Duşem, 16 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê nexweş Adsoy ê ku piştî tehliye bû jiyana xwe ji dest da hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erzîromê işaret bi rewşa girtiyên nexweş hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Hîcran Bînîcî yê berdana wî tê astengkirin li ber wezaretê daxuyanî hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seyîd Riza û hevalên wî li Erzîromê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Newroz Bozkurt rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a Jiyan wê li Londonê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar bixe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê banga azadiya girtiyên jin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava çalakî û bernameyên 25’ê Mijdarê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şîliyê ‘Tora Jinên Paşeroja xwe Dihûnin’ nexşerêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hanau’yê li dijî zîhniyeta serweriya mêr nîqaşa li ser malbata demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji nava refên YDG-H’ê ber bi çiyayên Kurdistanê ve: Andok Cûma Zagros
Rojane

Ji nava refên YDG-H’ê ber bi çiyayên Kurdistanê ve: Andok Cûma Zagros

Huseyîn Ûzûn diyar kir ku ew ji kurê xwe Andok Cûma Zagros razî ye, ku şehadeta wî hate ragihandin û got, "Ez jê razî me. Bi nêta 'ji bo zimanê me, dayikan, ji bo laçikên spî yên li serê dayikan, ji bo azadiya me' çû, tevlî bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiyê ya Kurd yek ji wan tevgeran e ku di dîroka şoreşê ya cîhanê de berxwedana herî mezin pêk anî. Yek ji dirûşmên tevgerê ku ji aliyê Rêber Apo ve hate bilêvkirin bi vî rengî bû; ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî biqedînin’. Vê dirûşmê bandor li her kêliya Tevgera Azadiyê kir.

Her dema dîroka Tevgera Azadiyê divê bi rengekî cuda bê nirxandin. Yek ji van serdeman jî dema Tevgera Ciwanên Şoreşger a Welatparêz (YDG-H) bû ku sala 2015’an li metropolên Tirkiye û Kurdistanê ji aliyê ciwanên Kurd ve hate avakirin.

Dema YDG-H’ê li sala 2015’an radest hat ku hingî li Kurdistanê êrişên qirkirinê jinûve destpê kir. YDG-H encamek jinûve rêxistinbûna ciwanên Kurd a li dora rêxistineke şoreşger a li metropolên Tirkiyeyê bû.

YDG-H ne tenê rêxistineke welê bû ku li kolanan çalakî dikir an jî şer dikir; weke qadeke girîng a paradîgmaya nû ya Rêber Apo rewşa ceribandî ya pratîka stratejiya xweparastinê bû.

JI BERXWEDANA YDG-H’Ê HETA BI ÇIYAYÊN AZAD

Andok Cûma Zagros (Erhan Ûzûn) ku malbata wî di salên 1990’î de ji ber zexta dewletê ya li Kurdistanê neçar ma koçî Stenbolê bike û li Stenbolê ji dayik bû, li taxa Gazî ya Stenbolê li nava refên YDG-H’ê li dijî dejenerekirina taxê têkoşiya.

Andok Cûma Zagros bi taybetî di navbera salên 2015 û 2016’an de bi karên li taxê bal kişand û di pêvajoya “Berxwedana Xwerêveberiyê” ya sala 2016’an de bû yek ji sedan ciwanên Kurd ku berê xwe da Kurdistanê.

Dayika wî Zulfunaz anî ziman ku kurê wê Andok yekî bêdeng û aram bû û got, “Diçû kar û dihat. Hevalên wî hebûn, lê belê li derve hev didîtin. Zarokatiya wî baş bû; li nava kolanan digeriya, bi hevalên xwe mijûl dibû, bi hevalên xwe maç dilîst. Ez nizanim bê diçû partiyê yan na, ji ber ku tiştek ji me re nedigot. Diçû, dihat; dema ku me jê dipirsî bê ‘Bi ku ve çûye?’ digot, ‘Ez ji gel hevalên xwe têm’. Li marketan dixebitî. Li wir jî çi dikir, nizanim. Dema ku ji kar dihat malê tiştek nedigot; xwarin dixwar û derdiket derve. Dema ku me jê dipirsî ji ku tê, digot, ‘Ez ji cihekî nayêm, tiştekî nakim’.

Diçû taxa Gazî, digeriya. Roja Yekşemê çû; sibehê hişyar bû, çû û heta êvarê nehat. Ji xwe dema hişyar bû tiştek ji min re negot, tenê got ‘Ez ê biçim pîknîkê’. Tiştekî din negot. Ji me re qala tiştekî nedikir, yekî sakîn bû.”

