Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok di bernameyeke Stêrk TV de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, qanûna çarçoveyê, pirsgirêkên leşkerî û civakî yên di rojevê d ene nirxand. Hevpeyvîna bi Xebat Andok re bi vî rengî ye:
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dimeşe, gelek alî li ser pêvajoyê nîqaş dikin, hinek gav hatin avêtin. Lê ev gav çi qas têrker in? Mirov bi çawakî giştî çawa dikare Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku nêzî 2 sal li pey xwe hişt, binirxîne, niha di kijan astê de ye?
Em destpêkê hemû temaşevanan bi rêzdarî silav dikin, dîsa di şexsê Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin û hevala Bêrîtan de, hemû şehîdên şoreşê bi minetdarî, hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Soza xwe ya serkeftinê a ku me ji bo şehîdan daye, dubare dikin.
Wekî we jî anî ser ziman pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikeve du saliya xwe. Bêguman derbarê vê pêvajoyê de, destgirtinên curbebur hene. Ev jî di heman demê de dewlemendiyek e. Ji ber ku bandor li ser civakê, têkiliyên dewlet û civakê, heta bandor li ser têkiliyên dewletan dike. Tu bixwazî nexwazî wê ev yek çêbibe. Lê esas mirov dikare bibêje ku du milên vê pêvajoyê hene. Milek dewleta Tirk e, milek jî wekî Tevger em in, gelê Kurd e. Ger mirov di çarçoveya van de li pêvajoyê binêre, dibe ku di çarçoveya pirsa we de rasttir be. Destpêkê di navbera van her du aliyan de jî destgirtin ne wekhev e. Jixwe binavkirina vê pêvajoyê jî li gel dewleta Tirk, Tirkiyeya Bêteror e, li gel me jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.
‘PÊVAJO PIR GIRAN DIMEŞE’
Ev peyvan, ev binavkirin jî nêzîkatiya her du milan bi her awayî nîşan dide. Erê, her alî milê vê pêvajoyê ne, qaşo hewl didin vê pêvajoyê bimeşînin, lê em dibînin ku binavkirin jî çiqas ji hev du cuda ne. Wexta ku binavkirin cuda be emelê her kesê jî wê li gorî binavkirina wan be. Mixabin, di van du salan de em çi dibînin? Nêzîkatiya dewleta Tirk wekî binavkirina wan dimeşe, pêvajoyê wekî Tirkiyeya bêtetir binav dikin, ji ber vê jî dixwazin her tiştê di çarçoveya terorê de bigrin dest. Her tiştê di çarçoveya polîtîkayên di nava neynukê de ewlekariyê de dixwazin bigrin dest. Nêzîkatiya wan a li hemberî Tevgera Azadiyê esas di çarçoveya çekdanînê de ye. Ji derveyî vê tiştekî cuda nagirin rojeva xwe. Bi awayekî giştî, bi Kurdên derdor re, parçeyên din re, bi vî rengî têkilî datînin, di heman demê de parçeyên din di nava kijan netew dewletê de mabin, wan dewletan re têkiliya xwe dîsa di çarçoveya terorê, têkoşîna li dijî terorê, bêçekkirina Kurdan re datînin. Emelê wan heta niha bi vî rengî ye. Yanî bi encaman re mijûl in. Bi çekberdanê re mijûl in, her kes jî dizanin ev encam in. Lê pirsgirêkek li holê ye, ev pirsgirêk pirsgirêka Kurd e. Herî kêm pirsgirêkekî sedsalî ye.
Eşkere ye ku ger mirov bi sedemên pirsgirêkan re mijûl nebe, bi encaman re mijûl nebe mirov nikare çareser bike. Divê tespîtkirin rast be. Tespîtkirina pirsgirêkê şaş e di wê zîhniyetê de. Tespît, wekî tespîtekî terorê tê binavkirin. Lê pirsgirêkekî hebûnî heye, pirsgirêkekî azadiyê heye, ya gelekî heye. Ev gelê ku di bin fermana qirkirinê de hatine hiştina doza xwehebûnê dike, doza xwe dike û ji bo vê jî têdikoşe. Ev têkoşîn di xalê heyî de heta niha bi rêya çek çêbûye. Meseleyek cuda ye, ji ber vê jî divê destgirtinek rast çêbibe. Ya din dewleta Tirk bêyî ku di xwe de tu guhertin û veguhertinê bike dixwaze xwe ji van pirsgirêkan xilas bike. Ev yek pêkan nîne. Ji bo vê destgirtina dewleta Tirk pir teng e, bi kok û bingehîn nêzîk nabe. Dema ku te têgeh rast binav nekir, te pêvajoyê rast binav nekir, te bingeh rast nexwend, emelê te jî li gorî wê ye. Ji bo vê, tişta pêwîst guhertin û veguhertinekî zihnî ye. Ji ber vê yekê dema ku mirov lê dinêre, pêvajo pir giran dimeşe.
Em pêvajoyê wekî Aştî û Civaka Demokratîk bi nav dikin, tişta ku em jê fem dikin hene. Lê dewleta Tirk jî derbarê aştiyê de çi difikire divê bibêje. Nimûne, wê aştiyekî çawa pêş bixe? Dewletekî ku sed salan hatiye avakirin heye, lê ev dewlet bi civakê re ne di nava aştiyê de ye. Temsîliyeta hemû beşên civakê nake. Nimûne, Kurdên li bakurê Kurdistanê vê dewletê nabîne, berovajiya wê hemû polîtîkayên qirkirin, înkarkirin, zext, zilmê bi rêya vê dewletê hatiye ser gelê Kurd. Ji bo vê yekê pirsgirêka gelê Kurd a bi dewletê re ya aştiyê heye. Dewleta Tirk divê Kurdan hem li bakurê Kurdistanê, hem jî li derveyî bakurê Kurdistanê, çar parçeyên Kurdistanê, wekî dijmin negire dest. Di vê nuqteyê de jî guhertinekî zihnî zêde jiyan nake. Ji bo vê yekê, ne tenê ji Kurdan re, ji jin, Elewî, bi civakên cuda re jî wisa ye. Yanî di çarçoveya netewe dewletê de ji xwe re formek girtiye û dixwaze heta hetanî bi wê formê biçe, lê naçe. Ji ber ku civak ne razî ye, li hemberî yekdestî, desthilatparêzî û sekna te ya înkarê ne razî ne. Berxwedaniya Kurdan jî di nav de, ev berxwedana civakî ya li hemberî te sedema xwe ji te digre. Wexta ku hûn beşa civakê nas nekin, ji tiştekî nehesibînin, ger doza hebûna xwe bikin wê li hemberî te têbikoşin. Ev ya milê dewleta Tirk e.
