeniyê de jî bû rojeva bingehîn. Çapemeniya rastgir got, ‘We fîlmê PKK’ê çêkirin’. Baskê rêxistinê jî bi gotina ‘Navê PKK’ê derbas nabe’ rexne kir. Ji xwe ez li benda van bûm. Ya ku min eleqedar dikir xwedîderketina li fîlm bû û rûbirûbûna ‘li vî welatî pirsgirêkeke Kurd heye’ bû.”
Derhêner Reis Çelik bal kişand ser hevdîtinên navbera dewleta Tirk û Tevgera Kurd û dema nû nirxand. Çelik got, “Nêzî 50 sal in li vê xakê şerekî navxweyî diqewime. Dewleta Komara Tirkiyeyê dawiya dawî qebûl kir ku li vî welatî pirsgirêkeke Kurd heye. Çiyê jî dît ku têkoşîna çekdarî gihîştiye asta dawî.”
Çelik işaret bi sekn lîderê baskê neteweperest a ji vê pêvajoyê re kir û got, “Bi dîtina min ev yek ne tiştekî welê ye ku mirov matmayî bimîne. Ji ber ku şer bi aliyên ku şer dikin dikare bi dawî bibe. Kê li hemberî PKK’ê şer kir? Leşker, polîs bi giranî derdora neteweperest bûn. Pêşniyara ‘Em bisekinin’ jî ji wan hat. Dawiya dawî îradeya rawestandinê di destê van herdu hêzan de ye. Ev şer diviyabû ji aliyê dewletê ve bihata qedandin, ji ber ku fêhm kirin ku îradeya gelekî nikare bê tinekirin.
Li aliyê çiyê jî pêwîstî bi vê veguherînê hebû. Ji ber ku di asta destpêkê de karîbû bi têrkerî ji dewletê re bide fêhmkirin ku Kurd ‘Kart-Kûrt’ nîne. Ya duyemîn jî Tevgereke ku gelekî berfireh bû, dawiya dawî dikarîbû ji kontrolê derketibûya. Ev yek êdî hatibû dîtin.
Ya herî girîng jî her kes pê hesiyan ku gelê Kurd êdî ne xwedî sebir û wê hêzê ye ku berdêla ewqasî giran û fatûreya giran rake.
Van hemûyan pêwîstiya rûniştina li dora maseyê destnîşan kir. Berê jî hewl hatibû dayin bê ceribandin, lê belê şaşitî hatibû kirin û mase belav bûbû. Di vê dema dawî de şensê şaşitiyê ji bo her kesî ji holê rabûye. Ji ber ku her kes baş zane bê şaşitiya di vê pêvajoyê de wê çi encamê bi xwe re bîne.”
Derhêner Reis Çelik di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku aştiya bê kirin divê li ser bingeha feraseta dewleta civakî bê avakirin û got, “Li vî welatî her welatiyek leşkeriya ji neçarî dike. Di vî şerî de bi deh hezaran mirovên me hatin kuştin û al li mala wan hate daliqandin. Hin jê malên ji kerpîçê bû, hinek jî herifî bû. Hin ji dayikan bi Tirkî, hinek jî bi Kurdî giriyan.
Aştiya li mala ji kerpîçê û herifî aştiya newekheviya aboriyê ya Tirkiyeyê ye. Ev jî gelekî girîng e. Divê ev yek bibe aştiya dewleteke civakî ku ev pêwîstiyeke. Aştiya xwemalî û nasnameyan jî feraseta dewletbûneke demokratîk e.”