‘DEMA KU MIN DIGOT, HATIN XAPANDIN, HÊRS DIBÛ Û DIGOT, EW HER TIŞTÊ ME NE’

Bav Huseyîn jî anî ziman ku Andok Cûma qet sixêf nedikir, zarokekî sakîn bû, bi dilrehmiya xwe dihate naskirin û diyar kir ku bi saya kurê wî nêrîna wî ya li Tevgera Azadiyê guherî. Bav Huseyîn got, “Di sala 1994’an de em hatin Stenbolê. Destpêkê em li Karayollari rûdiniştin, di kirê de bûn. Wê demê Erhan tine bû. Piştre me ev mal kirî; Erhan li vê malê ji dayik bû.

Dema em ji gund hatin, wê demê dewletê li gundan heqaret li Kurdan dikir, digirt, zorî li me dikir. Me dest ji gund û mala xwe berdan û koçî bajêr kir. Ez jî li Stenbolê zewicîm. Di Adara 2001’ê de Erhan ji dayik bû; 8’ê Adara wê salê çûm leşkeriyê. Erhan mezin bû; yekî bêdeng bû, ji kesî re qala tiştekî nedikir. Dayika min got, ‘Bila bixebite, derkeve derve’. Pişte dest bi kar kir; çû dibistanê lê belê heta du salan xwend.

Dersên wî baş bû; di sporê, di bezê de madalyayên wî hebûn. Sempatiya xwe ji bo partiyê hebû. Di televîzyonê de li gerîlayan temaşe dikir. Dema ku wî li televîzyonê dinihêrî min jê re got, ‘Ew şehîd dikevin, çiqasî zehmet e, mirovan dixapînin, dibin’. Ew jî bi hêrs bû û got, ‘Ew zarokên me ne, her tiştê me ne’. Dema min jê pirsî ‘Tu ji wan hez dike?’ wî jî got, ‘Erê, gelekî ji wan hez dikim’.”

‘EZ JÊ RAZÎ ME, JI BO AZADIYA ME ÇÛ’

Bavê Andok Cûma Huseyîn Ûzûn qala roja çûyîna wî kir û got, “Di sala 2016’an de çû, rojeke Yekşemê bû, ez jî li malê bûm. Dema ku radibûm, normal min kincên wî seerast dikir, dipirsî ‘Tu çi dike, çi nake?’ Wê rojê weke ku dest û lingên min hatin girêdan; nekarîm ji şûna xwe rabim. Li ber derî bû. Li min nihêrî, min jî li wî nihêrî. Ji min re got, ‘Ez diçim pîknîkê’. Rojek berê ji xwe bi hevalên xwe re li ber derî bi gogê dilîst. Wî li min nihêrî, min jî li wî nihêrî. Weke ku tiştek ji dilê min qut bû, min jî ji xwe re got, ‘Eger rojekê Erhan winda bibe ez ê jî bimirim’.

Yanî rojeke Yekşemê got, ‘Ez ê biçim pîknîkê’ û ji malê derket. Wê wextê çû. Min ji hevalên wî pirsî. Diçû mîtîngan, çalakiyan. Di çalakiyên li taxa Gaziyê de çend dîmenên wî hebûn; çakêtê weke yê Denîz Gezmîş li xwe kiribû, di bûyeran de li refên herî pêş bû. Bejin dirêj bû… Ji bo gelê Kurd têkoşiya, lê belê nîşanî me neda. Zarokekî gelekî baş bû; nebaşî ji wî nedihat, Quran dixwend.

Hez ji malbata xwe dikir, yekî bêdeng bû. Dema ku tiştek jê dihate pirsîn bersiv dida, ji bilî wê nediaxivî. Li malê dema ez ne amade bûm bi dayika min re henek dikir. Dema ku diçûm kar dilê min rehet bû, ji ber ku li şûna min ew timî li malê bû. Ez jî wî razî me. Bi nêta ‘ji bo zimanê me, dayikan, ji bo laçikên spî yên li serê dayikan, ji bo azadiya me’ çû, tevlî bû.”

Andok Cûma Zagros di 27’ê Îlona 2023’an de li Qendîlê di êrişekê de şehîd bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Eger dewlet ne bi sedeman lê bi encamê re eleqedar bibe, wê nikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike’
Nûçeya Pişt re Pirtûkên Rêber Apo bi Îngilîzî û Swêdî hatin weşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya Ewropî li Silêmaniyê serdana nûneriya Rojava kir

Şandeyeke ku ji Parlamentiya Ewropayê û rêxistinên siyasî yên cur be cur pêk tê, serdana…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê Ûkraynayê. Rûsya ji bo lihevkirinê amade ye!

Rûsyayê ragihand ku di mijara şerê li Ûkraynayê de ew ji lihevkirinê re 'amade' ye.

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandara YJA Starê Eddesa Cejna hate veşartin

Fermandara YJA Starê Ece Yilmaz (Eddesa Cejna) ku li Dersimê şehîd bû, li Êlihê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Heresta gorek komî hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Der barê fakulteyên Zanîngeha Rojava de biryarên nû hatin girtin 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê nexweş Adsoy ê ku piştî tehliye bû jiyana xwe ji dest da hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?