Li milê me çi heye? Binavkirina Aştî û Civaka Demokratîk e. Bêguman, du merheleya wê heye, bi hev du re girêdayî ne. Di çarçoveya aştiyê de, em amade aştiyekî bi dewleta Tirk re pêş bixin. Rêber Apo di vê çarçoveyê de gavên ku ji hişê tu kesî derbas nedibû avêt û bi me jî da avêtin. Dixwaze di me de jî guhertin û veguhertinekî bingehîn pêş bixîne. Ji bo ku em bikaribin bi dewleta Tirk re aştiyekî pêş bixin, tişta ku ket milê me, me hemûyan kir. Nimûne, me stratejî guhert. Stratejî çi ye? Tu kijan rê û rêbazê esas digrî ku xwe pê bigihînî armanca xwe. Armanca me gelê Kurd çi ye? Armanca xwe xwebûyîn e, em dixwazin wekî Kurd hebin. Em dixwazin li ser axa Kurdistanê wekî mirovan bijîn. Li ser rûyê erdê çawa hemû mirov di çarçoveya xwebûyînê de dijîn, em jî doza xwebûyînê dikin, doza tiştekî din nakin. Em dev ji vê jî bernadin.
KÊMASIYÊN ME DI AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK DE ÇÊBÛN
Em ê bi kijan rêyê xwe bigihînin vê armanca xwe? Me dev ji têkoşîna çekdarî berda, me di stratejiyê de guhertin kir. Ev tiştekî pir girîng e. Wekî çalakiyekî sembolîk a vê guhertina stratejiyê, 11’ê Tîrmeha 2025’an hevalên me çek şewitandin. Ev jî tiştekî pir girîng bû. Me hevalên ku li bakurê Kurdistanê wekî gerîlla têkoşîn dimeşandin, vekişandin. Me li Başûrê Kurdistanê deverên ku bi leşkerên Tirk re dibetiya temasê hebû, hemû vala kir. Yanî ji bo ku dewleta Tirk qaneh bibe ku em dixwazin aştiyê pêş bixînin, tişta ku diket ser milê me, me hemûyan kir. Me di çarçoveya leşerî, guhertina stratejî de kir, niha em hewl didin di milê zihnî de jî guhertin û veguhertinê bikin û amade bibin. Di vê nuqteyê de, di nava rêxistina me de, hem endamên tevgerê hem jî di raya welatparêzan de jî di van nuqteyan de hewldana guhertina zîhniyetê ya pir xurt jî heye. Her kes vê jî dibîne.
Milê wê yê dinê çi bû? Ji bo ku civak zêdetir aştiyê bixwaze, zextê li ser dewletê çêbike, dibe ku di van milan de hinek kêmasî me çêbûn. Mirov dikare rexnedayînê bide. Milê din ji, civaka demokratîk lingekî esas ya vê pêvajoyê ye, jixwe armanc jî ew e. Di vê pozîsyonê de helbet em di pozîsyonekî rexnedayînê de ne. Bêguman, ji bo ku civaka demokratîk were avakirin, şert û mercên aştiyê zêdetir guncav in. Mirov dikare di nava şert û mercên aştiyê de, civaka demokratîk baştir ava bike. Ev yek heqîqet e. Di vê pêvajoyê de çi çêbû? Ev du sal in, pêvajoyeke bêçekbûnê heye, herî kêm ev yek tiştekî gelek baş e. Bi awayekî xwezayî derfetên vê pêvajoyê çêdibin. Nimûne, di vê nuqteyê de derfetê karkirinê zêde heye. Ji bo ku mirov avakirina pozîtîf pêş bixe, taybet di eniya Kurdan de ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, ya rast zemînekî xurt destpêkê li bakurê Kurdistanê û parçeyên din û li derveyî welet jî derfetekî pir baş hebû. Lê mirov dikare bibêje ku ev baş nehate nirxandin. Erk û berpisyariyên me heye, derfetekî pir biçûk jî hebe, divê di çarçoveya avakirina demokratîk de binirxînin. Di vê nuqteyê de bi awayekî giştî sekna me wekî Tevger di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, di milê wê yê avakirina civaka demokratîk de, lewazî zêde ne, pozîsyonekî rexnedayînê heye. Li ser vê esasê jî mirov bikaribe li ser bisekine. Min hinekî dirêj kir ezê kom bikim. Bi awayekî giştî, pêvajo di xalê heyî de hinekî bi vî rengî ye.Erê îradeyek heye ku pêvajo bimeşe, tespîtekî ku pêvajo sekînî ye jî tune ye, lê pêvajoyekî ku giran dimeşe, adeta pêvajoyeke ku pir xwîn biçe damarên laşê û laş tenê bikaribe tenê nefes bigre heye. Ev laş rabe bimeşe, an werzîşê bike, bikeve nav lîv û tevgerê, aktivîteyek wî ya jiyanê ya pir xurt hebe, pêvajoyeke bi vî rengî tune ye. Esas sedema vê jî, ji ber ku du alî hene. Bi ya min, milê dewleta Tirk ji ber ku di milê zihniyetê de guhertin û veguhertinê najî, bêyî ku xwe biguherîne û veguherîne, bêyî ku tespîtên xwe yên li ser gelê Kurd, li ser Tevgera Azadiyê, guhertinekî bingehîn bike nabe. Qaşo dixwaze xwe bigihîne armancê û ji ber ku ev jî bi ser nakeve, giraniya pêvajoyê ji vir tê. Yanî dewleta Tirk bi devkî xwestek e, lê di emelê de mirov zêde vê xwestekê nabîne.
Numan Kurtulmuş di Meclîsê de got ku pêvajo bi rêkûpek dimeşe, di aliyê Tevgera Azadiyê de jî ev pêvajo çawa dimeşe? Di gelek aliyan de hatiye diyarkirin, em bi xwe jî dişopînin, niha piştî qanûna çarçoveyê derket, hinek komîsyonên dîtir hatin avakirin, piştî Meclîs vebû şûnde Lîjneya Şopandin û Nirxandinê kom bû, hinek komîteyên jêrtir diyar kirin. Niha wê erkên van komîsyonan çawa bibe, dîsa daxuyaniyên rayedaran hene, divê mirov van çawa bibîne, çawa bigre dest?
Tişta ku me got ya giran dimeşe, mirov rastî jî ji pêvajoyê zêde tiştan fêm nakin, çawa fêm bikin? Divê tu tiştekî nîşan bidî. Nimûne, lîjne hatine avakirin, lê tenê navê van behs kirin. Ev lîjne ji kî pêk tên, di van lîjneyan de kî hene, erk û berpisyariyên van lîjneyan çi ne, kî çawa hatiye erkdarkirin, wê çi bikin? Nimûne, derbarê wê de ji bo raya giştî heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn. Qaşo ev lîjne ji bo çi hatine avakirin? Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve. Lê ev pêvajo, pêvajoyeke pir girîng e, jiyanî ye, ger ku biçe serî wê pirsgirêka Kurd were çareserkirin, wê demokratîkbûna Tirkiyeyê çêbibe, wê potansiyala Tirkiyeyê bi her awayî derkeve. Ji ber ku pêvajoyeke ev qas girîng e, qaşo ji bo ku ev pêvajo biçe serî we lîjne damezrandiye, erk û berpirsyariyên wan lîjneyan destnîşan bikin, bibêje ku wê çi bikin, bila raya giştî bizanibe ku endamên van kî ne. Di vê mijarê de girtî ye.
