Li nûnertiya Silêmaniyê ya Parlemantoya Herêma Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê têkildarî birîna darên devera Behdînanê daxuyaniyek çapemeniyê lidarxist. Di civînê de nûnerên fraksiyonên YNK, PDK, Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê amade bûn. Partiya Kesk a Kurdistanê ragihand ku li dijî birîna darên herêma Behdînanê li parlamentoya Herêma Kurdistanê gilî tomarkirine.
Nûnerên her yek ji fraksiyonan ragihandin ku ew birîna darên li Behdînanê wekî metirsiyeke mezin dibînin û wiha dinirxînin ku ev yek birîna parçeyekî ji laşê xelkê Herêma Kurdistanê ye. Her wiha bang li hemû aliyên peywendîdar, bi taybetî li hikûmeta Iraqê kirin ku rê li ber vê karesatê bigirin, ji ber ku ev zêrê keske û serwetekî nîştimanî ye, ji bo wê wek nûnertiya Silêmaniyê dê piştgir û hevkarê her hewldanekê bin ku rê li vê karesatê bigire.
Hate ragihadin ku ev xem xemeke mezine, ji ber ku jîngeha Kurdistanê sînga her Kurdekî ye û ew ji ber vê karesatê bi fikarin. Diyarkirin ku ewê hemû hewldanên xwe ji bo rê li ber wan hewldanên ziyanê dighînin jîngeha Kurdistanê bigirin, xerc bikin. Di heman demê de kêfxweşiya xwe diyar kirin ku ev helwest ji bo Kurdistanê heye û ew hewl didin dengên xwe bikin yek da ku artêşa Tirkiyeyê ji wan deveran derkeve ku ev mijar bi hemû aliyan ve peywendîdare da ku pêşî li vê jenosîda jîngehî bê girtin.
Piştre Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Milko Bazyanî got: “Îro me li nûnertiya parlamentoyê li dijî jenosîda jîngehî ya ku li herêma Behdînanê tê kirin, gilî tomar kir. Ev kar ji aliyê kompanyaya Cengîz a Tirkî ve tê kirin, ku darberû û darên mazûyan dibirin. Emê ji vir û pê de hewldanên xwe berdewam bikin da ku li Parlemantoya Iraqê jî heman gilî bê tomarkirin. Her wiha me Wezîrê Jîngehê yê Iraqê jî ji vê karesatê agahdar kiriye.”

