Duşem, 5 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Aksû: Pêdiviya me bi welatîbûna wekhev û rêzdayîna li nasnameya hev heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî her cûre fitne û xerabiyan em ê yekîtiya xwe xurt bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê di salvegera 4’emîn de Nagihan Akarsel bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Federasyona Mafên Mirovan: Divê mafê ziman bi destûrî were mîsogerkirin
Rojava

Federasyona Mafên Mirovan: Divê mafê ziman bi destûrî were mîsogerkirin

Federasyona Sûriyeyê ya Mafên Mirovan daxuyand ku divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê were mîsogerkirin û pirrengiya çandî û zimanê werin parastin. Federasyonê xwest mafê ziman di destûrê de were fermîkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Desteya Rêveber a Federasyona Sûrieyê ya Rêxistin û Desteyên Mafên Mirovan li ser mafên zimanî û çandî daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi qanûn û danezanên navneteweyî yên der barê parastina mafê çandî û zimanî û rêzgirtina li hemberî wan de hat kirin.

Federasyonê destnîşan kir ku parasgtina pirrengiya zimanî û çandî beşek ji parastina mafên mirovan e û girêdana ziman a bi nasname, çand û mafên perwerde û fêrbûnê û beşdariya di jiyana giştî de xurt e.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pirrengiya çandî û zimanê ya li Sûriyeyê û hate gotin, divê mafên pêkhateyan; Kurd, Suryan, Asur, Ermen, Çerkes û yên din werin parastin û ji bo nifşên bê were veguhestin.  Her wiha hate gotin, naskirina vî mafî biçûkxistina zimanê fermî yê dewletê nîn e û ne li dijî bikaranîna wê di saziyên dewletê û rêveberiya giştî de ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Girîng e ferqa di navbera zimanê fermî yê dewletê û zimanên neteweyî an jî zimanên pêkhateyên neteweyî û çandî de were naskirin. Hebûna zimanekî fermî ku kar û barên dewletê û saziyên wê bi rê ve bibe, bi serê xwe nabe sedema dûrxistina zimanên din ji perwerde, çand û jiyana civakê. Parastin û fêrbûna zimanê dayikê nayê wateya parçekirin û tecrîdkirinê, lê di çarçoveya rêzgirtina mafên hevpar ên hemû welatiyan de dikare bibe wesîleya pêşxistina girêdanbûnê, beşdarbûn û wekheviyê. Perwerdehiya pirzimanî di heman demê de dikare bibe amûrek ji bo parastina cihêrengiya çandî û pêşxistina têgihiştin û jiyana hevbeş, li şûna ku cihêrengiya zimanî bibe sedemek j bo dûrxistinê.”

Di daxuyaniyê de bal hat kiştnadin ser danezana destûrî ya sala 2025‘an û hate bibîrxistin ku di madeya 4‘an a danezanê de zimanê erebî wekî zimanê fermî yê dewletê hatiye destnîşankirin, lê di madeya 7‘an de behsa parastina pirrengiya çandî ya civaka Sûriyeyê û mafên çandî û zimanê yên hemû Sûriyeyan tê kirin.

Her wiha îşaret bi biryara 13‘an a sala 2026‘an hate kirin û hate diyarkirin ku di birayrê de zimanê kurdî wekî zimanekî neteweyî hatiye qebûlkirin û destûr hatiye dayîn ku li dibistanên hikumetê bi taybetê li herêmên ku piraniya niştecihên wê Kurd were dayîn.

Di dewama daxuyaniyê de hate got: “Di benda 2‘yemîn a biryarê de hatiye diyarkirin ku dewlet pabendî parastina pirrengiya çandî û zimanî û mafê Kurdan a pêşxistina zimanê Kurd e û ev yek bi biryarên pratîkî yên ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve hatine derxistin ku di Tebaxa 2026‘an de hatine guhertin pêş dikeve. Li gorî biryara nûkirî, perwerdehiya zimanê kurdî wek zimanekî neteweyî di dibistanên fermî û taybet û li hemû astên perwerdehiyê de, di çarçoveya mufredatên pejirandî de, bê dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Nabe ziman rûbirûyî hev in bên hiştin û zimanê erebî were biçûkxistin. Lê divê çarçoveyeke qanûnî were avakirin ku pêkvejiya zimanê fermî yê dewletê û zimanên neteweyî û zimanên pêkhateyan garantî bike û wekheviyê pêk bîne, cudekariyê ji holê rake û mafên perwerdehî, nasname, çand û zimanê biparêze.  Li ser vê yekê naskirina zimanên kurdî, suryanî û asûrî wekî zimanên nîştimanî divê di çarçoveya îfadeya pirrengiya çandî û zimanî ya civaka Sûriyeyê were fêmkirin û wekî kêmkirina yekitiya dewletê an jî mekaneta zimanê erebî wekî zimanê fermî neyê fêmkirin.”