Ya din, ev lîjneyên ku hatine damezrandin, esas yê dewletê ne, em nizanin ku ji kî jî pêk tên. Lijneyeke jorîn heye û herhalde cara duyemîn e dicive. Lijneyên din wê çawa têxin paratîkê zêde diyar nîne. Îro, sibe wê gotin ku wê MGK kom bibe. Belkî hinekî zêde li wê derê zêdetir li ser bisekinin. Ji xwe her tişt bi MGK’ê ve girêdan jî, nêzîkatiya dewletê ya pêvajoyê bi her awayî dîsa destnîşan dike. Tenê di çarçoveya “terorîzmê” de nêzîk dibin û ji ber vê MGK kirin berpirsyar. Ev milê wan e. Milê me çi ye? Serokatî wekî lijne an jî, komîsyona ku tê de kar bike, bi destpêkê ve wekî Lijneya Aştî û Siyaskirin bi nav kir. Di heman demê de Bahçelî jî bi vî awayî bi nav kiribû.
Ev binavkirinan bi sedemên cur be cur û bi hincetên ku tiştek di bingeha wan de tineye navê wê guhertin. Navê wê guhertibin jî divê naverok bi vî şeklî be. Niha her kes li bendê ye ku lijneya ku Serokatî wê koordînatoriya wê bike divê were damezrandin, bê îlankirin û demildest kar bike. Tişta esasî çi ye? Tişta esasî divê Rêber Apo di vê pêvajoyê de kar bike. Ev bi dehan caran, bi sedan caran heke têrê nekiribe wê bi hezaran caran bê ziman û bê gotin. Li derveyî Rêber Apo kesek ku vê pêvajoyê bi rê ve bibe tineye. Ne kesek heye ne jî organek heye. Ev pêvajo bi tespîtên Serokatî destpê bû. Serokatî kir rojeva me û Serokatî hin tişt ji me xwest. Me jî di nava xwe de nîqaş kir û bi vî şeklî em jî tevli serok bûn. Lê bi yek şertî, ji xeynî Serokatî ti kes tineye ku vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Ji ber vê jî divê Serokatî pêvajoyê bi rê ve bibe. Yanî danûstandin tine be, temas tine be, Yanî temasa Serokatî bi rojnamevanan re tine be, bi siyasetmedaran re tine be, bi akademisyenan re tine be, bi rêxistina xwe re tine be, bi qada siyasî re tine be, bi civakê re tine be wê ev pêvajo çawa biçe serî?
BI NÊZÎKATIYA BI VÎ RENGÎ YA LI HEMBERÎ RÊBERTÎ, WÊ PIRSGIRÊK ÇAWA ÇARESER BIBE
Ji bo vê yekê tişta herî esasî çi ye? Divê di demeke herî kurt de ev lijne bikaribe kar bike. Ji ber ku hewceyî bi vê heye. Wisa tiştekî ji rêzê nîne kî? Her kes nikare van tiştan bike. Divê temasa Rêber Apo bi her kesî re hebe. Ji ber ku pêwîst e. Mesela divê civak bê amadekirin. Kî dikare civakê amade bike. Mînak ev civak ji dewleta Tirk çi dît? Civak her tim nêrînê xwe ji ragihandina azad re radigihîne. Bê baweriyeke pir zêde li hemberî dewlet û hikûmetê heye. Tenê baweriyek hebe ew jî ji bo Serokatî ye. Dibêje belkî ew bike. Mesela ev civak wê bê asteke çawa ku bi dewletê re aştî bike. Kar lazim e. Ev jî wê Serokatiya me bike. Civaka me Tirkiyeyê wisa sor kirine ku Kurdan wekî antolojîk dijminê xwe dibînin û wekî ku Kurd ne hebûnek in û mafên wan divê tine be. Mesele ev civaka wê çawa piçekî bê guhertin. Di nava Kurdan de jî yê herî zêde krîmînalîze kirine û wisa wekî dijminê Tirkan dane nîşandan Serokatî ye, Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê divê Rêber Apo biaxive û herî kêm xîtabî civaka Tirkiyeyê jî bike. Li Tirkiyeyê jî karibe hin tiştan bide guhertin. Mesela ev lazim in. Ew beşên civakê yên ku li beramberî dewletê bê bawer bûne, ji bo Serokatiya me bikaribe wan derheqê pêvajoyê de rast agahdar bike divê pêşiya Serokatiya me vebe. Li kêleka wê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hene. Ev gerîlayên heyî hemû ji bo hebûna gelê Kurd derketine serê çiyan. Ji bo vê yekê xwe feda kirine. Ji bo vê yekê têdikoşin. Divê ev jî bên îqnakirin. Her kes dibêje şert û mercên Rêber Apo wisa ne. Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Serokatî, nêzîkatiya wan a li hemberî gelê Kurd, nêzîkatiya wan a li hemberî pirsgirêka Kurd û heke wisa nêzîkî Serokatî bibin wê çawa pirsgirêk çareser bibe. Ew şik, guman û bê bawerî di asta herî jor de di gerîlayan de jî heye. Ji bo vê yekê çi lazim e.
Erê dewletê ji xwe re lijne çêkirine û ew li gorî plansaziyekê ji xwe re dikin. Em wan rexne dikin. Hem binavkirina wan, hem dagirtina naverokên wan, hem bi awayekî bê deng û veşartî dikin ev hemû mijarên rexneyê ne. Lê tişa me ya esas ev e. Mademkî koordînatorê vê pêvajoyê Rêber Apo ye û li derveyî Rêber Apo kes nikare vê pêvajoyê koordîne bike û vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Ji bo vê karekî pir zêde lazim e. JI bo vê jî divê Rêber Apo şert û mercên kar kirinê bibîne. Abdullah Guler piştî lijne hatin avakirin bi xwe derket û got, “Ji niha û şûn ve dikare bi rojnamevenan re hevîdtinan bike, bi akademisyenan re bike û bi her kesî re bike”. Yanî hewayek wisa çêkirin. êdî temam e. Piştre bala xwe didinê ji wê demê û heta niha meh derbasbûne hîn jî tiştek li holê tineye. Hîn jî Serokatiya me gotin di cih de be hîn di nava tecîrdê de ye. Yanî giraniya hikûmetê jî namîne, giraniya dewletê jî namîne. Ji ber ku axaftinên wan li hev nakin. Tişt niha bi esasî li ku derê asê maye, kîlît bûye? Di pozîsyona Serok de û statuya Serok de. Heke nêzîkatiyeke rast di aliyê statuya Serok de pêş bixin, Serokatiya me rast pênase bikin û ji bo Serokatiya me karibe pêvajoyê koordîne bike bi rê ve bibe û şert û mercên Serokatiya me guncav bikin wê demê pêvajo dikare hinekî bimeşe. Nexwe bi halî diperpite.
