Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtine dest pê kir û bi sînevîzyonekê wêneyên 60 şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê nîşan dan. Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên tevgerên ciwan, jin û partiyên siyasî tev li merasîmê bûn.
Piştî pêşkêşkirina sînevîzyona wêneyên şehîdan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Ebdullah Îso axivî. Îso hemû şehîdên tevgera azadiyê û şoreşa Rojava bi bîr anîn û got şehîdan ji bo parastin û hebûna gelê Kurd canê xwe feda kiriye.
Bi navê birîndarên şer jî Egîd Dirbêsiyê axivî û got ew ê her tim rêça şehîdan bişopînin.