Federasyonê da zanîn ku siyasetên perwerdehî û çandî divê li ser bingehên hevsengiya di navbera yekrêziya dewletê û zimanê wê yê fermî de li aliyekî û prastina pirrengiya çandî û zimanê li aliyekî din werin avakirin.

Federasyonê di dawiyê de ev bangawazî kirin:

‘‘Divê mafên zimanî û çandî yên tevahî pêkhateyên li Sûriyeyê û perwerdeya bi zimanê dayikê werin mîsogerkirin û ji bo nifşên bê re were veguhestin.

Pêşxistina çarçoveyên qanûnî û destûrî yên diyar ên ji bo parastina pirrengiya zimanî û çandî navenda qanûnî ya zimanê fermî û zimanên neteweyî û zimanên pêkhateyên din diyar dike, van mafan diparêze û nahêle ku bibe rehînên biryarên demkî yên rêveberiyê

Divê zimanên fermî, zimanên neteweyî û zimanên pêkhateyan ji hev werin derxistin; da ku zimanê fermî di karê dewletê, sazî û nameyên fermî de li gorî destûr û qanûnê wek zimanê pejirandî bimîne, bêyî ku di warê perwerde û çandê de nasnekirin, parastin, hînkirin û pêkanîna zimanên netewî neyê astengkirin.

Divê perwerdehiyê bi zimanên neteweyî û zimanên pêkhateyan were kirin. Dema mercên perwredeyî û sazîbûnê yên pêwîst peyda bibin wek ders li dibistanan werin dayîn. Ji bo pêşxistina bername, pirtûk û meteryalên perwerdeyê û pêxşxtina kadroyên pêwîste gav werin avêtin.

 Divê were mîsogerkirin ku siyasetên xwendinê mafên zimanî yên bidestxistî paşve nade. Divê her guhertinek di zimanê xwendinê de gav bi gav û bi awayekî sîstematîk bê kirin, ku berjewendiya xwendekaran û berdewamiya proseya xwendinê li ber çavan bê girtin û nebin sedema qutbûn û astengkirina xwendina wan.

Divê yasa, rêzikname û kiryarên ku bi cudakarî yan dûrxistina li ser bingehê ziman an girêdana neteweyî û çandî vedihewîne li ber çavan werin girtin. Ji bo misogerkirina wekheviyeke bibandor di bidestxistina mafên zimanî û çandî de divê gavên qanûnî û îdarî yên pêwîst werin avêtin.

Ji bo şopandina parastin û bicihanîna mafên zimanî û çandî, pêşxistina materyalan û têgînên perwerdehî û zanistî bi zimanê neteweyî yan jî zimanê pêkhateya pêwendîdar divê makanîzmeyên sazîbûnê werin avakirin û asta rêzgirtina van mafan di siyasetên perwerdehî û çandî de werin şopandin.

Divê parastina pirrengiya çandî û zimanê di destûr û qanûnê de were mîsogerkirin û hevsengî di navbera yekitiya dewletê û zimanê wê yê fermî de û parstina zimanên neteweyî de were çêkirin.

Parastina zimanê dayikê ne îmtiyazek e, lê beşek ji parastina nasname, çand, mafê perwerdehiyê û prensîba wekhevî û necudakariyê ye. Rêzgirtin ji cihêrengiya zimanî û çandî li Sûriyeyê ne li dijî yekrêziya dewletê ye û bi rewşa zimanê erebî wek zimanê fermî re ne nakok e. 

Divê çarçoveyeke yasayî û destûrî were avakirin ku pêkvejiyana zimanê fermî yê dewletê,  zimanên neteweyî û zimanên pêkhateyên cuda de misoger bike.

Ji bo avakirina Sûriyeyeke li ser bingeha hemwelatîbûn, wekhevî û rêzgirtina ji mafên mirovan re, divê cihêrengiya wê ya zimanî û çandî were parastin, divê mafê nifşên siberojê yê fêrbûna bi zimanê dayikê, parastina wê û veguhestina wê ji bo nifşên bê were mîsogerkirin, bi  vê yekê yekbûn û parastina pirrengiya çandî ya civaka Sûriyê tê parastin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şêniyên Amûdê ji bo perwerdehiya Kurdî li qadan in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Semsûrê namzet hatin nasandin, Meşa Azadiyê hate silavkirin

DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariya Semsûr û navçeyên eşkere kir. Meşa Azadiyê jî hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sineyê 4 Kurd hatin binçavkirin

Hêzên Îranê li navçeya Dîwandere ya girêdayî bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bi ser malan…

Ji aliyê Stêrk TV

Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

Abdullah Mohtadî ragihand ku ew ê tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat a ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şêniyên Amûdê ji bo perwerdehiya Kurdî li qadan in

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?