Vaye 2 sal di ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de derbas bûn. Li Tirkiyeyê ji ragihandinê bigire heta gelek derdor û medya wan bi xwe de jî gelek dijberî heye û ziman jî neguheriye. Di van aliyan de Rêber Apo rasterast hedef tê girtin û ti makanîzmayên parastinê jî nadin Rêber Apo. Li gorî nêrîna we gelo ev hinek kom in an jî dijberên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in?
Ev hem li hundir hene, hem li derve hene û hem jî di nav qaşo Kurdan de hene. Yanî cure bi cure ne. Yanî destpêkê me re ji bo medyaya Tirk bîne ziman. Car caran rayedarên dewletê cuda cuda gotine wê zimanê ragihandinê bê guhertin. Lê heta niha bi rastî jî mirov zêde nabîne. Piçek wekî konjokturel car caran wisa tevdigerin. Mirov dibêje gelo wê guhertinan bikin? Piştre lê dinêre dîsa vegeriyane eyarên xwe yên fabrîkeyê. Sedema vê ne wekî ku ew rojnamevan wan tiştan rast dibînin û bi vî şeklî diaxivin. Na ne ji wê ye. Her kes dizane rojnamevaniya li Tirkiyeyê bi her awayî bi dewletê ve girêdayî ye. Yê ku wan koordîne dike, yê ku perspektîfên rojane dide esas dewlet bi xwe ye. Ger ki bixwazin, ger ku bixwastana civaka Tirkiyeyê ji bo vê pêvajoyê amade bikin dikarîbûn zimanê medyayê biguherînin. Heke medyayeke serbixwe hebe wê nêrînên xwe yên serbixwe bibêjin. Lê tiştekî wisa tineye. Ji zimanê ragihandina bi her awayî xwe bi dewletê ve girêdayî fêm dike ku esas çavkanî nêzîkatiya dewletê ye. JI ber ku nêzîkatî ne rast e ragihandina wan jî bi vî şiklî ye. Mesela ragihandina azad ne wisa ye. Ragihandina azad bi rastî jî di zimanê xwe de guhertin çêkiriye, di mêzandina xwe de guhertin çêkiriye. Bê guman kêmanî li her derê heye. Ew tiştekî cuda ye. Lê ya herî kêm hewl dide ku ji bo pêvajo biçe serî hewl dide. Mirov vê hewldnê bi her awayî dibîne û hîz dike, lê di wan de ev pir naxuye, heta berovajî rol dilîze û car caran mirov dibêje gelo û dawiyê dibîne ku tişt tineye. Wek we jî behs kir nêzîkatiyên cuda cuda hene. Hêzên navneteweyî cuda nêzîk dibin, di nav hêzên civakê de mesela Kurdan de hene, heta di nava Tirkiyeyê de hene. Her kes jî wisa nêzîk nabe. Mînak ma kî naxwaze Tirkiye demokratîk bibe. Yên bi vî şeklî hene. Di nava Kurdan de jî hinekî cuda hene. Yanî xwe cuda bi nav dikin. Lê di encamê de bi emel û gotinên xwe ji xeynî zirar dayîna doza Kurd kêrî tiştekî din nayên. Nêzîkatiyên bi wî şeklî hene. Vana ji bo pêvajo têk biçe rol û mîsyoneke wan ji jor de tineye. Lê hêzên navneteweyî nebi wî şeklî ne. Hêzên navneteweyî di encamê de berpirsyarên pirsgirêka Kurd in. Yên ku pirsgirêka Kurd derxistine ew in. Li kêleka zîhniyeta netewparêziya Tirk ev hêzên navneteweyî ne û xwe xwediyê dinyayê dibînin. Û Kurdistan jî cihekî pir stratejîk e. Ev hemû di Rojhilaa Navîn de be. Dema ku mirov li esasî lê dinêre dixwazin destdirêjiyê bikin. Bê guman derbarê pêvajoyê de nêrînên wan, emelê wan hene. Heke pêvajo wê bi kîjan alî ve biçe zêde nediyar be an jî pir giran biçe û di demeke kurt de xwe negihîne armancê xwe, hesab li ser pêvajoyê pir zêde ne. JI bo pêvajo xira bibe pir zêde hewldan û projeyên cur be cur hene. Yanî pir sozên cur be cur ji bo dînamîkên gelê Kurd hene. Her kes qebûl dike. Bi deh milyonan, derdora 60 milyon tê bi navkirin, li hemû deverên dinyayê belav bûne û êdî doza xwebûnê dike. Mesela tinebûnê ji xwe re qebûl nake û têdikoşe. Bê dewlet e û bê nasname ye. Û di nava liv û tevgerê de ne. Ji bo vê dînamîkê li gorî armancên xwe bi kar bînin pir zêde derfetên wan hene. Bi tiştên ne rast re ji bo kêrî gelê Kurd, gelên herêmê û heta kêrî dewletên herêmê jî neyên. Di destpêkê de divê dewleta Tirk bi xwendineke giştî nêzîkî vê meseleyê bibe. Heke nebe, wekî her tim dibêjin wê enfekte bibe. Tiştên ku vê pêvajoyê enfekte bikin pir zêde ne.
Li gel banga Rêber Apo di aliyê civakî, siyasî û partiyan de gelek xebat wekî civîn, konferans, mitîng û hwd tên meşandin. Gelo ev xebat têrê dikin ku guhertin çêbibe?
Ya rastî liv û tevgerek heye. Mirov nikare bibêje xwedîderktina pêvajoyê kêm e yan jî nîne. Yanî xwedîderketinek heye lê divê zêdetir be. Divê mirov vê bîne ziman. Bi rastî jî ev pêvajo pêvajoyeke pir girîng e. Heke bi ser bikeve wê gelek tiştan bi xwe re biguherîne. Heke bi ser nekeve jî wê encamên pir cuda bi xwe re bîne. Ev eşkere ye. Bi vê zanebûnê divê her kes zêdetir xwe xwediyê vê pêvajoyê bibîne û bikeve nava vê pêvajoyê. Di vê noqteyê de kêmasî hene. Bê guman derheqê pêvajoyê de nîqaş çêdibin. Lê zêde pêwîstî bi nîqaşên ku bi gel re bên kirin hene. Nîqaşên wekî konferans, komxebat û hwd. çêdibin, ev bêhtir di salonan de çêdibin. Ev jî lazim e. Di nava akademîsyên û rûspiyên civakê de hebin baş e. Divê bi van re sînordar neyê hiştin.
Heke bi van re sînordar bên hiştin wê demê nîqaş di sînoreke elît de bimînin. Pêwîstiyeke bi vî awayî heye. Divê pêvajo civakî bibe. Divê hemû beşên civakê xwe tê de bibînin û xwe tê de hîs bikin. JI bo vê jî ev nîqaş û axaftinên li ser pêvajoyê tên kirin pêdivî pê heye ku hinekî din zêdetir bi civakê re bê kirin. Civak derheqê pêvajoyê de bêhtir agahdar be û zane be. Wê xwe li gorî wê bi rêxistin bike û wê li gorî bikeve nava çalakiyan jî. Ev mil hinekî kêm dimîne. Mesela we behsa mitîngan kir. Mitîng û çalakiyên civakî yên girseyî hinekî kêm in. Zêdetir dikare bê kirin. Mesela bi hejmareke pir zêde mirov dikare aştiyê bixwaze û gav avêtinan bixwazin. Yanî derheqê pêvajoyê de xwedî xwestek bin. Pêvajo pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Pêvajo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Li cem civakê û hêzên civakê bi vî awayî ye. Lê li cem dewletê “Tirkiyeya bê teror e”. Ji ber ku her kes ji pêvajoyê heman tiştî fêm nake.
