Di lêpirsîna li ser îdiayên “gendelî” yên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrsinê û şaredariyên Yenişehir û Mezîtliyê de 59 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya vê lêpirsînê de polîsan bi ser malên Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsinê Vahap Seçer, Şaredarê Yenişehirê Abdullah Ozyîgît û Şaredariya Mezîtliyê Ahmet Serkan Tuncer de girt û ew binçav kirin.
Li gorî îdiayan, di lêpirsînê de 13 îhale û 63 kirînên rasterast hatine lêkolînkirin. Hate îdiakirin ku di vê çarçoveyê de 330 mîlyon û 945 hezar lîre zirara cemaweriyê hatine tespîtkirin.