Mademkî em tiştekî cuda fêm dikin wê demê li gorî fêmkirinên xwe û destgirtinên xwe divê em zêdetir çalak bibin. Di vê noqteyê de kêmasî hene. Mesela hin derdor pir zêde şik û gumanan tînin ziman. Şik û gumanan anîna ser ziman çiqasî bi kêr e. Mirov tiştên ku kêrî civakê nay, zêde esas negre baştir e. Çi dibe bila bibe, ger ku tiştek kêrî civakê bê, ev ji bo mirovan dibe pîvan û mirov wê esas digre. Tenê bi anîna ser ziman a şik û gumanên xwe derbarê dewletê de wê kêrî çi were. Madem ku ev qas gumanên te hene, ev çavkaniya xwe ji ku digre dewletê, wê çaxê kesên ku pir zêde xwedî şik û guman in, divê herî zêde ev bikevin nava lîv û tevgerê. Nexwe baweriya wan bi dewletê nayê dibêjin dewlet xwedî dek û dolaban e, wê çaxê divê li hemberî wê têkoşînê bikî ku tiştekî bi dest bixin. Milekî şik û gumanan anîne ser ziman, milekî baweriya xwe bi pêvajoyê neanîn û gotina, ‘Çi dibe bila bibe ji vê tîştek dernakeve” û li ser vê tevgerkirin, seknekî pir şaş e. Divê mirov vê seknê tercîh nekin. Tu sûdê vê nîne.
DIVÊ DI NAVA CIVAKÊ DE BAWERIYEKE GIŞTÎ WERE AVAKIRIN
Li aliyê din, kes û derdorên ku di nava bendewariyeke zêde de ne hene. Difikirin ku ev pêvajoyeke rehet e. Qey pêvajoyeke rehet e, piştî ev qas şer çêbû hiş hate ser aliyan û li ser vê esasê pêvajoyeke destpê kiriye û ev pêvajo bi hêsanî bi ser bikeve. Na, ne wisa ye. Divê mirov nekeve van bendewariyan. Ji ber ku Rêber Apo hê roja ewil vê anî ser ziman, “Ne bikevin nava fikarên mezin, ne jî bikevin nava coş, heyecan û bendewariyên cuda.” Bendewariyên derbarê vê pêvajoyê de, li gorî têkoşîna me, li gorî bendewariyên hêzên demokratîk û hêzên welatparêz şêwe bigre. Wiha ye. Pêvajoyeke têkoşînê ye. Em jî daxwaza hebûna xwe dikin. Wê demê yên ku demokrasî, azadî û çareserkirina pirsgirêkên civakî û pirsgirêka Kurd dixwazin, divê bi hev re dest bidin û bibin parçeyek ji vê têkoşînê.
Rêbertî muzakerevan e, lê em nikarin barê têkoşînê hemû bavêjin ser milê Rêbertî. Ew jî têdikoşe; ev tîştekî cuda ye. Lê tişta esas ku Rêbertî li ser navê Tevgera Azadiyê, gelê Kurd û hêzên demokratîk dike, muzakere ye. Lê têkoşîn karê me hemûyan e. Em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê di her aliyê de xwe birêxistin bikin. Bi qasî pêwîstiya xwe, xwe perwerde bikin, xwe zana bikin, birêxistin bikin û çalak bibin. Em ê ji vê sekna pasîf an jî kêm çalak derkevin. Em ê xwe bikin nava vê têkoşînê. Em ê têkoşîneke ku dewleta Tirk neçarî guhertin û veguherinê bike, bimeşînin. Em ê bi vî rengî bihêlin ku Rêbertiya me bi baweriyeke hîn xurttir muzakereyê bike û ev pirsgirêk çareser bibe. Yanî bi awayekî giştî seknekî heye, tevgerînek heye. Lê divê zêdetir li ser were sekinandin û kêmasiyên heyî werin derbaskirin. Divê pêvajoyê hîn zêdetir civakî bikin. Divê di civakê de baweriyekî giştî çêbibe. Divê civak xwe di nava vê pêvajoyê de bibîne. Divê her kes bi awayekî çalak, bikeve nava vê pêvajoyê.
Li Tirkiyeyê ji derveyî pirsgirêka Kurd û lêgerîna çareseriyê, krîzên civakî, siyasî û aborî jî hene. Herî dawî krîza fonê derket û rayedarên AKP’ê jî di çarçoveya vê krîza fonê de cih digrin. Li gorî we, ev pirsgirêk çima derdikevin holê? Divê em van çawa bixwînin û çawa bibînin? Aliyên aştîxwaz û hêzên şoreşger divê van pirsgirêkan çawa binirxînin? Her wiha ji bo çareserkirina van divê çi were kirin?
Bi rastî, ev pirsgirêkên civakî her çiqas wekî ku bi awayekî cuda derketibe holê xuya dike jî, rasterast bi pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên demokratîkbûnê re girêdayî ye. Pirsgirêkên civakî, aborî, heta tundî û hwd.. bi kurtasî dewleta Tirk û civaka Tirkiyeyê bi kijan pirsgirêkan re rû bi rû bûn, ew rasterast bi pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê re girêdayî ye. Ez dikarim vê yekê bi rehetî bînim ser ziman. Weke ku we behsa mijara fonê kir, ev bi serê xwe mijarekî ye. Mirov dikare vê mijarê cuda nîqaş bike. Yanî di encamê de spekulasyon e, bêyî ked dayînê qezenckirina pereyan e, cîhanekî sanal e. Di encamê de, mijar bi exlaqê re girêdayî û gelek aliyên wê yên ku divê were destgirtin hene. Ev mijarekî cuda ye, nîqaşekî cuda ye. Lê dewleta Tirk hatiye rewşekî wisa ku, mijar ne tenê mijarê fonê ye. Nimûne, ev çend roj in em mijara fonê diaxivin. Li gel vê mijara Saziya Navendî ya Hakeman derket holê, serokê wan hate girtin. Dîsa pirsgirêkên îdiayê hene. Welhasil, bêrêtî di asta herî jor de ye. Adeta kî ji ku derê ji xwe re bir e. Kî ji ku derê qezenc kir e.
Di encamê de, ne qanûn, ne qeydeyek heye. Hêza kî ji bo kî hebe, kî ji kijan alî qezencê bike, yanî cîhanekî bi vî rengî heye. Yanî di nav de qanûn tune ye. Lê hebûn bi serê xwe qanûn e. Di nava gerdûnê de, di hemû tiştên gerdûnê de, qanûnek heye. Yanî qanûnên wan hene, usûlên wan hene. Gelo ev dewlet çima ev qas bêisul e? Nimûne, di nava vê dewletê de ji ber çi ev qas çetebûyîn derdikeve pêş. Çima ev qas bêusûlbûn derdikeve pêş? Çima berjewendîperestî ev qas derdikeve pêş. Divê ev werin destgirtin. Bi rastî, dema ku mirov li dewleta Tirk dinêre, dewletekî ku di nava xwe de riziyaye. Yanî pirsgirêkên exlaqî yên bi vî rengî pir zêde derdikevin pêş. Ji bo xwe, ji bo berjwendiyên xwe, ji bo bidestxistina pere, her tişt tê kirin. Bandora vê atmosferê li ser civakê çêdibe. Civak jî dikeve nava vê tevgerbûyînan.
Di encamê de, rizandinekî pir alî û bêyî hesab heye. Dema ku em van dibînin, tespîtên “dewleta norm, dewleta ji derveyî norm” yê Rêbertiyê tê bîra mirov. Ev mirov dixe nava fikran. Dewleta norm çi ye? Dewleta ku usûla wê diyar e. Dewletekî bêyî qanûn çêdibe? Vaye ger hebe wê wekî dewleta Tirk be. Ji ber vê yekê, “Dewleta norm û dewleta ji derveyî norm” pir girîng e. Her kesên di nava dewletê de cih digrin, divê li gorî usûlên hiqûqî tevger bikin. Ger bi vî rengî tevger bikin, mafya û çetebûn çênabe. Erê, dewlet tam nabe saziyeke demokratîk, ji ber ku haveyna wî cuda ye, lê herî kêm dibe saziyeke ku bêusûlbûn di nav de nebe, hiqûq derbasker be, berjewendiyên şexsî werin astengkirin û gendelî ji holê werin rakirin. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk bi vî awayê xwe dewletekî ji derveyî norm e. Dewletekî ku di nav de qanûn tune ye. Nimûne, tê gotin ku qaşo AKP operasyonê dike. Lê tiştên ku qewimîne, hemû di dema AKP’ê de çêbûne. Xwe wekî rizgarker nîşan dide, lê navê alîkarê Erdogan derket holê, hin kesên din jî derdikevin holê. Jixwe îro jî hemû derfet di destê Erdogan û derdora wî de ye, agahî di destê wan de ye.
LI TIRIYEYÊ JI SERÎ HETA BINÎ RIZANDINEKE MEZIN HEYE
Spekulasyon û tiştên wekî wê, bi temamî ji aliyê van kesan ve tê kirin; ev qezencê bi dest dixin. Ji ber vê yekê dewletekî ji derveyî norm derdikeve holê. Gelo girêdanbûna van bi pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê re çi ye? Wê ev dewleta bêyî usûl çawa rast nêzî Kurdan bibe? Ev dewleta ku wekî mafya kar dike, ev dewleta ku di nav de tu qanûn nemaye, dewleta ku hêza kî ji kî bigre, ji serî heta bînî li ser berjewendiya desthilatdariyê tevger dikin û her kes dide pey wî. Vaye nêzîkatiya, “Kurd nînin, mafê Kurdan tune ye, Kurd terorîst in” pêş dixe. Li dijî jinan pêş dixin. Li dijî Elewiyan pêş dixin. Li dijî Çerkesan pêş dixin. Bi kurtasî li dijî hemû cudabûnan pêş dixin.
Eger dewlet bibe dewleteke norm, bibe dewleteke hiqûqê hingî ew pirsgirêkên ku me qalê kir, meseleya fon, pirsgirêka hakem, şêweyên berjewndîperest ên cuda dernakeve holê. Di vê astê de dernakeve holê. Çima? Ji ber ku hiqûq heye. Her kes wê li gorî hiqûqê tevbigere. Ji kesên ku li gorî hiqûqê tevnegere wê hesab bê pirsîn. Desthialtdarî wê veneguhere tiştekî bi vî rengî; yanî veneguhere şêweyekî ku her kes dewlemend bûye, her kes bûye xwedî serweriyeke mezin. Lewma bi giştî meseleya fon jî di nava vê de ye, hemû tiştên ku dewletê dirizîne yekser bi demokratîkbûnê ve girêdayî ıye, yekser bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Yên ku dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û dewlet veguhere dewleteke norm divê vê tespîtê bikin. Çima dewlet bi vî rengî ye?
Ji nava vê dewletê çima ewqas çete derdikevin holê, çima ewqas mafya hene, çima ewqas darbe rû dide? Divê mirov bingeha van hinekî bikolin. Hêzên civakî jî divê vê bikin. Ji ber ku dewleta Tirk Kurd nas nekir, sed sal in polîtîkaya înkar û îmhayê ava bûye. Hîn jî li hemberî Kurdan nêzîkatiyeke bi vî rengî tê nîşandan, êriş li Kurdan tê kirin. Her tiştî rewa dike. Yanî çete û mafya, ev hemû di nava dewletê de derdikevin holê. Lewma hemû çavkaniyên vê rizandin û dejenerebûnê, pêwendiya xwe bi polîtîkayên înkarê û nêzîkatiyên şaş ên têkildarî pirsgirêka Kurd heye. Li gel vê yekê têkiliya xwe bi meseleya demokratîkbûnê heye. Eger di vê nuqteyê de çareseriyek derkeve holê, hingî çareseriya van pirsgirêkan hemû wê rû bide.
Rojên dawî mijareke din a gelekî girîng tê nîqaşkirin. Bûyerên li Başûr, Iraq û Şengalê hene. Pêşmergeyên PDK û YNK bûne yek. Li Şengalê di mijara entegrasyona demokratîk de hin gav hene. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji Iraqê vedikişin. Li ser van mijaran nîqaşên cuda têne kirin. Hûn van mijaran çawa dinirxînin?
Hêzên qaşo koalîsyonê, yanî leşkerên hêzên koalîsyonê ji Iraqê vekişiyan. Iraqê ev yek ji bo xwe weke serketinekê jî pêşkêş kir. Ev yek ji aliyê leşkerî ve dikare bê wateya vekişînekê lê belê nepêkan e ku ev hêzên hegemonîk xwe bi temamî ji Iraqê ji herêmê vekişîne, yan jî dest jê berdin. Ev nepêkan e. Ji ber ku di rewşa heyî de, li gorî nirxandineke ku bi giştî tê qebûlkirin, tişta di nava sîstemên modernîteya kapîtalîst de diqewime Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Belê li cihên cuda şer dewam dike. Lê belê navenda esasî ya vî şerî Rojhilata Navîn e. Her wiha Kurdistan e. Yanî Şerekî Cîhanê yê Sêyemîn heye. Di şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê de sîstemeke çawa ya cîhanê, sîstemeke çawa ya herêmî ava bû, niha jî piştî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li vê derê, li herêma me, li Kurdistanê jî dîzayneke nû wê çêbikin. Ev ne meseleyeke şexsî ye. Lê belê kevir hîn li şûna xwe rûneniştine.
Yanî encamên şerê cîhanê yê sêyemîn hîn ji her alî ve derneketine holê. Lê belê wê zêde dirêj nekin û dîzaynekê bidin. Mînak, di têkiliyên Rûsya û Ewropayê de her ber bi ku ve biçe jî neçar e ku şêweyekî bigire. Ji niha û pê ve mînak şerekî cuda dikare rû bide. Li gel vê yekê divê sîstemek bê avakirin. Bi giştî reaksiyona civakan ewqasî bilind e ku mirov ketine rewşeke welê ku nikaribin bijîn. Mînak, li herêma Çînê hin tişt dikarin biqewimin. Dawiya dawî îro ev der weke cihekî welê tê dîtin ku her kes li gorî berjewendiyên xwe lê tevdigerin. Her kes dixwaze li gorî berjewendiyên xwe tevbigere. Li wê derê jî pêwîstî bi tiştekî, bi sîstemeke nû heye. Her wiha li derdora Emerîkayê, piştî ku Trump bû desthilatdar Emerîka ji xw edest li her derê werdide. Lê belê qadên şer û di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de herêma herî stratejîk, herêma ku wê dest jê bernedin û pêwîstiyê bi avakirina sîstemekê li wir dibîne Rojhilata Navîn e. Tê dîtin ku di mijara Rojhilata Navîn de heta ji destê wan bê wê hewl bidin ku bi ser bikevin. Ev yek wê çawa bi encam bibe ew tiştekî cuda ye.
Lê belê plansaziya wan ew e ku Rojhilata Navîn di çarçoveya Peymanên Îbrahîmî de jinûve dîzayn bikin. Ev bi eşkere tê dîtin. Eger di vir de bi ser bikevin, ev yek wê bê wê wateyê ku hegemonya Îsraîlê ya li herêmê bi ser ketiye. Armanca modernîteya kapîtalîst, tişta ku dixwaze di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de li Rojhilata Navîn bike ev e. Her wiha piştî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, piştî ku hinekî dem derbas bû wê saziyên cîhanê jî jinûve dîzayn bikin. Mînak Neteweyên Yekbûyî heye, Banka Cîhanê heye, IMF heye û saziyên weke wan hene. Ev hemû piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatin avakirin. Madem ji bo wan pêwîstî bi sîstemeke nû ya cîhanê heye, wê demê eger bi ser bikevin wê di piştî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di asta cîhanê de wê bi rêya saziyên nû xwe jinûve birêxistin bikin. Ev jî tê dîtin. Hêzên hegemonîk jî, hêzên herêmî jî dest ji Iraqê bernedane. Kes nikare bibêje, ‘Wê êdî dest nedin Iraqê, temam bû’. Na, welê nîne.
RÊBER APO BERIYA BI SALAN GOT KU DIVÊ HÊZÊN KURD BIBIN YEK
Baş e, nava Iraqê çawa ye? Mînak, dikare şerê mezhebî rû bide. Dibe ku şerekî navxweyî rû bide. Pirsgirêka Başûrê Kurdistanê û pirsgirêka Iraqê hîn bêhtir derdikeve pêş. Dawiya dawî tiştekî bi vî rengî nikare bê gotin, ‘Hêzên koalîsyonê vekişiyan, ji niha û pê ve wê aramî pêk were’. Dibe ku hêzên navneteweyî zemîna pêngaveke nû amade dikin. Ji bo hêzên cuda derkevin holê, şer rû bide û piştre jî destwerdanên cuda bike. Ev jî ıhene. Di nava van de rewşa Başûrê Kurdistanê jî heye. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê timî qala wê yekê dike ku hin xeterî zêde bûne. Dibêjin, ‘Em van xeteriyan hîs dikin’. Bi rastî jî hîskirina vê baş nîne. Gelê Kurd yek e, gelek e. Û vî gelî pirsgirêkên xwe yên hebûnê ji her alî ve çareser nekiriye. Di halê hazir de hebûna xwe nedaye qebûlkirin.
Başûrê Kurdistanê heta astekê xwedî statuyekê ye, statuyeke xwe ya hiqûqî heye. Lê belê ev dewletên ku Kurdan ji bo xwe pirsgirêk dibînin û li hemberî gelê Kurd polîtîkayên îmhayê dimeşînin, dest ji polîtîkayên xwe bernedane. Ji ber vê jî girîng e sekna gelê Kurd di nava yekîtiyê de be. We got, pêşmerge bûne yek. Belê, welê xuya dike. Lê belê wê heta kîjan astê bibin yek ew meseleyeke cuda ye. Rêber Apo beriya bi dehan salan got, divê hêzên parastinê yên gelê Kurd bibin yek. Ev yek bi rengê herî şênber di parêznameya xwe ya pêncemîn de anî ziman. Her tim bi vî rengî tevgeriya. Daxwaza Rêbertî ev bû. Ji ber ku gelek bi pirsgirêkên hebûnê re rû bi rû ye; ev hemû bi hev re girêdayî ne. Hêzên dagirker hemû karekî hevpar dimeşînin. Ji xwe herî dawî Îran û Tirkiyeyê, Wezîrên Karên Hundir ên herû welatan civîneke hevpar lidar xistin û weke çar dewletên ku Kurdistan dagir kirine gotin, em bi hev re tevbigerin, li hemberî vê yekê tiştekî bikin.
Ji ber vê jî pêwîstî bi parastineke hevpar heye. Nabe ku civak bê parastin bê hiştin. Û welê diyar e ku rêveberî û hikumeta Başûrê Kurdistanê, paşeroja wan hinekî nediyar e. Lê belê çareserî ew e ku xwe bispêre gelê xwe, sekneke civakî nîşan bide, rêxistiniya civakî û yekîtiyê pêk bîne. Li ser vê bingehê hem pêwîstî bi parastineke hevpar heye hem jî ji bo Kurdan pêwîstî bi hikumeteke yekîtiya demokratîk heye. Her wiha dîplomasiyeke hevpar jî divê. Bi esasî her tişt li Kurdan ferz dike ku di çarçoveya sekna neteweyî de xwe weke saziyekê bi rêxistin bike. Rêbertî bi salan e daxwaza Kongreya Neteweyî dike. Lê belê halê hazir hin hêz vê yekê danîne pêşiya xwe, bi cih nîne. Ji niha û pê ve mecbûriyeteke bi vî rengî derdikeve pêşiya gelê Kurd; di çarçoveya yekîtiya gelê Kurd de hem li Başûrê Kurdistanê divê yekîtî pêk were, hem jî gelekî girîng e ku li tevahiya Kurdistanê her tişt bi hev re bê kirin, nêzîkatiyeke yekîtiyê bê nîşandan.
Herî dawî li Amedê ji aliyê mêran ve li dijî tundiya li hemberî jinan meşek hate lidarxistin. Em hemû zanin ku Rêber Apo li nava civaka Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo mêran li qada civakî guhertinên mezin kir. Ev meş, ji ber ku yê tundiyê dike mêr bi xwe ye û mêr li dijî vê tundiyê meşiyan, gelo çawa dikare bê nirxandin? Hûn çawa dinirxînin?
Me encama meşê nedît, em ê piştre bibînin. Ez gelekî bi hêvî me. Ev yek bi esasî çalakiyeke xwerexnekirinê ye. Tê dîtin ku di nava civaka me ya mêr de mêrên ku hîn zane xuya dikin, xwe nêzî pîvanên demokrasiyê dikin ev çalakî bi rêxistin kirine û tevlî bûne. Lê belê pozîsyona giştî ya mêran li hemberî jinan e, pozîsyoneke bi giştî cihê xwerexnekirinê ye. Lewma ev çalakî weke çalakiyeke xwerexnekirinê ya li pêşberî tundya li hemberî jinê divê bi wate be. Tişta ku me ji Rêber Apo û felsefeya azadiyê fêhm kiriye ev e; divê her mêr li pêşberî jinê timî di pozîsyoneke xwerexnekirinê de be. Ji ber ku bi rastî jî pêwîstî bi vê heye. Pêwîstiyeke gelekî zêde pê heye. Ji bilî vê yekê tiştekî ku mirov bigihîne azadî û demokratîkbûnê nîne. Weke ku min qalê kir, li vê cîhanê civaka herî zêde ya tê qetilkikrin jin e. Ne karker e, ne kedkar e, ne Kurd e. Kurd jî bi qasî jinan nayên kuştin.
Bifikirin, li cîhanê her roj bi hezaran jin têne kuştin. Jin nasnameyek e û ev nasname tê kuştin. Kî dikuje? Mêr dikuje. Ev çima dibe? Divê her mêrek li ser vê nuqteyê bifikire, bipirse bê çima ev dibe. Dema mirov bala xwe dide ser cîhana heywanan, li wir jî têkiliyeke bi vî rengî ya nêr nîne. Têkiliya wan weke têkiliya jin û mêr a li nava civakê nîne. Têkiliya li wir hinekî sîmbiyotîk e. Hev xwedî dike, hev mezin dike. Diyar e têkiliya esasî ya xwezayê ev e. Têkiliya navbera jin û mêr divê di çarçoveya xurtkirina hev be. Di çarçoveya mezinkirina hev de be. Di çarçoveya bedewkirina hev de be. Lê belê dema ku ji alema heywanan derbasî alema mirovan dibe, mirov dibîne ku mêr bi rengekî bi rêk û pêk jinê dikuje. Bi deh hezaran sal in dikuje û li her derê cîhanê dikuje. Diyar e dûrketina ji cewherê heye.
Têkiliya jin û mêr di rewşa heyî de têkiliyeke sîmbiyotîk nîne. Mînak, gelo jin mêr çawa dibîne? Mînak, jin di mêr ê heyî de çi dibîne? Baş e mêr di kîjan astê de ji jinê, ji potansiyela jinê, ji xwezaya jinê, ji hêza jinê, ji nêzbûna wê ya li jiyanê sûdê werdigire? Mînak, mêr ê heyî di kîjan astê de para xwe ji dewlemendî, yekbûn, bedewî û potansiyela jinê werdigire? Tiştekî bi vî rengî nîne. Ji ber ku têkiliyeke bi vî rengî bi jinê re danîne. Jinê weke milkê xwe dibîne. Jinê weke amûrekê dibîne. Xwe di ser jinê re dibîne. Û gelek tiştên bi vî rengî hene. Gelek tişt hene ku mirov di çarçoveya zayendîperestiya civakî dikare lê zêde bike. Lewma mêr xwe ji dewlemendî, jêhatîbûn, ruh, hest, fikir û potansiyela jinê bêpar hiştiye. Mêrekî welê derketiye holê ku jin nikare tiştekî jê werbigire. Ji ber ku mêr gelekî ji cewhera xwe dûr ketiye. Ewqasî jê dûr ketiye ku tiştekî karibe bide jinê nemaye.
LI HER DEVERA CÎHANÊ JIN TÊKOŞÎNEKE MEZIN DIMEŞÎNE
Li hemberî jinê mêrekî welê heye ku xwe zordar, zalim, antî-demokratîk û xwediyê her tiştî dibîne, xwe dike navenda her tiştî û jinê ne tiştek dibîne. Li hemberî mêrekî bi vî rengî tenê mirov dikare têbikoşe. Ji ber vê yekê îro li seranserê cîhanê, li her deverên cîhanê xeta bingehîn a têkoşînê jin e. Jin têkoşîna xwe li hemberî mêr dimeşîne. Ji ber vê yekê yekê têkoşîna jinê li her devera cîhanê heye. Ev têkoşîn di heman demê de mêr jî diguherîne. Yanî rewşeke welê heye. Lewma em weke mêr divê karibin xwe ji pozîsyona mêrbûyînê ya heyî derxînin. Divê em xwe bigihînin asteke welê ku karibin bi hêsanî, ji dil, bi hevrêtî, hezkirin û hurmetê jin karibe silavê bide me û bi me re bijî.
Lê belê ji ber ku di rewşa heyî de tiştekî welê nîne, têkilî ji cewhera têkiliya sîmbiyotîk, ji têkiliya azad û wekhev dûr ketiye. Têkilî bi giranî di çarçoveya biyolojîzm, di çarçoveya berjewendiyan, di çarçoveya ‘berjewendiyên’ mêr de dimeşin. Lewma têkilî nebaş bûye. Ji ber vê jî divê mêr li ser wê yekê bifikire bê têkiliyeke çawa bi jinê re datînin. Em vê ji xwe re bibêjin; divê em xwe ji pozîsyona alîgiriya desthilatdariyê rizgar bikin. Xwe ji pozîsyona antî-demokratîk rizgar bikin. Divê em karibin hîn dilnizm bin. Hewl bidin ku jinê hinekî nas bikin. Bingeha jiyana bi jinê re veguherînin guherîn û veguherîna cewherî. Naxwe jiyana bi vî mêrî re bi rastî gelekî zehmet e. Li ser vê bingehê li pêşiya mêr wezîfeyeke bingehîn a guherîn û veguherînê heye.
Jin ji eniya xwe ji xwe vê dike. Dema ku vê desthilatdariya mêr qebûl nake di heman demê de dixwaze ku mêr biguhere veguhere. Dibêje, ‘Ey mêr, xwe biguherîne’. Em jî weke mirovên ku dixwazin azad bibin, li gorî cewhera xwe bijîn, xwe ji vê sekna antî-demokratîk rizgar bike divê vê guherîn û veguherînê di şexsê xwe de bikin. Diyar e yên li Amedê ev çalakî kirin xwe li vê eniyê dibînin. Em hêvîdar in ev enî wê hîn mezin û berfireh bibe. Yanî hîn bêhtir karibin xwe bigihînin cewhera mirovahiyê. Li ser vê bingehê karekî baş e. Lê di heman demê de ji aliyê civakî ve karekî bingehîn e ku divê were kirin. Bi kurtasî divê mirov bi mêr ê heyî re eleqedar bibe. Mêr ê heyî divê biguhere û veguhere.

